Hêzên Ewlekariya Hundirîn bidawîbûna qonaxa duyemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehiyê ragihand

Îro Femandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi daxuyaniyekê qonaxa duyemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehiyê ku ji 25'ê Tebaxê de bi piştgiriya YPJ û QSD'ê dabû destpêkirin de, bi dawî kir

Hesekê- Li dijî şaneyên DAIŞ’ê di hundirê Kampa Holê de ku bi bûyerên qetilkirinê ve radibûn, di 25’ê Tebaxê de Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi piştgiriya YPJ û QSD’ê dabû destpêkirin. Piştî derbasbûna 23 rojan, îro Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi daxuyaniyekê operasyon bi dawî kir, armanc û encamên girtine nirxandin. Di daxuyaniyê de Dilbirîn Kobanê Fermandara YPJ’ê ya Herêma Cizîrê û Koordîneya qonaxa duyemîn ji Operasyona Mirovî û Ewlehî û Elî El-Hesen Rêveberiyê Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn amade bûn. Daxuyanî ji aliyê Endama Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin Sozdar Xelîl ve hat xwendin.

Daxuyanî wiha bû: “Di destpêkê de em hevriyên xwe yên şehîd Cesûr Xebat û  Cûneydiyê yên ku di operasyona mirovî û ewlekariyê ya kampa Holê de di pevçûneke li dijî şaneyeke terorîst a çekdar ku girêdayî DAIŞ’ê bû, xwe feda kirin û şehîd bûn, bi bîr tînin.

Di 25`ê Tebaxa borî de, hêzên me bi piştgiriya Hêzên Sûriyeya Demokratîk û hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞ`ê, qonaxa duyemîn a operasyona mirovî û ewlehiyê li kampa Holê – rojhilatê Hesekê, da destpêkirin. Ji bo şopandina şaneyên veşartî yên rêxistina terorîst a DAIŞ`ê zuwa bikin,  jîngeh û şert û mercên ku jê sûdê digirin di pêkanîna êrîşên terorîstî de li dijî niştecihên kampê, rêxistinên mirovî û hêzên ewlehiyê yên ser bi parastina kampê ne, operasyon 24 rojan berdewam kir û gelek encamên berbiçav hatin bidestxistin. Encamên operasyonê ev in:

Operasyon di demên dawî de ji ber gef û êrîşên dewleta Tirk û mijûlbûna hêzên me bi parastina herêmê û niştecihên wê ji wan êrîşan hat paşxistin. Ev yek bû sedema zêdebûna metirsiyên şaneyên DAIŞ`ê.

1-Pêwîstî bi operasyon piştî zêdebûna kuştin û îşkenceya şaneyên terorîst li dijî niştecihên kampê yên ku nexwestin tevlî girseya rêxistina terorê bibin, dest pê kir. Ji ber ku van şaneyan cezayê îdamê dabûn van şêniyan û di nav wan de teror û tirs belav kiribûn li ser wan dihat ferzkirin, yan ew ê tevli hucreyên wê bibûna yan jî wê bi îşkenceyên hovane û kuştinê re rû bi rû bimaniyan ku digihîje tawanên li dijî mirovahiyê. Her wiha hejmara qurbaniyan tenê di vê salê de gihîştiye 44 kesan ji niştecihên bêguneh, karmendên rêxistinan û gelek bûyerên îşkenceyê. Şaneyên terorîst û bi taybetî jinên rêxistinê di dema dawî de, bêbaweriya hejmareke mezin ji niştecih, jin û zarokên wan, ragihandin. Ew li lîsteya xwe ya tesfiyekirinê de bi cih kiribûn û li ser wan hemû rêbazên zext, gefxwarin û tehdîd dihat meşandin. Bi mebesta an wê hukimê wan qebûl bikin an jî ji kampê derkevin û bê stargeh bimînin.

Kampa Holê jî beşek ji plana DAIŞ`ê bû, ji bo kontrolkirina wê. Di dema ku  êrîş li ser zindana Sînaa pêk anîbûn.  Şaneyên terorîst di wê demê de hewl didan ku derbasî nav kampê û derdora wê bibin lê tedbîrên ewlehiyê yên bilez ji aliyê hêzên me û bi piştgiriya Hêzên Sûriyeya Demokratîk ve, êrîşa plankirî ya li hundir û derveyî kampê hat têkbirin. Lê şaneyên DAIŞ`ê ji bo bicihkirina planên xwe tevgerandina xwe berdewam kirin, bi taybetî di dema êrîş û gefên dawiyê yên Dewleta Tirk de ev yek hevkariya di navbera her du aliyan de, eşkere dike.

Di operasyonê de û Li hember vê yekê, hêzên me dikaribûn yekser encaman bi dest bixin û gelek kesên ku destê wan di kuştin , îşkence û belavkirina terorê de hene, hatin girtin. Jiyana gelek kesên ku navê wan di lîsteya tesfiyeyê ya DAIŞ`ê de ewle kir û ew veguhestin cihên ewletir, ji bilî girtin û têkbirina gelek plansaziyên êrîşan û berpirsyarên danûstandina bi şaneyên terorîst ên li derve.

2- Rêxistina terorîst bi taybetî xwe dispêre jin û zarokan wekî çavkaniyên rasteqîn ên ku rasterast bi serkirdeyên DAIŞ`ê ve girêdayî ne, ji bo parastin û belavkirina bîrdoziya terorîst a DAIŞ`ê li kampê, ji bo vê yekê jinên rêxistinê gelek danişîn û kursên qanûnî ji bo perwerdekirinê li dar xistin. bîrdoziya xwe ya terorîst belav dikirin, bi taybetî  zarok û jinan, bi rêbazên hovane yên tolhildanê.

Rêxistinê rê li ber îstîsmarkirina zarokan, bi taybetî yên temenê wan ji heşt salî mezintir, di rolên muhtemel ên şer de vedikir û ji bo vê yekê jî gelek hewldan. Ji bo ji nû ve perwerdekirin û damezrandina rêxistina bi navê “Eşbal El- Xilafê” li gel dezgeha bi navê “Hesba Jinan” ji bo pêşxistina fezîlet û nehiştina xirabiyê ku berpirsiyarên gelek kuştin û tirsandinê bû. Her wiha jinên rêxistinê asta pêwendiya bi jinên din û zarokên wan re bilind kirin û bi gotinên hestiyar an jî bi gefên devkî hewl dan wan bikşînin nava xwe.

Hêzên me gelek nuqteyên ku ji aliyê rêxistinê ve hatibûn veqetandin ji bo îdeolojiya terorîzmê, rûxandin. Gelek jinên herî metirsîdar ên ku di demên dawî de erkên perwerdekirin û kişandina hêmanên li hundir û derveyî kampê girtin ser milên xwe. Her wiha hêzên me jî dezgeha Hesba a jinan û berpirsên Eşbal El- Xîlafê, têk birin.

3-Jinên rêxistina terorê çavkanî û berhemên pêşkêşkirî bi awayekî nebaş bi kar anîn, bi taybetî veguhestina pere û veguhestina agahiyan, teşwîqkirina şaneyan û girêdana wan bi hev re li hundir û derveyê kampa  bi taybetî herêmên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye dagirkirin. Wek girtina plan û bernameyan ji bo belavkirina kaosê di kampê de û amadekirina êrîşên terorîstî û hewldanên revê û wergirtina pereyên ku alîkariya wan dike ji bo kişandina ciwanan. Her wiha di lêkolînên destpêkê de hêzên me navnîşan û navên hin ji hêsankerên operesyonên, fînansekirina şaneyên terorîst û veguhestina pereyan di kampê de bi dest xistin û 3 ji wan li Hesekê û bajarokê Holê hatin girtin. Di operasyonên hevbeş ên Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Hevpeymaniya Navdewletî de, di heman dema ku operasyona mirovî û ewlehiyê de, dihat lidarxistin.

4- Çekên ku hatin dîtin: Di operasyonê de hêzên me dest danîn ser gelek çek, di nav wan de bombe, çekên navîn, çekên bêdeng û guleyên ku şaneyên rêxistinê di operasyonên xwe yên terorîstî de bi kar anîne. Hêzên me gelek tunel û xendeqên neqediyayî jî dîtin. Şaneyên ku çek û tiştan vedişêrin an jî hewl didin ku li kampê birêve bibin, hatin rûxandin.

Di lêpirsînan de, sê çavkaniyên çekên ku li kampê di destên şaneyên terorîstî de bûn, hatin piştrastkirin. Çavkaniya yekem ew e ku beşek ji karmendên rêxistinan bi taybetî karmendên Rêxistina Behar, bi anîna çek,  pereyan û qaçaxçîtiya  jin û endamên rêxistina  DAIŞ`ê ve mijûl bûne. Çavkaniya duyem jî çek û bombeyên ferdî ne ku jin û zarokên rêxistinê di dema veguhestina xwe ji Baxozê di nav tiştên xwe û cilên xwe de veşartibûn, weke teknîkên ewlekarî yên berdest, her wiha şert û mercên zehmet ên lojîstîkî û ewlekarî di wê demê de û hejmareke zêde ya jin û zarokan û hewcedariyên wan, di wê demê de alîkarî neda eşkerekirina wan. Her wiha çavkaniya sêyemin jî rêxistina terorîst ji hemû derfetên ku pêşkêşî niştecihan dihat kirin, jê sûd digirtin da ku niştecihan bitirsînin û teslîmiyetê li wan ferz bikin.

5-Jinên Êzidî yên revandî: Di operasyona mirovî û ewlehî de, Yekîneyên Parastina Jin YPJ`ê du keçên Êzidî ji destê çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin û ew veguhestin hawirdoreke bi ewle ku hejmareke jin û zarokên Êzîdî yên hatin rizgarkirin, tê de dimînin. Ji kampê ji aliyê Yekîneyên Parastina Jin ve di nava 4 salan de gihîştiye zêdetirî 200 kesên Êzidî, hatine rizgarkirin.

YPJ ji bo ku bi lez xwe bigihîjîne van jinan û wan rizgar bike rastî gelek astengiyan hat, ya herî girîng tirsa jinan ji eşkerekirina nasnameya xwe û nenaskirina nasnameyên biyanî ye, ku rê li ber asîmîlekirina şêwazê jiyana jinên DAIŞ`ê vekir da ku jiyana xwe biparêzin. Di bin zexta gefên jinên DAIŞ’ê de. Nebûna dane, wêneyan û şopa tiliyên van jinan ji aliyê hêzên ewlekariyê ve û nebûna hevkariyeke têra xwe ji aliyê rayedarên Iraqî ve di vî warî de, ji ber ku dizanin ku xebatên lêgerînê dê berdewam bikin heta ku hemû jinên Êzidî  bên azadkirin.

Di heman demê de, Yekîneyên Parastina Jin çar jinên ne Êzidî yên ku bi zincîran hatibûn girêdan û rastî îşkenceyên hovane ji aliyê jinên DAIŞ`ê ve hatibûn, xelas kirin. Ji ber ku heta niha lêpirsîn berdewam in ji bo eşkerekirina rastî û berpirsên wan bûyeran.

6  – Aliyê mirovahî:  Hêzên me yên ku di pêvajoya lêgerîn û komkirinê de rastî metirsiyên şaneyên terorîstî hatin, bi hesasiyeteke zêde nêzî aliyên mirovî yên di hundirê kampê de bûn, û garantiyên pratîkî dan ku herikîna alîkariyên mirovî ji bo niştîcehan berdewam bike. Bi heman lez û asta berê, û alîkariyên zêde jî ji para endamên xwe ji bo hin malbatên hewcedar re şandin.

Tevî provokasyonên şaneyên rêxistinê, bi taybetî jinên wê ku hewl dan hêzên me bi pirsgirêkên alîkî ve mijûl bibin da ku operasyonê tevlihev bikin û alîkariya şaneyên terorîst bikin da ku xwe veşêrin û birevin. Operasyon bê kêmasî derbas bû. Teknolojiya ewlehiyê têra xwe ji bo rûbirûbûna diyardeyên wiha, ji bilî cihê hêmanan, şaneyên terorîst neçar bûn ku cilên jinan li xwe bikin da ku xwe veşêrin, lê ev yek nebû asteng ku hêzên me wan tesbît bikin,  liv û tevgerê felc bike û nehêle ku ew zirarê bidin niştecihan. .

7-Erkên navneteweyî: Hêzên me û Hêzên Sûriyeya Demokratîk di dema dawê de tevî ku li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bersivê didin, ji bo pêşîgirtina li teqîna bombeya demkî ya li kampa Holê, berdêlên mezin dan. û di başkirina jiyana nişteciyan de tevî metirsiyên şaneyên DAIŞ`ê, û di dema operasyona mirovî û ewlehî de jî hat rakirin, lê hîna metirsî berdewame, li ser vî esasî  pêwîst e civaka navdewletî ku asta cidiyeta gefên li kampê di dema dawê de kêm kiriye, Di vî warî de em bang li welatên ku hemwelatiyên wan di kampê de hene, ku wan veguhezînin warên xwe û nehêlin  ku ew ji îstismarkirin û leşkerkirina DAIŞ’ê re metirsîdar bin.

Her wiha em bang li aliyên pêwendîdar ên navneteweyî dikin ku têkiliya organîk ya di dema dawî de di navbera îstixbarata Tirk û şaneyên rêxistina Daîş`ê yên li hundir û derveyê kampê de heye, bibînin. pêkanîna operasyonên terorîstî an jî hewildanên qaçaxcîtiya endam û malbatên wan ji bo herêmên dagirkirî, nûjenkirina  û bicihkirina wan di êrîşên muhtemel ên dewleta Tirk de li dijî herêmên me, mîna ya ku di dema êrîşa Tirkiyê li ser kampa Eyn Îsa yê û qaçaxcîtiya malbatên DAIŞ`ê de qewimî.

Her wiha em hişyariyê didin ku metirsiya gihandina neplankirî ya dirav û çavkaniyan di bin navê (piştgiriya civakî) de bi rêya karmendên nekêrhatî yên ku di hin rêxistinên ku di kampê de kar dikin, ji jinên rêxistinê re ku ev yek di propaganda de bi kar tînin.

Di dawiyê de em di Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, pabendbûn û dîsîplîna endamên hêzên xwe û hêzên ku di operasyonê de beşdar bûne û asta bilind a pêkanîna operasyonê bi rêzdarî dinirxînin. Ji bo ewlekarî, parastina mirovatiyê û nehiştina DAIŞ’ê ji kampê sûd werbigire fedakarî  kirin.

Em careke din sersaxiyê ji malbatên şehîdên operasyonê û hevriyên wan re dixwazin û spasiya rêveberiya kampê jî dikin ku kar û xebatên xwe duqat kirine. Berdewamiya xizmetguzarî û alîkariyan ji şêniyan re di dema operasyonê de her wiha ji bo Yekîneyên Parastina Jin, Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Hevpeymaniya Navdewletî ji bo piştgirî û alîkariya wan ya bi bandor.

Em bidawîbûna qonaxa duyemîn a Operasyona mirovî û ewlehî ya li kampa Holê radigihînin, ku hêzên me li gorî pêwîstiyê bi operasyonên ewlekarî yên demkî li ser şopandina şaneyên potansiyel û rûbirûbûna metirsiyan berdewam in.

Li jêr kurteya hejmara girtiyên DAIŞ`ê û çekên desteserkirî di nava kampê de ye:

– Girtî: 226 kes ku di nav wan de 36 jinên ku beşdarî sûcên kuştin û tirsandinê bûne.

– Tesbîtkirina 25 xendek û tunelan.

– Çekên hatin desteserkirin:

3 çekên AK-47 .

2 Çekên RBG bi 2 rokêtan

2 dabançe.

25 bombeyên destan

25 kg teqemeniya TNT

11 çekên bêdeng.

388 guleyên AK-47

10 jerjorên AK-47

9 rextên leşkerî.

Parçeyek cilê leşkerî ji bo artêşa Tirk.

Gelek çekên tûj (kêr – xencer ) û amûrên îşkenceyê.

Gelek amûrên ragihandinê.”

 NUJINHA

Show More
Back to top button