Xelkê Şengalê: Serokatî xwedî li me derket, niha dora me ye

Xelkê Şengalê diyar kir, ku di demê fermanê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û milîtanên wî bi hewara wan ve çûye, niha dem hatiye ku ew jî bi hewara Ocalan biçe, xwedî lê derkevin.

Xelkê Şengalê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan kir û diyar kir ku divê erk û berpirsyariyên xwe yên li ber Öcalan bi cih bînin û çi bikin kêm e.

‘EW BI HEWARA ME HAT, EM ÊZIDÎ JÎ DIVÊ BI HEWARA WÎ VE RABIN’

Dayika Tewrêz diyar kir ku ew dayikên Şengalê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çi bikin ne poşman in û got: “Em ê rabin û di nava çalakiyan de bin. Em qenciya Serok Apo ji bîr nakin. Em ê ji bo wî rabin ser lingan, li ber xwe bidin. Eger ku ne ji ber Serokatî ba yek ji me li çiyayê Şengalê nedima. Ew bi hewara me hat, em Êzidî jî bi hewara wî ve rabin.”

‘DIVÊ EM CIVAKA ÊZIDÎ Û CIWAN ERK BERPIRSIYARYÊN XWE LI BER OCALAN BI CIH BÎNIN’

Endamê Rêveberiya Yekîtiya Ciwanên Êzidxanê Salim Zerdeşt jî anî ziman ku ev nêzî 25 sal in Ocalan di nava zindana Îmraliyê de ye û wiha domand: “Ev demeke ne ti agahî û ne jî ji rewşa tenduristî Serokatî agahiyek zelal nehatiye girtin. CPT çû Îmraliyê, li ser serdan û rewşa Rêbertî ti agahiyek bi gelê Kurd re parve nekiriye. Em ciwanên Êzidî me weke erk dît ku konê azadiyê danin. Nêzîkatiya gel a ji bo kon dilsoziya bi Rêber Apo re nîşan dide. Çawa ku Rêber Apo û milîtanên wî dema fermanê bi hewara me ve hatin, divê em ciwan û xelkê Şengalê jî bi erk û berpirsiyarên xwe ve rabin, xwedî li Rêber û Serokê xwe derkevin.”

‘EM JI BO SEROKATÎ ÇI BIKIN KÊM E’

Endama Koordînasyona TAJÊ Neam Bedel da xuyakirin ku ew civaka Êzidî û TAJÊ ti demê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan jî bîr nakin û got: “Dema wî em ji bîr nekir, nabin em wî ji bîr bikin. Em çi ji bo Serokatî bikin kêm e. Çi bikeve ser milê me xelkê Şengalê divê em texsîr nekin.”

‘SEROKATÎ AZAD NEBE, PIRSGIRÊKA ROJHILATA NAVÎN ÇARESER NABE’

Bedel daxwaz ji dewletên Ewropa û navneteweyî, sazî û dezgehên mafên mirovan diparêzin kir ku xwedî li Ocalan derkevin û ev anî ziman: “Ji ber ku Serokatî ne tenê ji bo xwe li girtîgehê ye, ew Serokê gel û miletekî ye. Em dixwazin xelk xwedî lê derkevin. Heta Serokatî azad nebe, pirsgirêka Rojhilata Navîn çareser nabe. Kilîda çareseriya Rojhilata Navîn Serokatî ye. Serokatî azad bibe pirsgirêk namîne. Em dixwazin di demek kin de, ji girtîgehê bê azadkirin.”

ANF

Show More
Back to top button