Li Şengalê konferansa ‘Bi Jin, Jiyan, Azadî re ber bi şoreşa jinê ve’ destpê kir

Li Şengalê konferansa 'Bi Jin, Jiyan Azadî re, ber bi şoreşa jinê ve'bi beşdariya sedan delege û mêvanan destpêkir.

Li Şengalê konferansa ‘Bi Jin, Jiyan Azadî re, ber bi şoreşa jinê ve’ ku ji aliyê Tevgera Jinên Êzidî (TAJÊ) ve hatiye organîzekirin, bi beşdarbûna 350 delege û hêjmarek zêde ya jinên Êzidî û Ereb destpêkir.

Di destpêka konferansê de parlamentera HDP’ê Feleknas Ûca bi dîmene beşdarî konferansê bû, beşdarvanan silav kir û kêfxweşiya xwe parvekir. Ji Elmanya Endama Rêxistina Femînîst Ronahî Elman jî peyamek da û kêfxweşiya xwe bo beşdarbûna konferansê anî ser ziman û girîngiya hevgirtin û xwedî derketina jinan li tevahî cîhanê anî ser ziman.

Ji berdevka însiyatîfa Azadiya Rêber Apo ya Lubnanê Mihemiya Sosin Şaman jî, ji Lubnanê bi dîmen beşdarî konferansê bû û piştgiriya xwe bo têîna azadiya jina Êzidî dubare kir.

Çalakvana civaka sivîl Bilur Elcerrah jî peyama xwe da û kêfxweşiya xwe ji bo derfet dayîna beşdarbûna konferansê anî ser ziman û baweriya xwe bo serkeftina jinên Êzidî anî ser ziman.

Li ser navê Koordînasyona Civaka Êzidî ya li Ewropa Çîçek Yildiz jî peyame xwe da û silavên hemû Êzidiyên li Ewropa gihand beşdarvanên konferansê.

Li ser navê Yêkineyên Jinên Şengalê peyamek nivîskî hate xwendin. Di peyamê de wiha hate gotin; “Fikrê Rêber APO ji bo rastiya civakê, jin, ciwan, siyaset, çand, exlaq, aborî, perwerde û taybet jî ji bo parastina cewherî û her warî de bûye rênîşan û heqîqetek ku dev jê neyê berdan. Em wek hêza Şengalê ti demî vî fikrî nikarin ji nedîtî werin û xwe jê mehrûm bihêlin. Ji ber ku cihê ev fikrê Rêber APO jê derketiye, em jî di vê erdnîgarî de jiyan dikin. Bi taybetî ji ber ku ev fikrê Rêber APO; civaka me, ol û baweriya me parastiye, ev fikra hîn zêdetir me elepedar dike. Fikrê Rêber APO ji bona parastina cewherî; dibe rênîşan, felsefe û feraseta me ya parastinê. YBŞ-YJŞ li ser vê naverok û bingehî hatiye damezrandin. Heya ku dijminê vî erdnîgariyê hebe mafê me yê parastina cevherî jî mafek herî heq û mafdar e.”

Di dawiya peyamê de YJŞ’ê de tecrîda li ser Rêber APO tê meşandin wek sucekî mirovahiyê hate dîtin û hate gotin; “Heya ku ev fikrê Serok APO hebe û parazvanên vî fikrê azad hebe wê hemû civak, ol û bawerî bi awayekî azad bijîn.”

Hikûmeta Iraqê nehişt mêhvan derbasî Şengalê bibin

Hikumeta Iraqê nehêla bi dehan mêhvanên ji dervey welat ku dixwestin tevlî konferansê bibin, derbasî Şengalê bibin. Yek ji wan Hevseroka Êzidiyên li Rusya Manama Pîr bû. Pîr bi dîmen tevlî konferansê bû û kêfxweşiya xwe anî ser ziman. Pîr nêzikatiya hikûmeta Iraq’ê şermezar kir û got ku wê pir dixwest îsal hem beşdarî Çarşemba serê Salê û konferansê bibe. Pîr bal kişand ser sekna jina Êzidî ya berxwedêr û got ku li kûderê bin bila bibin, jina Êzidî wê ji zilm û zorê re serî netewîne û serbikeve. Pîr got ewê wek jin bi têkoşînê serbikevin.

Mêvanekî din ku hatîbû asteng kirin bo beşdarbûna konferansê Endama Yêkitiya Êzidiyên Suriyê Sûat Hiso bu. Hiso ku peyamek nivîskî şand ji konferansê re, kêfxweşiya xwe bo pêkanîna vê xebatê anî ser ziman. Di peyamê de wiha hate gotin; “Lidarxistina vê konferansê di qonaxekî çarenivîs ya gelek girîng de tê û hêviyên me mezin bûn ku em bi were beşdarî konferansê bibin û em hemî hêvîdarin ku em bi hevre plan û bernameyek ji bo xurtkirina xebata di xizmeta Êzdiyan de deynin. Lê nepejirandin, ji aliyê hikûmeta Bexdayê ve nehiştina wê, nîşana berfirehbûna siyaseta ku li dijî îrade û yêkrêziya civaka me hatiye kirin e. Jin, Jiyan, Azadî dirûşma ji aliyê Rêbertî ve bi serbilindî li ser jina ku xwe birêxistin kiriye û rûh daye hemû jinên cîhanê pêşxistiye. Da ku gelên cîhanê rabin ser piyan û rêya me ya azadiyê ronî bikin, da ku tecrîdê bişkînin û rêberê me azad bikin. Carekî din em ji we û konferansa we re serkeftin dixwazin. Em bi têkoşîn û berxwedanê, bi parastina destkeftiyên Rêveberiya Xweser a Şengalê ve pêşde biçin.”

Beşdarvan û mêvanên ji bajarên cûda yên Iraqê jî amade bûn. Ji bajarê Mîsan Endama Saziya Destên Hevgirtî İbtîhel Qazim el Etwanî, Endama Saziya Ezwasitim ji bo piştgiriya Jin û Zarokan Zeman Ebdulwahîb Şiloş ji bajarê Wasîd, Ji saziya Bi hevre Jiyanekî Xweş Suhema Mehmûd Necim Elqeysî ji Babîl, ji Wasid ji saziya Cened Wenes İbêd El Şemrî Silêmanî, ji Zîqar Endama Rabîta Jina Iraqê Emel Hilêl Lefte, ji Dîwaniyê ji saziya Seheya Kesk Kirême Taîb, ji Dîwaniyê ji saziya Jinebiyên Iraqî Hêlîn Rehîm Mirdan, ji Zîqar endama saziya Terraziya jinê Bişre Egelî û ji Kerbela ji saziya Xêrxwazan û avaker Şua Hadîl Enkuşî, ji Zîqar Basma Keyfxweşiye Enab Rêsan Kenad, ji Zîqar ji saziya your ya çanda Jin û Zarok Mûne Sahîb El Hîlalî jî di konferansê de amade bûn û piştgiriya xwe bo têkoşîna jina Êzidî nîşandan. Konferans bi dayîna peyaman didome.

Tê payîn ku piştî peyaman konferans bi semînerên taybet berdewam bike û heya ber bi êvarê bidome.

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button