Li Serdeştê baxçeyê zarokan hat vekirin

Ji aliyê Tevna Alîkariya jinên Êzidî ve li Serdeşta çiyayê Şengalê baxçeyê zarokan hate vekirin. Baxçe ji çend beşên fêrkirina ziman û lîstikan pêk tê. Ev dibe cara yekemîn ji bo zarokên Serdeştê karekî bi vî awayî tê kirin.

Tevna Alîkariya Jinên Êzidî (Wexf) di sala 2019’an de ji Bexdayê fermîyeta xwe wergirtiye û bi mijarên jinan re elaqedar dibe. Taybet di gehandina jinên Êzidî ku ji aliyê QSD’ê ve tên rizgarkirin û radestkirina wan ji bo malbtên wan kar û xebatên xwe di meşîne. Her wiha li welat û dervey welat ji bo ximzeta zarokan û jinên Êzidî bike bê navber kar dike.

Di çarçoveya kar û xebatên Wexfê de, duh li Serdetşa çiyayê Şengalê ku heya niha hejmarek malbatên ku di dema çeteyên DAIŞ’ê de koçber bûne û lê dimînin re baxçeyek zarokan hat vekirin.

Di dema vekirinê de gelek endamên TAJÊ’ê Meclisa Serdeştê û jinên herêmê beşdar bûn. Vekirina baxçeyê zarokan keyfxweşiyek mezin li cem zarokan çêkir.

Baxçe ji gelek beşên wek fêrkirina ziman, cihê lîstikên zaroka û perwerdekirina zarokan pêk tê.

Endama Wexfê Hediya Şengalî, li ser vekirina baxçeyê zaroka axivî û da diyarkirin ku ew pêşwaziya 60 zarokan dikin, ji saet 8’ê sibehê heya 12’ê nîvro baxçe vekirî dimîne.

Hediya Şengalî got: “Zarokên ji 3-5 salî dikarin bên Baxçeyê û em jî kêfxweşin ku me kariye vê xizmetê bikin. Me dixwest em zûtir vî karî bikin lê derfetên me nebûn, lê dîsa jî ev karekî erêniye ji bo zarokên Serdeştê.”

Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî Kamo jî da diyakirin ku ev karekî gelek başe ji bo zarokan û wiha got: “Ji ber gelek zarok hene pêwîstiya wan heye ku pêre mijûl bibin, her wiha gelek jin hene ku di nava kar û xebatan dene zarok li ber karê wan dibin asteng, eger ev cihên wisa di nava me de çêbibin jin jî dikare zêdetri kar û xebatan bimeşîne û zarokên xwe bişîne baxçeyê zaroka.”

Hevserokê Meclisa gel a Serdeştê Mirad Feqîr jî got: “Ev karê yekemîne li Serdeştê ji bo zarokan tê kirin. Heya niha tu xizmetek wisa nehatiya kirin, zarokên me dikarin bên dema xwe li vir derbas bikin, ji şûna li derdorê bigerin. Dema zarok bên vir hem hevaltiya wan bi hevre çêdibe û di aliyê din de jî tên perwerdekirin.”

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button