Elyas: Divê cîhan guh bide daxwaza milyonan ya ji bo azadiya Rêber Apo

Hevserokê Desteya Rêveber ya Şengalê Xwedêda Elyas diyarkir ewê weke Rêveberiya Xweser ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Ocalan, pêngavekî nû bidin destpêkirin û got: “Bi saya fikrên Rêber Apo niha em hemû pêkhate li Şengalê bi hev re dijîn. Çareseriya pirsgirêka Kurd jî tenê di fikrên Rêber Apo de ye. Bi milyonan mirov li seranserê cîhanê daxwaza azadiya wî dikin, divê cîhan guh bide daxwaza milyonan.”

Bi milyonan Kurd, li gel netewe û baweriyên cûda Rêber Ocalan weke Rêberê xwe qebûl dikin û azadiya xwe di azadiya wî ya fîzîkî de dibînin. Ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Ocalan û rakirina tecrîda ne dermirovî û derqanûnî heta niha bi sedan kampanya û pêngav hatine destpêkirin û serî li saziyên navnetewî yên peywendîdar hatine dayîn. Lê niha ji derveyî girtinê, di bin tecrîdeke giran de ye û ya herî girîng jî tu agahî jê nayê girtin. Civaka Êzidî ku azadiya xwe di azadiya Rêber Apo de dibîne, daxwaza azadiya wî dike û biryare pêngaveke nû ya çalakiyan bidin detspêkirin.

Hevserokê Desteya Rêveber ya Şengalê Xwedêda Elyas li ser xebatên ji bo pêngavê ji ajansa me re axivî.

‘Çareseriya pirsgirêkan di Fikrên Rêber Apo de ye’

Xwedêda Elyas diyar kir, wê Rêveberiya Xweser ya Şengalê pêşengiyê ji Pêngava ji bo azadiya Rêber Ocalan re bike û wiha axivî: ‘Çima em pêşengiyê ji pêngava ji bo Rêber Apo re dikin, ji ber em çareseriya pirgirêkên Şengalê di fikrê wî de dibînin. Tevî ku di girtîgehê de ye jî, têkoşîna xwe ya ji bo gel ne daye sekinandin.’

‘Divê Daxwaza Milyonan ya ji Bo Azadiya Rêber Apo li Berçavan Were Girtin’

Xwedêda Îlyas rexne li durûtiya saziyên navnetewî yên îdîaya mafê mirovan û demokrasiyê jî dikin û got: ‘Raste Rêber Apo li Tirkiyeyê di destê dewleta Tirk de ye, lê komploya li dijî Rêbertiya me navnetewî ye. Hêzên navnetewî bi piştgirîdayîna tecrîda li ser Rêbertî, mafê miorvan jî binpê dikin. Eger birastî jî dibêjin, mafê mirovan diparêzin, wê demê dive di aliyê fîzîkî de Rêber Apo azad bikin. Li seranserê cîhanê bi milyonan kes fikrên Rêber Apo dipejirînin, dibin ala Rêbertî de radibin ser piyan û xwedî lê derdikevin. Ji ber vêya divê hemû cîhan û welat jî vê daxwaza gel berçavan bigirin.”

‘Em Çareseriya Şengalê Tenê di Fikrên Rêber Apo de Dibînin’

Di dewama axaftina xwede Hevserokê Desteya Rêveber ya Şengalê fermana 3’yê Tebaxa  2014’an bibîr xist û got : ”Piştî ku xiyaneta 2014’an li me hate kirin, me fikrên Rêber Apo ji xwe re esas girt û ji bo rê li ber fermanên din bigirin û me çareseriyê di fikrê Rêbertî de dît. Lewma divê em weke xelkê Şengalê jî ji bo azadiya Rêbertiya xwe li ser piya bin. Bi êrişên DAIŞ’ê re xwestin fitne bixin navbera pêkhate û gelan, lê fikrê Rêbertî pêşî li vê yekê girt. Niha jî em hemû pêkhateyên li Şengalê bi hev re dijîn. Kîjan netew an jî kesek vî fikrî qebûl bike, em amade ne bi hev re kar bikin û wê tu pirsgirêk jî navbera me de dernekeve.’

‘Kes Nikare Rê li Ber Belavbûna Fikrê Rêber Apo Bigire’

Xwedêda Elyas bang li hêzên navnetewî kir, da ku guh bidin daxwaza ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Ocalan û axaftina xwe wiha bidawî anî; “Tenê qebûlkirina fikrên Rêbertiyê têrê nake, dive li dijî desthilatê rabin û Rêbertiya xwe azad bikin. Heya ev fikrên azad li cîhanê serwer nebe, wê timî nakokî dewam bikin. Ji ber ev fikir di berjewendiya gelan de ye û kes jî nekariye rê li ber belavbûna vê fikrê bigire.”

ÎBRAHÎM ÊZIDÎ-ROJNEWS

Show More
Back to top button