Li Wargeha Herşem a Şengaliyan şewat

Li Wargeha Herşem a koçberên Şengalê lê dimînin şewat derket. Di encamê de 6 kon şewitîn.

Li Wargeha Herşem a li Hewlêrê ku koçberên Şengalê lê dimînin şewat derket. Di encamê de 6 kon bi temamî şewitîn. Ziyana madî li xwediyê wan bû.

Li gorî agahiyan ti ziyana canî nîne.

Heta niha aliyên peywendîdar têkilarî sedema şewatê ti agahî parve nekirine.

Hêjayî gotinê ye ku heta niha ev çend care li wargehên koçberên Şengalê yên li Dihok û Hewlêrê şewat derdikeve û dibe sedema ziyana madî û canî.

Hewlêr-Rojnews

Show More
Back to top button