Ş. Heval Azad hate bibîranîn

Dûh li Goristana Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan şervanê YBŞ'ê Heval Azad ku di encama êrişa balafirên dewleta Tirk de şehîd bûbû hate bîranîn

Dûh li Goristana Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan şervanê YBŞ’ê Heval Azad ku di encama êrişa balafirên dewleta Tirk de şehîd bûbû hate bîranîn.

Ji   bo Şehîd Azad ku 19 vê mehê bi merasîmek heybet hatîbû oxirkirin ji bo sê rojan li Goristana Şehîd Dilgeş û Berxwedan konê sersaxî hate vekirin. Dûh jî bi merasîmek Şehîd Heval Azad hate bîranin û piştî bîranînê konê sersaxiyê hate rakirin.

Dûh di merasîmê de li ser nave Fermandariya yêkineyên berxwedaniya Şengalê (YBŞ)’ê û yêkineyên jinên şengalê (YJŞ)’ê Saziya Malbatên Şehîda a Şengalê, Meclisa Xweseriya  Demokratîk a Şengalê û Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) axaftin hatin kirin.

Axaftvanan di nirxandinên xwe de bal kişandin  li ser êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Şengalê û  hat gotin ku ev êriş ne tenê li Ser Rêveberiya Xweser û hêzên parastinê ne, li dijî hebûna Êzidiyan e. Axaftvanan gotin dewleta Tirk dixwaze kîna xwe ya hezaran salan di sedsala 21’ an  de li dijî Şengalê û Êzidiyan pêk bîne û wiha hate gotin; “Di dîrokê de bav û bapîrên Osmaniya êrişî me dikirin, lê çawa bav û bapîrên me serî ji wan re netewandin, em ê jî li ser şopa bav û bapîrên xwe biçin û ji ti kesî re serî netewînin.”

Herwiha di axaftinan de soza berdewamkirina têkoşana şehîd Heval Azad hate dayîn. Piştî temaşekirina sînevîzyona li ser têkoşîn û jiyana Şehîd Azad merasîm bi dawî bû.

Guhdarên hêja, di 8’ê Mijdara 2020’an de balafirên artêşa Tirk gundê Xelef a girêdayî herêma Barê bombebaran kiribûn. Di encama êrişê de Heval Azad  û 2 welatî birîndar bibûn. Her sê birîndar piştî êrîşê veguhestibûn nexweşxaneya Mûsilê. Şervanê YBŞ’ê Heval Azad li nexweşxaneyê şehîd bûbû. Lê hêzên ewlekariyê yên Iraqê cenaze desteser kiribûn. Piştî gelek hewildanan û nerazîbûna civaka me,  cenazeyê ş. Heval Azad radestî rêveberiya Şengalê hatîbû kirin.

Show More
Back to top button