Şervana YJŞ’ê: Ger em li ber xwe nedin, kes ji derve nayê û me naparêze 

Şervana Yekîneyên Jinên Şengalê Feraşîn Şervan diyarkir ku eger ew berxwe nede, civak berxwe nede kesek jiderve nayê û parastina wan nake. Feraşîn got; “Ez ji sekin û berxwedaniya gerîlayên azadiya Kurdistanê pir bandor bûm, ji bo ku bikaribim civaka xwe biparêzim tevlî nava refên YJŞ’ê bûm, bila dijmin bizane, çiqas hevrêyên me şehîd bikevin, wê ewqas tevlîbûna berxwedanê jî çêbibe.

Di 3’yê Tebaxa 2014’an de, di taxên Şengalê de dengê ‘Allah û Ekber’ bilind dibû. Kes fêm nedikir ku çi diqewime, zarokan pesîrê dayikên xwe girtibûn, dayîk jî ketibûn tayê ku bikaribin zarok û mala xwe destê van hovan xilas bikin. Mixabin yên ku bikaribin xwe xilas bikin xwe xilas kiribûn, yên ku ne karibin ketibûn destê dijminê mirovahiyê DAIŞ’ê. Navbera 2 heta 5 hezar piranî ji van jin, zarok û kal û pîr bûn. Herkesî hêviya jiyan kirinê qûtkiribûn heta ku gerîlayên HPG, YJA-STAR, YPG û YPJ’ê berê xwe bidin Şengalê. Dema ku jiyan sekinî bû, şervanên azadiyê hêvî da gel û bikaribin ji nû ve jiyan bikin. Jin,ciwan, kal û pîr ji van lehengan bandor bûn, çekên rûmetê hildan ser milê xwe û ber bi meşa avakirina Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) û Yekîneyên Jinên Şingalê (YJŞ) ve beziyan. Yek ji van rêwiya riya azadiyê Feraşîn Şervane. Ji bo pêşî li êrîşa bigire, vîna jina azad bi dest bixwe berê xwe da nava Yekîneyên Jinên Şingalê(YJŞ’ê).

‘Ferman bi destê PDK’ê û DAIŞ’ê pêkhat’

Şervana Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) Feraşîn Şervan di destpêkê de derbarê fermana 2014’an û buyerên ku hatine jiyan kirin wiha anî ser ziman; “Beriya 3’yê Tebaxê DAIŞ dihat milê Girzerîk ev bi xwe me dida tirsandin û me nedizanî çi ne. Bes tişta ku me dizanî digotin DAIŞ’e. Êrîş û xıyanetekê pir mezin bû û ev xiyanet jî heya niha bi destê KDP’ê tê meşandin. Malbatekê bi navê mala Evdî hebû van heta taliyê ber xendekan berxwedan da kû em bikaribin ji Girzerîk derkevin.”

‘Reva PDK’ê destpêka fermanê bû’

Feraşîn Şervan di dewama axaftina xwe de diyarkir ku PDK’ê şer nekir, pişta xwe da Êzidiyan û wiha pêde çû; “Gel bê çek hiştin û reviyan. Gelê me heta ku karibin berxwedan, dîsa jî ji malbata me jî, ji gûndiyên me jî gelek mirov hatin qetil kirin. Ji bo ku em bikaribin ji Girzerîk derkevin bav û birayê min ser zik çûn seyare anîn. Tev vê jî di seyarê de mermî ber dayîk û babê min ketin. Beriya ku em biçin çiya DAIŞ’ê ber çavê me xwişk û birayek kuştin. Ev jî me de tirsek avakir. Ji ber tî û birçîbûnê keça xwişka min jî jiyana xwe ji dest da. Heta dawiya temenê xwe jî em vê fermanê ji bîr nakin.”

‘Em serbilidin’

Şervana Yekîneyên Jinên Şingalê (YJŞ) Feraşîn Şervan got ku ew gelek ji gerîlayên azadiyê bi bandor bûn û got; “Dema em çûn çiya me gerîlayên azadiyê dît em pir kefxweşbûn. Me destpêkê şervanên azadiyê nasnedikir. Dema ku me dît parastina gel dikin, alîkarî didin gel em ji van şervanan bandor bûn. Heta niha jî em ji van berxwedêran kefxweşin û ser bilindin.”

‘Kes ji derve nayê û me naparêze’

Feraşîn Şervan biryara xwe ya tevlîbuna refên YJŞ’ê jî wiha tîne ser ziman; “Biryara xwe ya tevlîbuyînê bi fikrandinekê xurt min da. Heger ez berxwe nedim, civak berxwe nede kesek derve nayê parastina me nake. Di fermanê de ji sekin û berxwedaniya gerîlayên azadiya Kurdistanê pir bandor bûm. Ji ber ez jî bikaribim civaka xwe ji fermana biparêzim min biryara xwe da, da ku ez jî bikaribim canê xwe ji bo gelê xwe feda bikim. Min xwest bi wesileya salvegera fermanê tevlî Yekîneyên Jinên Şingalê bibim. Min çeka şervanên herî dawî di xiyaneta PDK’ê û  hikûmeta Kazimî de şehîd ketibû min hilda ser milê xwe. Dibe ku Feraşîn û Şervan di xiyanetê de şehîd ketibin ama bila bê zanîn ku çiqas hevreyên me şehîd bikevin ewqasî tevlîbuyîn û berxwedanî zêde bibin.”

HÊJAR AVESTA/ŞENGAL

Show More
Back to top button