Li Şengalê çandina genim destpê kir

Ji ber ku barang derek hat, cotyarên Şengalê nû dest bi çandina genim kirin. Ji ber hişkesaliyê, li gorî salên borî rêjeya çandiniyê kêm bûye.

Tevî hemû zorî û zehmetiyan, xelkê Şengalê bi sazî, dezgehên xwe ve têkoşîna ji bo jiyanek azad didomînin. Piraniya xelkê Şengalê debara jiyana xwe li ser çandina ce, genim û xwedîkirina lawiran dikin. Di salên dawî de hişkesaliyê bandor li cotyarên Şengalê jî kir.

Îsal jî baran zû nehat, tevî baran dereng jî hat xelkê Şengalê dest bi çandiniyê kiriye. Malbat li gorî derfetên xwe zeviyên xwe dikolin û çandiniyê dikin.

Yek ji cihê xelkê Şengalê dest bi çandiniyê kiriye, Serdeş a çiyayê Şengalê ye, xelk li Serdeştê ji bo pêwîstiyên malê genim diçînin.

ROJNEWS-ŞINGAL

Show More
Back to top button