Jinên rizgarkirî wê îsal 8’ê Adarê pîroz bikin

Endama TAJÊ Hena Elyas, der barê xebatên 8'ê Adarê yên jinên civaka me de got: "Emê îsal 8'ê Adarê bi pêşengiya jinên ku ketine destê DAIŞ’ê û rizgar bûne, pîroz bikin"

Bi rasthatina 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li seranserî cîhanê jin amadekariyên daketina qadan dikin. Yek ji van deran jî Şengal e. Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) îsal wê bi dirûşmeya “Bi têkoşîna jinên êzidî, azadiya Rêber Apo û xweseriya Şengalê wê mîsoger bibe” yê li qadan bin. Ji xwe ji 3’ê adarê ve starta xebatan ji hêla TAJÊ ve hatîbû dayîn.
Endama TAJÊ Hena Elyas, der barê xebatên 8’ê Adarê yên jinên êzidî de ji ajansa Mezopotamya re axivî û got: “Emê îsal 8’ê Adarê bi pêşengiya jinên ku ketine destê DAIŞ’ê û rizgar bûne, pîroz bikin.”
Endama TAJÊ der barê naveroka xebatên 8’ê Adarê de jî agahî parvekiriye.
Hena Elyas anî ziman ku piştî fermana dawî ya li ser civaka me daxwaza azadiya jinan li nav jinên êzidî dest pê kir û ew ê bi daxwaza azadiya jinan dakevin qada 8’ê Adarê. Elyas bi bîr xist ku wan di 1’ê adarê de dest bi xebatên 8’ê Adarê kirine û got: “Piştî ewqas zor û zehmetî pîrozkirina 8’ê Adarê ji bo me girîng û bi wate ye. Îsal ew jinên ku ketine destê DAIŞ’ê û pişt re hatine rizgarkirin, wê li Şengalê amade bin û em ê bi hev re 8’ê Adarê pîroz bikin. Ev jî ji bo me jinan kêfxweşiya herî mezin e. Beriya fermanê li Şengalê 8’ê Adar nedihat pîrozkirin. Ji ber ku jinên êzidî her tim bindest bûn û her tim digotin, ‘Jina êzidî dara şikestî ye’. Lê di roja me ya îro de jinên êzidî xwe bi rêxistin kirine û di têkoşîna azadiya jinan de pêşengtiyê dikin.”
‘ÎRO JINÊN ÊZIDÎ BI BERXWEDANA XWE TÊN NASÎN’
Elyas destnîşan kir ku ew wek jinên êzidî gefên tu dewletan li ser xwe qebûl nakin û jinên êzidî di hedefa dewletan de ne. Elyas got berê kesî jinên êzidî nas nedikirin lê îro têkoşîna jinên êzidî li tevahiya cîhanê belav bûye û wek jinên berxwedêr û têkoşer ên li dijî zilma DAIŞ’ê sekinîne têne nasîn. Elyas da zanîn ku rizgarkirina jinên êzidî yên di destê DAIŞ’ê de ji bo cîhanê bersiva herî mezin bû. Elyas got serdest naxwazin jinên êzidî bi rêxistin û azad bibin û her tim dixwazin desthilatdariya xwe li ser wan ava bikin.
Elyas bang li jinên êzidî kir ku vegerin ser axa xwe û werin li li ser axa xwe azad bijîn. Elyas got ew kesên ku tiliya wan di qetilkirin û revandina jinên êzidî de heye divê li tavilê werin darizandin.
Elyas bang li jinan kir ku dest bidin destê hev û li qadên 8’ê Adarê azadiyê biqîrin û daxwazên xwe bînin ziman.
‘EM Ê BÊNAVBER LI QADAN BIN’
Edlê Şemo a ji bo azadiya jinan têdikoşe jî anî ziman ku jin di daxwaziya azadiyê de pêşengiyê dikin û got: “Divê her jinek di meşa azadiyê de cihê xwe bigire. Jinên êzidî ne wek berê ne. Jina êzidî rabûye ser piyan. Em hêvîdarin ku wê jin bi ser bikevin. Îro jinan serî rakiriye û ber bi azadiyê ve dimeşin. Jin bi zane û bi rêxistin bûne. Kesên ku digotin ‘Jin nikare bike’ bila li Şengalê binêrin. Di her qadên jiyanê de jin pêşengiyê dikin. Zerîfe Osê jî jinek bû. Wê jî li ber xwe da û dijî serdestiya zilam rabû. Em jin jî niha ber bi riya wê ve dimeşin. Bi perspektîfa birêz Ocalan ya bîrdoziya rizgarkirina jinê, îro jin di daxwaziya azadiyê de bi israr in. Di vê daxwazê de rola birêz Ocalan geleke. Em jî bi vê nêrîn û baweriyê wê heta 8’ê Adarê bênavber li qadan bin.”
ÇAVKANÎ: ZEYNEP DURGUT-AJANSA MEZOPOTAMYA

Show More
Back to top button