Fermandarê Foca Laleş: Em ti lihevkirineke li ser doza Êzidiyan qebûl nakin!

Fermandarê Foça Laleş Xal Elî konferansa Mûsilê ya dibin navê lihevhatinê de bi zimanekî tund rexne kir û got: "Bila tikes hewl nede li ser doza Êzidiyan xwe mezin bike, ev doz parêzger jî eşîran jî derbas dike. Wê ti lihevkirineke wan ji bo me derbas nebe û emê qebûl jî nekin."

Duh ‘Komeleya Tehrîr a Ji bo Pêşketinê’ bi îdiaya çareserkirina nakokiyên ji ber şerê DAIŞ’ê di navbera civaka Êzidî û gelê Ereb de derketiye, konferansek li Mûsilê lidarxist. Hinek kesayetên Êzidî, bi hevkariya Herêma Kurdistanê (PDK) û kesên di dema êrîşên DAIŞ’ê de hevkariyê bi DAIŞ’ê re kirine, beşdarbûne. Lê konferans dibin navê çareserkirina pirsgirêkên navbera Ereb û Êzidiyan de hate lidarxistin. Parêzgerê Mûsilê Ebdulqadir Dexîl jî beşdarê konferansê bû. Di dawiya konferansê de belgeyek lihevhatinê ji aliyê beşdarvanan ve hate îmzekirin.

Lê civaka Êzidî dibêje, yên beşdarê konferansê bûne alîgirên PDK’ê û kesên di dema fermanê de hevkarî bi DAIŞ’ê re kirine. Her wiha hem Rêveberiya Xweser a Şengalê, hem jî malbatên qurbaniyên fermanê dibêjin, ti pirsgirêkeke wan bi gelê Ereb re nîne, pirsgirêka wan bi yên hevkarî bi DAIŞ’ê re kirine û destê wan di xwîna Êzidiyan de heye re ye.

Têkildarî mijarê Fermandarê Foça Laleş Xal Elî bi rêya ajansa me nerazîbûn nîşana encama konferansê da. Xal Elî dazanîn, li ser navê Êzidiyan axaftin parêzgerê Mûsilê û eşîran jî derbas dike û got: “Duh bi mebesta lihevanînê li parêzgeha Mûsilê bi beşdariya hinek serokeşîr û parêzger belgeyek hatiye îmzekirin. Ev yek wan derbas dike. Heta parêzger û eşîrek jî derbas dike. Em xwediyê vê dozêne, ne ew.”

Xal Elî daxuyakirin kî xwe nêzî vê dosyayê bike, wan dişopînin û wiha pêde çû: “Kî xwe nêzî vê dosyayê bike, em dişopînin. Kî çî lihevkirin bike bila bike, me girê nade. Vêca çi ew tevlî vê karê parêzger bibin çi jî parêzger tevlî karê wan bibe, ferq nake. Ez kurê şehidim û xwediyê vê dozê ne. Ti biryar anjî lihevkirineke wan ji bo me derbas nabe. Emê bav û bapîrên xwe ji bîr nekin. Kî bixwaze xwe li ser doza Êzidiyan mezin bike, em jêre dibêjin berovajiyê wê tuyê bin bikevî.”

 

Show More
Back to top button