XWE PARASTIN; BERSIVA HERÎ XURT A FERMANAN E

Ji dîroka qedîm û heta niha, bi qasî ku hatî tespîtkirin, civaka me ya Êzdî di 74 fermanan re derbas bûye. Armanca Fermana 74’an bi tevahî tunekirina Êzdiyan bû. Di planê tunekirina Êzdiyan de gelek dewletên dagirker, bi çeteyên xwe, bi sîlehên xwe û bi desteka aşkera cihê xwe girtibûn. Lê hesabê Tevgera Azadiyê nehatibû kirin. Bi pêşengiya 12 siwariyan gerîlayên HPG, YJA-STAR û şervanên YPG, YPJ’ê, şagirtên Rêber APO bi hawara me ve hatin û em ji dijminê mirovahiyê, ji qirkirinê rizgar kirin.

Di pêvajoya fermanê de me rastiyeke xwe ya pir bi êş dît ku em bê parastin hatibûn hiştin. Hê dema ku DAÎŞ êrîşî Mûsûlê kir artêş, ceyşên Îraqê revî bûn û gel di nava destê hovan de hiştibûn. Me baweriya xwe bi 12000 pêşmergeyên PDK’ê dianî. Li kêlek vana bi hezaran endamên artêş û polîsên Îraqê jî hebûn. Di nav van hêzan de gelek Êzdî jî ciyê xwe digirtin. Lê parastina civaka Şengalê nehat kirin, hemû reviyan, ketin derdê canê xwe xilas bikin. Wê demê ev rastî ji bo me gelek ecêb û zêdetir jî bi êş hat. Weke miriyê serê wî li kevirê gorê bikeve em şiyar bûn. Lê heta ku em hay li xwe bûn bi hezaran şehîd, dîlgirtî, birîndarên me jî çêbûn.

Ew kêlî tenê rastiyek li qalikê mêjiyê me diket û serî li me diteqand; DIVIYA ME PARASTINA XWE BI DESTÊ XWE BIKIRA. Ew roj, zêde germ bû, toza ku radibû, bi xwêdana li ser rûyê mirovan dibû herî. Ji tîna em hemû ziwa bûbûn, kuştî, birîndar li her derê bûn, dengê sîlehan guhê me ker dikirin. Lê ev rastî beriya vana hemûyan weke çakûçan di hundirê serê me de lê dida.

Di nav wê qir û qiyametê de bi hezaran pirs di serê her Êzdî û qurbaniyên êrîşan de rê nedidan hev! Em çima bêparastin man? Kîjan hêz em bêparastin hiştin? Gelo parastin maneya xwe çi ye? Parastina bi pere dibe yan na? Em ê hebûna xwe çawa biparêzin? û bi sedan pirsên bêbersiv diman.

Em direviyan, ji mirinê, ji kuştinê, ji girtinê, ji dijmin, ji axa xwe, ji çarenûsa xwe!…

Lê gerîla û şervan ber bi me ve dihatin, bi me ve dihatin. Kal û pîrên me didan pişta xwe. Li ser milên wan sîlehên wan li milekî jî zarokên me hildidan. Av li lêvên ji tîna ziwa bûbûn, qelş lê ketibûn dikirin. Sîlehên wan hebûn, lê al û sembolên tu dewletekê li ser cilên wan nebûn. Di nav wê germ û tozê de çirûska çavên wan hêvî da me, bawerî da me.

Û me ji heybeta wan, ji wêrekiya wan, ji germahiya dilê wan, ji biryardarî û berxwedana wan hêz girt. Ew kêlî bûn kêliyên fêrbûna berxwedanê, fêrbûna tolhildanê. Sîleha kê hebûya li kêlek wan, me li dijminê mirovahiyê xist. Bi sedan ciwanên me, Şêx Xeyriyên me, heval Berxwedanên me, feqîrên me, murîdên me, di wan kêliyan de bûn fedaiyên miletê xwe, baweriya xwe, çanda xwe.

Şagirtên Rêber APO em fêrî PARASTINa xwe kirin. Me fêr kirin ku bi destê xwe sîstema xwe ava bikin, ji kesî re nehêlin. Me hêzên parastina xwe YBŞ û YJŞ’ê ava kir, asayîş ava kir. Me meclîsên gel, ên jinan ava kirin. Saziyên perwerde, tendirustî, aborî, ragihandin, çand û huner, dîplomasî, tevgerên jin û ciwanan ava kirin. Bi van hemû saziyên xwe em êdî Xweseriya Şingalê ava dikin. Her wiha tola xwe ji dijminê Êzdiyan radikin. Û heta em hebin em ê êdî rê nedin tu fermanan, qirkirinan…

ŞEMÊ XALTÎ-ŞENGAL

Show More
Back to top button