MXDŞ: PDK bi propagandaya reş dixwaze Şengalê vala bike

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê bi daxuyaniyeke lezgîn da zanîn ku PDK ji bo rewşa Şengalê aloz be û civaka Êzidî dest ji Şengalê berde dest bi propagandaya reş û şerê taybet kiriye û banga hişyariyê li gel kir.

Li Şengalê piştî şer û pevçûna giran a 2’yê Gulanê, di navbera Rêveberiya xweser a Şengalê û aliyên siyasî yên Iraqê ji bo çareserkirina pirsgirêkan car din hevdîtin destpêkirin û li ser vê esasê ev 2 roj in şer û pevçûn sekinîne.

PDK ku ji bo artêşa Iraqê êrişê Şengalê bike çi ji dest hat kir, niha jî dest bi polîtîkayên şerê taybet û propagandaya reş kiriye. Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) jî derbarê vê rewşê de daxuyaniyeke lezgîn belav kir û gel hişyar kir.

MXDŞ’ê di daxuyaniyê de da zanîn ku PDK ji bo artêşa Iraqê êrişî Şengalê bike çi ji dest hatiye kiriye lê ji ber ku di van polîtîkayan de biserneketiye niha jî dest bi şerê taybet û propagandaya reş kiriye. MXDŞ’ê hişyar kir ku PDK dixwaze çavê gel bitirsîne û civaka Êzidî ji Şengalê derxe.

Berfirahiya daxuyaniya MXDŞ’ê bi vî rengî ye:

‘Wekî tê zanîn ev demekî ye li Şengalê ji ber liv û tevgera artêşa Iraqê hin alozî derketin. Me derbarê vê rewşê de ji xwe daxuyaniyeke belav kiribû û gelê xwe û raya giştî agahdar kiribûn. Ji bo vê rewşê nirxandineke nû ya ku em bikin nîne. Lê belê em dixwazin derbarê polîtîkayên şerê taybet ên PDK’ê de hin agahî û hişyarî bidin raya giştî.

PDK ku di fermana 2014’an de îxaneta herî mezin li civaka Êzidî û Şengalê kir, li şuna ku ji civaka Êzidî efûya xwe bixwaze û di nav şermê de bimîne, ev 8 sal in dijminahiyeke mezin li hemberî civaka Êzidî û Şengalê nîşan dide. PDK’ê tu carî nexwestiye ku civaka Êzidî bibe xwedî îrade û bibe civakeke azad. Hêrsa herî mezin a PDK’ê ya li hemberî civaka Êzidî ew e ku çima Êzidî nabin xulam û koleyê wan. Ji ber ku PDK herî zêde dijminê azadiyê ye.

PDK’ê dixwest bi Peymana 9’ê Cotmehê car din vegere Şengalê lê civaka me li hemberî vê planê li ber xwe da. Civaka Êzidî bi dehan caran îlan kir ku ew car din nahêlin PDK vegere Şengalê.

Niha jî PDK dixwaze dewleta Iraqê li hemberî civaka Êzidî bixe nav liv û tevgerê. Rayedarên PDK’ê her roj bang li artêşa Iraqê dikin ku êrişî Şengalê bikin. Em dixwazin bejin di van şer û pevçûnên dawî de jî berpirsyariya PDK’ê di asta yekemin de ye.

PDK ji aliyekî ve dixwaze artêşa Iraqê bi hêzên parastina Şengalê re bide şer kirin ji aliyekî ve jî dest bi meşandina şerê taybet kiriye. PDK ji destpêka aloziyên dawî heya roja me, bi taybet ji bo civaka Êzidî ji Şengalê bide revandin serî li her cûre rê û rêbazên bêehlaq dide.

Wekî tû zanîn piştî şer û pevçûnên li Şengalê, ev 2 roj in şer û pevçûn sekinîne û diyalog û hevdîtinin berdewam in û niha rewş aram e. Lê PDK bi gotegotên derew, dixwaze tirs din av gel de ava bike û bere wan bide koçberiyê. Gelek alî û derdorên girêdayî PDK’ê, bi navê artêşê di nav gel de propaganda dikin û dixwazin çavê gel bitirsînin.

Em ji vê derê hemû raya giştî û civaka xwe agahdar û hişyar dikin. Ev gotegotên ku têne belavkirin nerast in, derew in. PDK di nav gel de propagandaya tirsê dimeşîne. Lazim e hemû gelê me, oldar û eşayîrî, kesayetên naskirî li hemberî vê polîtîkayê hişyar bin. PDK dixwaze çavê gele me bitirsîne û Şengalê vala bike. Me Şengalê bi xwîna sedan şehîdan rizgar kiriye û emê tu carî dest ji Şengalê bernedin.”

ROJNEWS-ŞINGAL

 

Show More
Back to top button