Birîndarê ji komkujiya Sikêniyê xilas bûyî: Haya artêşa Iraqê ji êrîşê hebû

Endamê Komîteya Tendûristiyê ya Şengalê Ebdî Silêman ku ji komkujiya Nexweşxaneya Sikêniyê ya ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatibû pêkanîn bi birîndarî rizgar bû, destnîşan kir ku haya artêşa Iraqê ji êrîşan hebû û got: “Wana jî her tim nexweşên xwe di anîn vir, lê ji 2 rojan beriya êrîşê ve êdî nedihatin nexweşxaneyê.”

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker, 17’yê Tebaxa 2021’an Nexweşxaneya Gundê Sikêniyê yê Şengalê bombebaran kir. Balafiran welatiyên ku bi hawara birîndaran diçûn jî kirin hedef û bi vî rengî 4 caran nexweşxane bombebaran kir. Di bombebarê de 4 endamên tenduristiyê û 4 şervanên YBŞ’ê ku li nexweşxaneyê dihatin dermankirin, şehîd bûn. Di bombebaranê de 4 kes jî birîndar bûn.

Yek ji birîndarên ku ji komkujiyê rizgar bûye jî Endamê Komîteya Tendûristiyê ya Şengalê Ebdî Silêman e.

Ebdî Silêman ku têkildarî êrîşa hovane ji Rojnews re axivî, agahiyek gelekî balkêş jî da.

Ebdî Silêman da zanîn ku Nexweşxaneya Sikêniyê ji bilî nexweşên YBŞ’ê û sivîlan, her wiha nexweşên artêşa Iraqê ku nêzî wan bûn jî pêşwazî dikirin. Li gorî Ebdî Silêman artêşa Iraqê jî hema bêje her roj nexweş di anîn cem wan û dihatin dermankirin.

Ebdî Silêman balê dikişîne ku 2 roj beriya êrîşan êdî tu kes ji artêşa Iraqê nedihat gel wan û ev agahî parve kirin: “Rojane  artêşa Iraqê nexweşên xwe di anîn gel me. Lê wekî ku agahiya wan ji êrîşê hebe, ji rojan beriya êrîşan ve, hîç kesek ji wan nedihat nexweşxaneyê. Ev nêzîkahiya wan li cem me bû sedema gumanan.”

Ebdî Silêman beha kêliyên êrîşên hovane jî kir û ev agahî parve kirin: “Em  zêdetirî 10 kesan bûn û di saetên bêhnvedanê de bûn. Li cem me sivîl, nexweş û xebatkarên tendûristiyê hebûn. Ji nişka ve êrîş pêk hat. Ez di bin avahiyê hilweşiyayî de mam, lê min karîbû xwe rizgar bikim. Dema êrîşê de gel bi hawara me hat û hewil da ku kesên birîndar rizgar bikin, lê dema gel li hev kom bû, careke din êrîş pêk hat.  Di cara duyemîn de hejmara şehîd û birîndaran zêde bû. Her wiha dema careke din gel bi hawara birîndaran hat û li der dorê kom bû, cara sêyemîn nexweşxane hate bombebarankirin. Piştre welatiyan ez veguhestim nexweşxaneyê û piştre êdî min nezanî çi bûye.”

ROJNEWS-ÎBRAHÎM ÊZDÎN

Show More
Back to top button