‘Iraq amadeye giliyê Tirkiyeyê bike’

Endamê Lijneya Asayîş û Parastinê ya Parlamentoya Iraqê Ebas Sirut got ku ji ber zextên heyî, Iraq amadeye li gel Neteweyên Yekbûyî giliyê dewleta Tirk bike. Ebas da zanîn ku wê li Iraqê dengên dijî hebûna biyaniyan bihê zibe.

Endamê Lijneya Asayîş û Parastinê ya Parlamentoya Iraqê Ebas Sirut derbarê binpêkirinên dewleta Tirk yên li ser serweriya Iraqê, ji Rojnews re axivî.

Ebas Sirut dibêje, endamên Lijneya Asayîş û Parastinê yên Parlamentoyê û fraksiyonên siyasî ên ku hebûna hêzên biyanî li Iraqê red dikin, derbarê hebûna dewleta Tirk û êrişên wê de, lêkolînên xwe temamkirine. Ebas got ku wê di rojên bê de dengên dijî hebûna biyaniyan ya li Iraqê bihêz bibe.

Ebas di dawiyê de jî dibêje; “Ji ber zextên li ser Wezareta Karê Derve ya Iraqê heyî, divê dijî dewleta Tirk, li gel Neteweyên Yekbûyî giliyê Tirkiyeyê were kirin.”

Hêjayî gotinê ye balafirên dewleta Tirk a dagirker di 16’ê Tebaxê de li Bazara Kevin ya dikeve navenda Şengalê, wesayîtek bombebaran kir. Di enama êrişî de Fermandarê Yekîneyên Berxwedana Şengalê Seîd Hesen û şervanê YBŞ’ê îsa Xudêda şehîd bibûn.

Herwiha duh jî balafirên dewleta Tirk a dagirker li gundê Sikêniyê komkujiyek pêkanî. Balafiran Nexweşxwaneya Gundê Sikêniyê ya Şengalê bombebaran kir û di encamê de 8 kes şehîd bûn û 4 jî birîndar bûn.

ROJNEWS-NAVENDA NUÇEYAN

Show More
Back to top button