Li Şengalê Komkujiya Parîsê bi meşeke girseyî hate şermezarkirin 

Hemû pêkhate û saziyên Rêveberiya Xweser a Şengalê bi bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî komkujiya Parîs'ê ya 9'ê Çileyê û qetilkirina şoreşgerên jin bi meşeke girseyî şermezarkirin û peyama: "Heman hêz êrîşê heval Sakîne û jinên Êzidî kirin. Ev hêzane hevpeymanin. Ji ber vê em dibêjin, weke jinên Êzidî rêya şehîdên Parîsê rêya me ye, têkoşîna wan têkoşîna me ye. Tovê ku heval Sakîne çandiye wê li Şengalê şîn bibe."

Îro di saet 14.00’an de pêkhateya Êzidî û Ereb yên Şengalê, li gel hemû saziyên Rêveberiya Xweser a Şengalê bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ji bo protestokirina qetilkirina şoreşgerên pêşeng yên Tevgera Azadiya Jinên Kurdistanê li ber Meclîsa Gel a Şengalê kombûn. Girseya ku li ber meclîsê kombû posterên 6 jinên şoreşger Sakîne Cansız, Fîdan Dogan, Şeyla Şaylemez, Sêvê, Fatma û Pakîze rakirin. Paşê berbi dewreya Heyermok ve meşiyan. Di meşê de dirûşmên, ‘Bimre Xiyanet’ û ‘Şehîd Namirin’ hatin gotin.

Piştî girse gihîşt Dewreya Heyermok daxuyanî bi navê girseyî ji aliyê Berdevka TAJÊ Rîham Hico ve hate dayîn.

‘Em dewleta Tirk û hevkarên wê şermezar dikin’

Rîham Hico şehîdên herdu komkujiyên Parîsê bibîranî û got: “Em di şexsê şehîdên herdu komkujiyên Parîsê de hemû şehîdên xwe bibîrtînin. 2013’an weke îro, 3 siyasetmedarên jin li paytexa qaşo dibêjin, paytexta aşitî û aramiyê hatin qetilkirin. Dewleta Tirk bi hevkariya (çavgirtina) hinek hêzên Fransayê vê komkujiyê pêkanî. Li welatek ku li herderê hêzên wê yên ewlekariyê heye 3 jin ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin. Ji ber vêya em dewleta Tirk û hevkarên wê şermezar dikin. Jinên şoreşger yên xwe ji bo civaka xwe fedakirine û ji wan têdikoşin, di vê sedsalê de qetilkirin cihê rûreşiyêye.”

‘Rêya Sakîne Cansız rêya me ye’

Riham Hico behsa nasnameya yek ji damezrînera PKK’ê Sakîne Cansız a Elewî jî kir û got: “Hevala Sakîne Cansız Elewî bû. Elewî jî weke civaka me ya Êzidî rastî gelek komkujiyan hatine. Êşa me û ya wan yekbû. Êrîşên li ser me û yên li ser wan jî heman bû. Yên êrîşê hevala Sakîne wan kirin û yên êrîşê Şengalê kirin heman hevpeymanîbûn. Heman zêhniyeta destdirêjî li jinên Êzidî kirin, heman zêhniyetbû êrîşê jinên Elewî jî kirin. Hemû jinên li Şengalê xwe rêxistinkirine li Şengalê li pey mîrateya şehîd Sara, Rojbîn û Ronahîn e.

‘Ji bo hemû jinan têkoşiyan’

Ev hevalane ji bo hemû jinan têkoşiyan. Li dijî zilma li ser pêkhateyan û civakê têkoşiyan û pêşengî kirin. Me jî weke jinên Êzidî xwe li ser fikrên Rêber Apo perwerde û rêxistin kir. Ji ber êrîşên li ser me tên kirin yeke, lewma em li vir kombûne û şermezar dikin. Ew ji bo azadiyê têdikoşiyan û rêya wê rêya azadiyê ye. Şehîdxistina her pêşengek me li ser vê axê, dê kîna me mezin bike. Emê li beramber van êrîşan ti gavek bipaş de ne avêjin. Em dibêjin rêya heval Sakîne rêya me ye, tovên ku heval Sakîne avêtiye, li Şengalê şîn bûye. Wê tekoşîna heval Sakîne, Evîn, Rojbîn û Ronahî têkoşîna me be.”

Daxuyanî bi dirûşmên, ‘Bijî Rêber Apo’, ‘Şehîd Namirin’ û ‘Jin Jiyan Azadî’ bi dawî hat.

 

ŞENGAL-ROJNEWS

Show More
Back to top button