TAJÊ: PDK dijminantiya Êzidiyan dike

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) li dijî hewldanên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ku dixwaze bi hêzek leşkerî ya mezin bikeve Şengalê bang li hemû jinên Kurd, Êzidî û partî û rêxistinên demokrat kir ku li dijî derkevin.

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) têkildarî hewldanên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ya ketina Şengalê daxuyaniyek nivîskî da.

Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Di 3’yê Tabaxa sala 2014’an de bi xiyaneta hêzên PDK’ê re çeteyên DAIŞ’ê êrîşê Şengalê kirin. Fermanekî li ser civaka Êzidî rakirin. Di vê fermanê de bi hezaran jinên Êzidî hatin qetilkirin û ketin destê DAIŞ’ê de û li ber çavê hemû dinyayê de qirkirina jinên Êzidî pêk hat, ev jî di encama xiyaneta PDK’ê  ye.

Weke  ku PDK’ê ji vê fermanê têr nebe, vê carê jî di 3’yê Adarê sala 2017’an de PDK’ê bi hêzên xwe yên pêşmerge û pêşmergeyên roj êrişê Xanasorê kirin.

PDK dijimtiya xwe li hember Kurda û civaka Êzidî berdewam kir. PDK’ê dijmintiya xwe bi dijmintiya Tirka re kir yek û peymana 9’ê Cotmehê ku vîna civaka Êzidî nasnake îmza kir. Li ser esasê itîfaqa 9’ê Cotmehê PDK’ê li hember jinên Êzidî û civaka Êzidî li her derê dijmintiya xwe kur kir. Vê carê PDK’ê di bin navê hilbijatinan de bi kesê ku bi navê Aşîtî koçer yê ku fermandartî ji hêzên PDK’ê yên Şengalê dikir, yê ku pêşengtiya xiyanetê kiribû, xwestin bên Şengalê. Gelê Êzidî taybet dayîkan li hember vê rawestiyan û bi biryareke mezin hatina pêşmergeyan ya li ser axa pîroz qebûl nekirin û wan paşve birin.

PDK bi hêrsa binkeftinê carekî din dixweze bi hêzekî mezin Şengalê dagirbike.

Bangawaziya me ji hemû jinên Kurt, Êzidî û partî û rêxistinên demokrat re li hemberî êrişên  ku PDK’ê wê li ser civaka me ya Êzidî pêkbîne rewaste. Divê êdî em hemû jin li beramberî dijminatiya PDK’ê destê xwe bikin yek û rawastin. Bimre xiyanet. Bijî berxwedana Şengalê.”

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button