HPG: Hevrêyê me Agir Tilizêr şehîd bû 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi daxuyaniyek nivîskî ragihand, gerîlayê bi navê Agir Tilızêr ku xelkê bajaroka Digur a Şengalê ye, di encama êrîşên artêşa Tirk a dagirker de li qada berxwedanê ya Werxelê şehîd bû. HPG'ê got, "Hevrê Agir Tilizêr bû yek ji fermandarên pêşeng ên Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê. Hevrêyê me Agir hem li tunelên şer hem jî di şerê bi tîmên bi tevger de her tim li refên herî pêş cih girt."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyek nivîskî nasnameya gerîlayê bi navê Agir Tilızêr ku xelkê bajaroka Digur a Şengalê ye û di encama êrîşên artêşa Tirk a dagirker de li qada berxwedanê ya Werxelê şehîd bû, eşkere kir.

Daxuyaniya HPG’ê ya li ser Şehîd Agir Tilizêr wihaye;

“Ewladê leheng ê xelkê me yê Êzidî û yek ji milîtanên pêşeng ên berxwedana dîrokî ya li Werxelê hevrêyê me Agir Tilizêr di êrîşên artêşa Tirk a dagirker de 11’ê Hezîrana 2022’an şehîd bû. Hevrêyê me Agir ku bi biryardarî û moraleke mezin kete çeperên berxwedanê, êrîşên dijmin ên li dijî mirovahiyê hemû pûç kirin û her firsendê derbên giran li dijmin xist. Bû yek ji fermandarên pêşeng ên Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê. Hevrêyê me Agir hem li tunelên şer hem jî di şerê bi tîmên bi tevger de her tim li refên herî pêş cih girt, bi rola pêşengiyê rabû û hêjayî şehîdên me yên leheng bû. Em jî weke hevrê û şopdarên şehîdên xwe yên leheng, di şexsê hevrê Agir de diyar dikin ku armanca azadiyê ya şehîdên xwe pêk bînin û soza vê yekê careke din dubare dikin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me Agir Tilizêr wiha ye:

ANF Görüntüleri
Nasnav: Agir Tilizêr
Nav paşnav: Xalid Qasim Cihê jidayikbûnê: Şengal
Dayik-Bav: Zîn-Qasim

Dem û cihê şehadetê: 11’ê Hezîrana 2022 / Zap

Xelkê me yê Êzidî ku ji aliyê dîrokî û civakî ve hucreya esasî ya gelê Kurd e, ji ber vê taybetmendiya xwe timî êrîşên komkujî û qirkirinê ji aliyê dewletên dagirker ve lê hate ikrin. Bi dehan caran ferman lê rabû û trajediyên gelekî giran dît. Xelkê me yê Êzidî li gel van êrîşan jî di ol, çand û nasnameya xwe de israr kir, bû yek ji sembolên bijarte yên Kurdên berxwedêr. Xelkê me yê Êzidî yê hêja ku taybetmendiya civakî ya xwezayî ya gelê Kurdistanê parast û gihand vê serdemê, di vê demê de Paradîgmaya Modernîteya Demokratîk a Rêberê me dixe meriyetê û pêşengiyê ji şoreşên civakî yên nû re dike. Li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û hevkarên wê yên li ser Şengalê, xelkê me yê Êzidî li ser bingeha xweparastinê li ber xwe dide û di nava vê pêvajoya şer de li gel dayina berdêlên giran di azadiyê de israr dike. Xelkê me yê Êzidî li dijî êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê ji heft heta heftê salî rahişt çekan, ketin çeperên berxwedanê û hesab ji komkujeran pirsî. Xelkê me yê Êzidî di pêvajoya şer de gelek fermandarên hêja ji nava xwe derxist, bi pêşengiya van fermandarên hêja tola jin û zarokên hatin qetilkirin hilanî û bi vî rengî careke din ispat ikr ku jiyaneke bi rûmet bi berxwedanê dibe. Bi hezaran ciwanên Êzidî û Ereb ên Şengalî ku dan ser şopa van fermandarên hêja, îro li çeperên bexwedanê ji bo parastina gelê me têdikoşin. Hevrêyê me Agir Tilizêr jî bi vê berpirsyariya dîrokî destpêkê li Şengalê piştre jî li çiyayên Kurdistanên têkoşiya, bû yek ji parêzvanên jiyana ku şehîdên me bi berdêlên giran afirandine.

Hevrêyê me Agir li navçeya Dugirê ya Şengalê li malbateke welatparêz ji dayik bû. Hevrêyê me Agir ê ku hê nû diket ciwaniya xwe, bû şahidê komkujiya çeteyên DAÎŞ’ê ya li ser gelê Şengalê. Di pêvajoya komkujiyê de rastiya ku gelê me yê Êzidî rûbirû maye û şehadetên di vê pêvajoyê de pêk hatin, bûn sedem ku hêrseke mezin bi hevrêya me Agir re çêbibe. Hevrêyê me Agir zanîbû divê vê hêrsa xwe bi tevlîbûna nava refên têkoşînê veguherîne berxwedanê. Pêşî tevlî nava refên YBŞ’ê bû. Di vê pêvajoya ku şer lê dijwar bû de, ji bo ku gelê me bi fermanên nû re rûbirû nemîne û tola şehîdan hilîne cihê xwe di eniya şer de girt. Bi lehengiya xwe ya di şerê li dijî çeteyan de ji ciwanên Êzidî re bû mînak û gelek ciwan tevlî vê berxwedanê kir. Di vê pêvajoyê de hevrêyê me Agir ku PKK’ê û Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê nas kir, di şexsê hevrêyên me de yên ku guh dan banga gelê me yê Êzidî û çûn Şengalê, bi çandên şoreşgerî û têkiliyên hevrêtiyê yên van hevrêyan bandor bû. Dîsa ji ber ku van hevrêyan bi fedekarî û kedeke mezin li hemberî çeteyan şer kirin û gelê me yê Êzidî parastin, bû sedem girêdana hevrêyê me Agir bi partiya me PKK’ê re çêbibe. Li hemberî şehadeta bi dehan hevrêyên me yên di pêvajoya berxwedanê de hêrsa wî ya li hemberî dijmin hîn zêdetir bû û zanî ku ev şehadeta ancax bi mezinkirina têkoşîna xwe dikare bibe bersiv. Hevrêyê me Agir piştî azadkirina Şengalê, piştî ku çeteyên DAÎŞ’ê bi berxwedaniyeke dîrokî û têkoşîneke destanî têk çûn peywira xwe temam kir û bi gerîlayên azadiyê yên ku vegeriyan çiyayên Kurdistanê, dîsa berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Dizanîbû ku ew dikare dilsoziya xwe ya bi şehîdan re û fedekariya ku PKK’ê ji bo gelê Şengalê kiriye, tenê bi tevlêbûna li nav têîna azadiyê û xwe bi berpirsyar dîtinê pêkan e.

Hevrêyê me Agir piştî ku hat çiyayên Kurdistanê, rastiya Rêber Apo baştir fêhm kir ku ji hevrêyên me re yên di oxira azadiya gelê me de bi fedaîtî şer kirin û şehîd bûn, bû çavkaniya sûdwergirtinê. Fêhm kir ku ji bo bibe milîtanekî fedaî û mîsyona xwe ya dîrokî bi cih bîne, divê di felsefeya Rêbertî de xwe kûr bike. Ji bo vê jî kedeke mezin da, hewl da Rêberê me fêhm bike û ji xwe re bike rêber. Bi kûrbûneke hêja li çiyayên Kurdistanê di demeke kurt de hîn bû, li pêşberî bedewiya çiyayên Kurdistanê heyran ma. bi taybetî bedewiya qada Avaşînê bu sedem ku hevrêyê me Agir hîn bêhtir bi çiyê ve bê girêdan. Bi saya taybetmendiyên xwe yên fedakarî û kedkariyê, li nava hevrêyên xwe hemûyan bû cihê hurmetê. Hevrêyê me Agir, ji bo karibe xwe di taktîkên şer ên gerîla de kûr bike, sûd ji tecrûbeyên hevrêyên xwe wergirt.

Li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a mêtinger ku 14’ê Nîsanê li ser Başûrê Kurdistanê da destpêkirin, hevrêyê me Agir li Qada Berxwedanê ya Werxelê bersiv da û di nava tîmên gerîla yên bi tevger de derbên giran li dijmin xist. Hevrêyê me Agir ji bo hêjayî wan hevrêyan bibe ku sala 2021’ê bi berxwedan û lehengieyke mezin li Werxelê şehîd bûn, ji bo tola wan hilîne her tim hewl dida. Her gava ku firsend didît, derb li leşkerên dijmin dixist, bi îdîa û biryardariya xwe ji bo hevrêyên xwe bû çavkaniya hêzê. Her wiha bo tevlîbûna xwe ya kelecanî û bi coş, bû milîtanekî Apoyî yê mînak. Bi vê taybetmendiya xwe ji bo hevrêyên xwe hemûyan bû çavkaniya moralê.

Hevrêyê me Agir ala berxwedanê ji Cûmalî û Çavrêyan wergirt, di şexsê wan de ji bo hêjayî şehîdên Werxelê bibe bi hişmendiyeke bilind şer kir û şehîd bû. Mîna di nava jiyanê de, di şer de jî bû fermandarekî me yê pêşeng. Di serî de ji malbata wî ya hêja em sersaxiyê ji xelkê xwe yê Şengalê re dixwazin ku fermandarekî bi vî rengî hêja mezin kiriye û tevlî têkoşîna gelê me kiriye.”

ROJNEWS-NAVENDA NÛÇEYAN

Show More
Back to top button