Ji Civîna Ammanê Heya Peymana 9’ê Cotmehê planên Fermanê -2

Plansaziya ku di civîna 1’ê Hezîrana 2014’an de hatibû danîn di meriyetê de bû. Mûsil teslîm bibû, Şengal hatibû dorpêçkirin. Rêber Apo digot “Divê Êzdiyatî bijî” û banga parastina Şengalê li gerîlayên azadiyê dikir. Li ser banga Rêber Apo bi sedan gerîla berê xwe dan Çiyayê Şengalê û hemû hesabên fermangeran pûç kirin. Plana Ammanê, li Çiyayê Şengalê û li berxwedana gerîla ket û şikest.

10’ê Hezîranê Mûsil bi destê DAIŞ’ê hatibû dagirkirin, Şengal hatibû dorpêçkirin û amadekariyên komkujiyê dihat kirin. Şoreşa Rojava rastî êrîşên piralî dihat. Her tişt wekî ku di civînê de hatibû plankirin dimeşiya. Lê tiştekî ku di plana Ammanê de baş nehatibû hesabkirin, hemû hesaban xira kir. Ew jî berxwedan bû. Li Şengalê berxwedana gerîlayên HPG’ê û YJA-Starê, Li Rojavayê Kurdistanê jî berxwedana şervanên YPG û YPJ’ê. Beguman ev berxwedan jî ne encama biryara rojekî bû. Rewşa Şengalê û civaka Êzidî her di rojeva Rêber Apo de bû. Li Îmraliyê, di nav tecrîda giran de jî Rêber Apo her carê rewşa Êzidiyan pirs dikir, gef û metirsiyên li ser wan dinirxand, bang û hişyariyên parastinê dikir.

Rêber Apo: Divê Êzdiyatî bijî

Ji ber ku Rêber Apo rastiya civaka Êzidî wekî cewhera rastiya gelê Kurd binav dikir. Li hemberî hemû fermanan berxwedan û sekna wan a parastina çand, ziman, bîr û baweriyê  pir watedar didît û wiha digot: “Beriya her tiştî erkeke mirovahiyê ye ku, civaka Êzidî li ser erdnigariya xwe hebûna xwe berdewam bike. Ji bo me jî tê wê wateyê ku civaka Kurd cewhera xwe, nirxên xwe yên kok biparêze. Ji ber vê yekê divê rastiya Êzdiyatiyê teqez were jiyan kirin, li hemberî hemû êrîşên li ser hebûna xwe were rêxistinkirin.”

Ji Rêber Apo bang ji bo gerîla

Rêber Apo valahiyên li Iraqê û metirsiyên li ser Êzidiyan her carê dinirxand û ji bo Şengalê banga liv û tevgerê ji tevgera azadiyê re dikir û digot “Ez bi salan e hişyar dikim. Nasnameya gelê me yê Êzidî di bin metirsiyê de ye. Ez dibêjim bikevin tevgerê.” Rêber Apo bi van gotinan bang li gerîlayên azadiyê dikir ku ji bo parastina Şengalê bi lez û bez bikevin nav liv û tevgerê. Rêber Apo beriya her tiştî dixwest ku Êzidî bibin xwedî vîneke azad, parastina xwe ya cewherî pêş bixin û rêveberiya xwe ya xweser ava bikin. Ango, ji bo Êzidiyan banga Şengal’a azad û jiyana azad dikir.

12 siwarên hemdem berê xwe dan Şengalê

Li ser bangawazî û hişyariyên Rêber Apo, gerîlayên azadiyê ketin nav liv û tevgerê. Beriya fermanê, 12 gerîlayên PKK’ê ku di nav de fermandarê mezin a Şengalê Dilşêr Herekol jî hebû, wekî 12 siwarên hemdem berê xwe dan Çiyayê Şengalê da ku civaka Êzidî perwerde û birêxistin bikin, hêza parastinê ava bikin. Lê PDK’ê xwest çûyîna gerîlayan asteng bike. Ji ber vê gerîlayên PKK’ê bê çek û bi awayek veşartî xwe gîhandin Çiyayê Şengalê. PDK’ê 3 gerîlayên ji vê komê girt û xist zindanê.

Karayilan: Gerîla wê mudaxaleyê Şengalê bike

Hişyariyên Rêber Apo di demeke kurt de rast derketin. DAIŞ, piştî Mûsilê berê xwe da Şengalê û 3’ê Tebaxa 2014’an ji Başûrê Çiyayê Şengalê dest bi komkujiyan kir. Bi hezaran pêşmerge bi talîmata PDK’ê re şer nekirin û ji Şengalê vekişiyan. Rewş her ku diçû girantir dibû, ne hêzên navneteweyî ne jî yên herêmî ruxmê sozên dayî jî nediçûn alikariya Êzidiyan. Di vê noqtê de tevgera azadiyê PKK’ê biryareke din a dîrokî girt û Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Murat Karayilan 5’ê Tebaxê ji hemû cîhanê re ragihand ku ewê mudaxale li rewşa Şengalê bikin. Karayilan bi van gotinan sedem û armanca mudaxaleyê ragihand: “Li Şengalê ruhê Kurdayetiyê heye, em ji DAIŞ’ê re nahêlin. Emê li gor hêza xwe îşev mudaxaleyê Şengalê bikin û dê gerîla li wir bimîne.” Li ser vê daxuyaniyê bi sedan gerîlayên azadiyê berê xwe dan Çiyayê Şengalê.

Bangawaziya fermandariya hevpar bê bersiv ma

Karayilan, wê demê bangawaziyeke dîrokî jî li hêzên Kurdistanî kiribû da ku li hemberî DAIŞ’ê têkoşîneke hevpar were meşandin û wiha gotibû: “Eger hêzên Kurdistanê bersiveke erênî bidana, DAIŞ îro ewqas derfet bidest nedixist. Me got em amade ne Şengalê biparêzin. Me got em amade ne Kerkûk û Mûsilê biparêzin. Lê qebûl nekirin. Eger tedbîr bihata girtin, dê rewş wisa nebûya.”

PDK’ê biryar dabû ku yek gule bernede

Sedema ku bersiveke erênî ji bangawaziya Karayilan re nehat dayîn diyar bû. Dema koma yekem a gerîla jî gihîştibû Şengalê, ji bo berxwedaneke hevpar bi pêşmergeyên PDK’ê re hevdîtin kiribûn. Berxwedana hevpar li aliyekî, biryar hatibû dayîn ku pêşmerge şer neke. Dema gerîla sedema vê pirs kiribûn pêşmerge ev bersiv dabûn: “Hikumeta herêmî a Kurdistanê biryar daye ku yek gule jî neyê teqandin. Ji me re ferman hatiye ji ber vê em nikarin şer bikin.” PDK’ê li şûna fermana şer û berxwedanê bide, fermana vekişînê dabû. Ev hemû jî girêdayî biryara civîna 1’ê Hezîranê ya Ammanê bûn.

Gerîla hemû hesaban guherand

Çawa ku hatina 12 siwarên hemdem a Çiyayê Şengalê hêviya berxwedanê bi civaka Êzidî re çêkir û rê li ber fermanê girt, ev daxuyaniya dîrokî ya gerîla jî hemû hesabên li ser Şengalê û herêmê berhewa kir. Ango mudaxaleya gerîla a Şengalê di heman demê de mudaxaleya hemû plansaziya Peymana 1’ê Hezîranê ya Ammanê bû. Biryara gerîla ne tenê li ser Şengalê bandor kir, hemû hevsengiyên leşkerî û siyasî ya herêmê guherand.

Plana Ammanê hate şikestin

Berxwedana şervanên YPG-YPJ’ê yên li Rojava û mudaxaleya wan a Şengalê, hatina gerîlayên HPG û YJA-Starê, plana Ammanê şikand. Destpêkê parastina civaka Êzidî ya ji fermanê, pişt re jî pêngava rizgarkirina Şengalê vê plana bêbext pûç kir. Beguman hêzên ku vê plansaziyê kiribûn ji bo planê zindî bikin ketin nav liv û tevgerên cûda. PDK’ê, ji bo car din vegere Şengalê gelek caran ji bo gerîlayên HPG’ê û YJA-Star’ê ji Şengalê derkevin daxuyanî dan, bangawazî kirin. Ev têrî nekir di sala 2017’an de li Xanesorê êrîşê hêzên azadiyê kir lê biserneket. Ji ber ku fikrê azadiyê wekî tova jiyana nû di nav civaka Êzidî de şîn bibû.

Ji fermanê ber bi Şengala azad ve

Niha em ber bi salvegereke nû ya fermanê ve diçin. Di nav 7 salên borî de civaka Êzidî di asta şoreşê de pêşketin bidest xist. Ji civaka fermanê ber bi ronesanseke dîrokî ve gav avêtin. Stûyê xwe ji ber şûrê fermanê kişand, ev şûr şikand û niha pergalekî ku dikare ji hemû pirsgirêk û aloziyên Iraqê re bibe derman ava kir. Civaka Êzidî li qeraxa şikandina dîroka fermanan e lê hê jî têkoşîna statuya xwe dimeşîne. Ji ber ku civaka Êzidî baş dizane eger wekî civakeke demokratîk xwe birêxistin neke û di bin her şert û mercî de bedel çi dibe bila bibe pergala xwe neparêze, şûrê fermanê dê her li ser serê wê bigere.

Dê Peymana 9’ê Cotmehê jî têk biçe

Niha li hemberî vîna azad a civaka Êzidî, hesab û planên nû tê kirin. Peymana 9’ê Cotmeha 2020’an, di cewherê xwe de nûjenkirina plana 1’ê Hezîrana 2014’an a Ammanê ye. Çawa ku plana Ammanê bi berxwedan, parastin û rêxistinbûnê têk çû dê Peymana 9’ê Cotmehê jî bi avakirina xweseriya demokratîk û bidestxistina statuya Şengalê re pûç bibe.

ROJNEWS- ÊZDÎN ŞENGALÎ

Show More
Back to top button