Rêveberiya Xweser a Şengalê: Me soza serkeftinê daye

Hevseroka Desteya Rêvebir a Şengalê Riham Hesen da zanîn  planên li ser Şengalê dibe sedem ku ew bêtir bi serkeftinê ve werin girêdan û ev peyam da: “Me soza tolhildanê û soza serkeftinê daye.”

Piştî hilbijartina pêşwext a li Iraqê, bi taybet PDK’ê dest bi propagandayeke taybet a li ser Şengalê kiriye û hewl dide êrîşeke siyasî ya li hemberî Rêveberiya Xweser a Şengalê bide meşandin. Sazî û dezgehên Şengalê jî ev çend roj in li ser encamên hilbijartinê nirxandinên xwe dikin û plansaziya xwe ya ji bo dema pêş amade dikin. Di nav rojên borî de Rêveberiya Xweser a Şengalê jî bi hemû saziyên xwe ve civiya, encamên hilbijartinê nirxand û her wiha bernameya xwe ya ji bo dema nû nîqaş kir. Hevseroka Desteya Rêvebir a Şengalê Riham Hesen derbarê encamên vê civînê de axivî û gelek mijarên di rojevê de zelal kirin.

‘PDK di fen û hîleyan de serkeftî ye’

Riham Hesen di destpêka nirxandina xwe de destnîşan kir ku PDK’ê dixwest bi hinceta hilbijartinê vegere Şengalê, ji bo vê ketiye nav hewldanan jî, lê îradeya Şengalê li dijî vê yekê derketiye. Riham Hesen bal kişand ser fen û hîleyên li ser hilbijartinê jî û wiha axivî: “Rast e, di fen û hîleyan de biserdikevin, ev ne tiştekî ecêb e. Lê ya me jî berxwedan bi xwere serkeftinê tîne. Me civaka xwe ne li ser fen û hileyan perwerde kiriye. Wan ev rêbaz bikaranî, teknîk di destê wan de ye. Ji bo îredeya li Şengalê belav bikin çi ji destê wan hat, kirin.”

‘Ew di dilê gel de ne serkeftî ne’

Riham Hesen bibîrxist ku li seranserê Iraqê gilî li encamên hilbijartinê têne kirin û wiha berdewam kir: “Wan li gor xwe encam diyar kirin. Li Şengalê li gelek cihan dengdan hate sekinandin. Gel nikaribû deng bide. Gelek ji wan navê wan li cihên dîtir derketin. Di vir de diziya dengan jî çêbû. Bi van hîleyan, bi nav serkeftinê anîn. Lê di dilê gel de ew ne serkeftî ne.”

‘Di salvegera peymanê de hilbijartin çêkirin’

Riham Hesen encamên hilbijartinê bi peymana 9’ê Cotmehê ve girêda û got, ev tifaqa li dijî Şengalê hê jî di vê peymanê de israr dikin. Riham Hesen balê kişand ser roja hilbijartinê jî û ev nirxandin kir: “Di salvegera peymanê de hilbijartin çêkirin. Ev roj bi taybet hate hilbijartin. Bi peyman û hilbijartinê, dixwazin derbasî Şengalê bibin. Lê ew bi xwe ne qanûn nas dikin ne demokrasiyê.”

Riham got gelek sedem hene ku gelê Şengalê li dijî vegera PDK’ê ne û van sedeman wiha rêz kir: “Niha dibêjin emê vegerin, ew dîmenên ku di dema fermanê de bazdan, ew dîmenên ku di navbera Sinûnê û Xanesorê de hevalên me şehîd xistin tên ber çavê herkesî. Ji ber vê yekê kes qebûl nake.”

‘PDK ne ji qanûnê fem dike ne ji demokrasiyê’

Riham Hesen destnîşan kir ku PDK dixwaze xwe bispêre peymana 9’ê Cotmehê û encamên hilbijartinê û vegera Şengalê bi vî rengî rewa bike. Hesen bi van gotinan bertek nîşanî vê polîtîkayê kir: “Nikarin bêjin ev qanûn e emê derbas bibin. Ew bi xwe ne tiştekî ji qanûnê fêm dikin ne jî ji demokrasiyê. Çi tiştê ne li gor berjewendiyên Êzidiyan be, em serî li ber natewînin.”

‘Me soza tolhildanê, soza serkeftinê daye’

Hevseroka Desteya Rêvebir a Şengalê Riham Hesen di dawiya nirxandinên xwe de derbarê civîna Desteya Rêvebir a Şengalê de jî hin agahî dan. Hesen da zanîn ku Rêveberiya Xweser bi hemû saziyên xwe ve civiyaye û wiha behsa encamên civînê kir: “Em bêjin, bi tu hevalê me re ji ber encamên hilbijartinê bêmoralî an jî hestê neserkeftinê çênebûye. Hêviya wan ji serkeftinê re mezintir bûye. Planên bi vî rengî yên li ser Şengalê dibe sedem ku em bêtir bi doza xwe ve werin girêdan. Helwesta me ne duh an jî îro hatiye danîn. Ji roja ku em bi wijdan tevlî kar û xebatan bûne, ji 2014’an pê ve ev soz hate danîn. Soza tolhildanê, soza xwerêxistinkirinê, soza serkeftinê hatiye dayîn. Tiştekî ji vê rastiyê cûdatir ku em bixin nav planên xwe de nîne. Tiştekî ku bibe sedem em xeta xwe biguherînin nîne.”

ROJNEWS-ÎBRAHÎM ÊZDÎN

Show More
Back to top button