Li Komelgeha Guhbelê perwerdeya li ser Netewa Demokratîk bi dawî bû

Komîteya Perwerdeyê ya Rêveberiya Xweser ya Şengalê ji bo 30 endamên sazî û rêxistinên Şengalê dewreyeke pewerdeyê ya bi navê Dewreya Şehîd Pîran dabû destpêkirin, serkeftî bidawî bû. Perwerde li ser hêmanên netewa demokratîk bû û dewre jî diyariyê Rêber Ocalan hate kirin.

Komîteya Perwerdeyê ya Rêveberiya Xweser ya Şengalê ji bo 30 endamên sazî û rêxistinên Şengalê dewreyeke pewerdeyê ya bi navê Dewreya Şehîd Pîran dabû destpêkirin, serkeftî bidawî bû. Perwerde li ser hêmanên netewa demokratîk bû û dewre jî diyariyê Rêber Ocalan hate kirin.

Ji bo pêkanîna sîstemeke demokratîk ya xwerêveberiyê, endamên sazî û rêxistinên girêdayî Rêveberiya Xweser ya Şengalê timî di dewreyên perwerdeyê yên fikrî re derbas dibin. Ji bo fêmkirina siyaseta demokratîk, rêveberiyeke demokratîk û civakeke azad û wekhev, ev dewre li hemû gund, bajar û komelgehên Şengalê vedibin.

Komîteya Perwerdeyê ya girêdayî Rêveberiya Xweser a Şengalê dewreyeke perwerdeyê ya bi navê Dewreya Perwerdeyê ya Şehîd Pîran, li Komelgeha Guhbelê vekir.

Dewre ji 30 endamên sazî û rêxistinên Guhbelê 13 rojan ajot û îro bi sondxwarinê bi dawî bû.

Hevseroka Meclisa Gel ya Guhbelê Zozan Şengalî jî têkildarî perwerdeyê wiha got; “Bi navê şehîd Pîran me dewreya xwe ya perwerdeyê vekir. Em bi saya şehîdan dikarin îro li ser axa xwe, xwe birêve bibin û gelê xwe perwerde bikin. Bi saya vê perwerdeya Rêber Apo em dikarin li ber fermanan rabin. Perwerde ji bo hemû civakan û bi taybet jî ji bo civaka me ya Êzidî pêwîste. Em niha baştir qîmeta perwerdeyê dizanin. Eger di dema êrişên DAIŞ’ê de em perwerdekirîban, wê ev qas kesên me ne hatiban qetilkirin û keçên me neketiban destê wan. Eger beriya me fikrê Rêber Apo naskiriba, wê gelê me di qirkirinê re derbas nebûban.”

Endamê Meclîsa Guhbelê Siwarî Xidrî jî da zanîn, encama perwerdeyê baş bûye û got: “Em çiqas li ser fikrê Rêber Apo perwerde bibin, emê ew qasî bikarin, xwe di ber gelê xwe de berpirsyar bibînin. Banga min li ciwan û gelê me ye, zêdetir tevlî van perwerdeyan bibin.”

 ŞENGAL-ŞENGAL

 29/02/2024 

 

Show More
Back to top button