Li Şengalê Cejna Xidir Nebî hate pîrozkirin

Li Êzidxanê piştî 3 rojên rojiyê Cejna Xidir Ilyas (Xidiliyas) dûh cejn destpêkirîbû û îro bi dawî bû

Cejn her sal di hefteya duyemîn a meha Sibatê li tevahiya Êzîdxanê tê pîrozkirin. Duşem, Sêşem û Çarşemê rojî hatîbûn girtin. Her çiqas rojî li ser herkesî ferz nîn be jî di nav civaka me de kesên ku navên wan Xidir û Ilyas bin, pêwîst e van her sê rojan bi rojî bin û li ser wan ferz e.

Dûh jî cejna Xidir İlyas bû. Dûh xelkê me ku cejna xwe pîroz dikir hem çûn serdanên hev, cejna hev pîroz kirin hem jî çûn mizargehên xwe yên pîroz.

Îro jî cejna Xidir Nebî bu. Xelkê me cejna xwe bi dilgermî pîroz kir.

Show More
Back to top button