Yekîtiya Ciwanên Êzidxanê wê 3. Konferansa Xwe Lidarbixin

Yekîtiya Ciwanên Êzîdxanê di 12'ê Çileya 2024'an de konferansa xwe ya sêyemîn lidarbixin. Ciwanên Êzîdxanê derbarê konferansê de daxuyaniyek dan û ev peyam dan: ''Bi vê konferansê re tiştê dikeve ser milê me ewe ku bi rêxistineke xurt û xebateke serkeftî em armanca dijmin bişîkînin. Her ciwanek rêxistinkirî tê wateya vale derxistina planên dijmin.''

Yekîtîya Ciwanên Êzîdxanê di 12’ê Çileyê de bi şîara “Ji bo azadiya Rêber Apo cenga azadiyê biserxin, xweseriya Şengalê mîsoger bikin” konferansa xwe ya sêyemîn lidardixe. Ciwanên Êzîdxanê vê konferansê wekî konferansa xwe ji nû ve rêxistinkirin û berfirehbûnê binav dikin. Ev konferans di çarçoveya pêngava ‘Ji Rêber Apo re azadî, ji Şengalê re xweserî’ tê lidarxistin ku hedef û armanca esasî jî bilindkirina têkoşîna azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan û mîsogerkirina xweseriya Şengalê ye.

Yekîtîya Ciwanên Êzîdxanê derbarê konferansê de daxuyaniyekê dan, di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku wê konferans li dijî xeta xiyanetê xeta berxwedanê xurt bike û ji bo parastina Êzîdxanê li ber hemû êrişan parastina cewherî pêş bixe.

‘Zarokên Êzîdxanê li ber dijmin disekinin’

Daxuyanî ji aliyê endama Yekîtiya Ciwanên Êzîdxanê, Avesta Êzîdxan ve hate xwendin û di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Di dîrokê de li beramberî civaka me herdem êrîşên hovane hatine kirin. Armanca van êrîşan ewe ku dixwazin çanda me û ola me tine bikin. Lê êrîşên heyî çiqasî giran be jî zarokên vê civakê li beramberî dijmin sekinîn û di rêya Tawis-î Melek de ji bo Êzîdxanê biparêzin gihîştin şehadetê. Bi taybet di nav sala borî de hevalên qehreman Ş. Pîr Çeko, Ş.Agir Cefrî, Ş. Şêrzad, Ş.Dîndar, Ş.Pîran, Ş.Argeş û Ş. Berxwedan di temeneke ciwan de şehîd ketin. Kedeke wan a pir mezin li ser xebatên ciwanan hebû. Bi taybet Pîr Çeko ji bo xebatên ciwanan pêş bikeve xwedî kedeke mezin bû. Em ciwan, emanetê ku wan şehîdan ji me re hiştine ti carî ji bîr nakin.

Bi rêxistineke xurt emê armanca dijmin bişkînin

Em îxaneta Malbata Barzanî ku bi hevkariya dewleta Tirk re xwestin li Şengalê ciwanan bikin dijminê kokê ji bîr nekin. Qehremanên ku li beramberî dijminê kokê têkoşîn kirine em ji bîr nekin. Bi vê zanebûnê, tiştê ku dikeve ser milê me, bi rêxistineke xurt û xebateke serkeftî em armanca dijmin bişîkînin. Her ciwanek rêxistinkirî tê wateya vala derxistina pîlanên dijmin.”

ŞENGAL/ROJNEWS

 

Show More
Back to top button