Li Şengalê Mam Zekî bi meşekê hate bibîranîn

Endamê Kordînasyona Civaka Êzidî Mam Zekî Şengalê (Îsmaîl Ozden) li Geliyê Şilo yê Çiyayê Şengalê, li cihê ku lê hatiye qetilkirin ji  aliyê jinên Êzidî û Ereb ve  be bi meşekê hat bibîranîn.

Di 15’ê Tebaxa 2018’an de Endamê Kordînasyona Civaka Êzidî Îsmaîl Ozden ê bi navê Mam Zekî Şengalî dema ji salvegera bîranîna qurbaniyên komkujiya gundê Koço vedigeriya, seat derdora 16.00’an bi êrişek hewayî ya dagirkeran di encama suîkastê de jiyana xwe ji dest da û gihişte asta şehadetê. Ji bo mamê xwe civaka Êzidî her sal bi nêzîkbûna 15’ê Tebaxê bi çalakiyên cor bi cor Zekî Şengalî bibîrtînin.

Îsal ji Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ û Yeketiya Jinên Ciwanên Êzidî ji bo bîranîna şehîd Mam Zekî Şengalî meşek lidarxistin.

Meşê ji geliyê Şilo destpêkir û heta Baxçeyê Mam Zekî dom kir.

Di meşê de posterên Mam Zekî û dirûşmeyên wek ” bimre îxanet, Şehîd Namirin” hatin berzkirin.

Piştî meş gihişt cihê ku Mam Zekî lê Şehîd ketî livir daxuyanî hate dayîn.

Di daxuyaniyê ku ji aliyê Rîham Hiço ve hate xwendin de, di Serîda Mam Zekî hate bibîranîn û wiha hat gotin:” Di serî de di çaremîn salvegera şehadeta mamê civaka Êzidî Mam Zekî Şengalî de em tevahî şehîdên azadiyê şehîdên berxwedana Şengalê û şehîdên 73 ‘ ê fermanan bi bîr tînin. Em bi minet darî bejna xwe li beranberî bîranînên wan ditewînin .

Di sala 2018 an 15 Tebaxê Mam Zekî bi dilsozî berê xwe da Koço ji bo beşdarî merasîma bîranîna salvegera qurbaniyên Koço bibe.

Mam Zekî heya dawiya merasîmê di nava Civaka xwede bû û bi êşên wan re xwe kire hevpar.

Di vegerê de Li geliyê Şilo ji aliyê dewleta Tirk ve bi êrişek tirsonek hat hedef girtin û gihişt asta şehadetê. Bi şehadeta man Zekî em gelek xemgîn bûn lê em neşkestin em xurt tir u bi hêz tir bun.

Di têkoşîna azadiya gelan de hinek kes, bi kesayetiya xwe û bi jiyana xwe ya şoreşgerî dilsoz û xuliqkar derdikevin pêş.

Mam Zekî Şengalî kesayeteke dilsoz zana û pêşengbû. Ji bo tevahî gelê Kurd û taybet ji bo civaka Êzidî hêz bawerî, îrade tekoşîn, rêxstin û îtafaqa civaka xwe bû.

Her wiha kesayeteke dil nizim bû bi zaroka re zarok bû, bi mezina re mezin bû. Bi siyasetmedara re siyasetmedar bû bi rewşenbîra re rewşenbîr bû û bi leşkera re leşker bû. Şoreşgerekî xwedî kesayeteke wisa mezin bû.

Ji bo jinên Êzidiyan, heval mamosta û mam bû. Gelek qîmet û giringî dida hêza jinê û azadiya jinê. Pir xema jinan dixwar û hevaltiya wî ya bi jin re pir kur bû.

Hêviyên wî yên herî mezin piştî fermanê îtîfaqa civaka Êzidiyan çêbike. Sitûna mala civaka Êzidiyan bû. Mam Zekî di jiyana xwe ya şoreşgerî de bêyî ku tiştekê kêm bike, ji bo civaka Êzidiyan taybet jinên Êzidî gelek kar kir. Armanc û hedefa Mam Zekî mîsogerkirina xweseriya Şengalê bû azadiya jinên êsîr bû û rêxstinkirina hemû civakên Şengalê bû.

Dijimin rolê mam Zekî di nav civakê de dizanî ji bo wê jî dijmin xwest bi şehîdkirina mam zekî derbeyeke mezin li rêxstin îrada civaka Êzidî bixe. Lê ew hesaba wan şaş derket ji ber bi sedan şagirtên mam Zekî çêbûn taybet rêxstina jin hate avakirin. Herî talî em weke tevgera azadi ya jinên Êzidî TAJÊ û jinên ciwan soz didin em xewin û xeyalên mamê xwe û rêhevalê xwe Mam Zekî Şengalî pêk bînin. Ji bo xweseriya Şengalê û Azadiya jinên Êzidî û rêxstinkirina wan heta talî têbikoşin û berxwe bidin.”

Daxuyanî bi dirûşmên “Şehîd namirin, Bimre hêzên dagirker û bijî berxwedana Şengalê” bi dawî bû.

ROJNEWS-ÎBRAHÎM ÊZIDÎ-ŞENGAL

Show More
Back to top button