10 malbatên din vegeriyan Şengalê

Li gorî amarên Komîteya Pêşwazîkirina Koçberan a Rêveberiya Xweser, 10 malbat vegeriyan li ser cih û malên xwe yên li navenda Şengalê, nahiya Sinûnê û bajaroka Xanesorê

Hikûmeta Iraqê 1’ê Nîsanê wek roja dawî ya derketina hêzên YBŞ, YJŞ û Asayîşa Êzidxanê ji Şengalê diyarkiribû. Her wiha daxwaza hilweşandina Rêveberiya Xweser a Şengalê kiribû. Lê 10 malbatên ji Şengalê bi vegera ser cih û warên xwe wê peyamê dan Iraqê ku rewşa Şengalê arame û pêwîst nake hêza li Şengalê were guhertin.

Welatiyê bi navê Xelef Dexîl ku ji Kempa Kepertodû ya Dihokê vegeriyan Xanesorê ragihand ku armanca wan ew bû di vê rojê de ku ew li kuderê bin wê li Şengalê xwedî derkevin.

Dexîl got : “Me bi vegera xwe ew peyam da ku Şengal arame û pêwîstî bi guhertina sîstema wê a parastinê nîne.”

ÇAVKANÎ:  ÎBRAHÎM ÊZIDÎ-ROJNEWS

Show More
Back to top button