Li Dîgurê pêngava paqijiyê

Li Komelegeha Dîgurê ya Şengalê bi tevlîbûna hemû sazî û rêxsitinên komalgehê bi pêşengiya Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ) dûh pêngava paqijiyê hate destpêkirin

Pêngav ji bo xwe parastina ji vîrûsa koronayê û nexweşiyên din hate pêşxistin. Pêngav bi tevlîbûna Meclîsa Gel, Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ), Şaredariyê û Navenda Ciwanên Dîgurê pêngava paqijiyê hate destpêkirin.
Xebatên pakijiyê li ser rêya sereke ya Dîgurê destpêkir û heta taxa kevin a Dîgurê dewam kir.
Berpirsiyê Şaredariya Gel a Dîgurê Silêman Simoqî ji rojnews re axivî û got : “Li derdora me nexweşiya korona belav dibe. Ji bo em karibin Şengalê bi saxî û silamet bi hêlin, pêwîste em bi hev re bibin alîkar û rê nedin welatê me qirêj bibe. Pêwîste her kesek ji mala xwe dest bi paqjiyê bike. Ev pêngav ji bo tevahiya Dîgurê ye. Divê gel bi saziyên xwe re bibe alîkar.”
Endamê Rêxistina Ciwanên PADÊ Merwan Mehmo ji wiha got: “Piştî vegera gel a ji bo Şengalê êdî pir qerebalix di nava bajaran de çêdibe û derdor qirêj dibe. Ji bo em bajarên xwe paqij bihêlin pêwîste em bi hevre bibin alîkar. Em daxwazê ji tevahiya gelê xwe dikin bibin yek dest û bi hevre em nava kolanên xwe paqij bikin.”
ÇAVKANÎ: ÎBRAHÎM ÊZIDÎ-ROJNEWS

Show More
Back to top button