TAJÊ li dijî kiryarên dewleta Tirk ên li dijî jinên Efrînê banga xwedî derketinê kir

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) li dijî kiryarên ne mirovanê yên çeteyên dewleta Tirk li Efrînê dikin, banga xwedî derketinê li sazî û rêxistinên jinan kir û got: "Li şûna NY, çeteyên Erdoğan darizîne, çete cezayên giran didin jinan!"

Terora dewleta Tirk a li herêmên dagirkirî yên Rojavayê Kurdistanê sînor nasnake. Çeteyên dewleta Tirk ên Efrînê dagirkirine, rojane jin, ciwan û zarokan direvînin, qetilk dikin, dest di avêjin wan û cezayên derveyî mirovahiyê li wan dibirin. Herî dawî li 10 jinên ku 9 ji wan Kurdin cezayên giran birrîn. Ji vana ji 2 kesan re cezayê darvekirinê û ji jinek re jî cezayê heta hetayî hatiye birrîn.

Li beramber van sûcên ne mirovane yên dewleta Tirk raya giştî ya cîhanê û saziyên navnetewî yên qaşo ji xwe re dibêjin, parastina mafê mirovan û jinan dikin, bêdengin. Li beramber vê bêdengiyê nerazîbûnek jî ji Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) hat. TAJÊ hovîtiya dewleta Tirk a dijî jinên Efrînê, bêdengiya li beramber vê hovîtiyê şermezar kir û banga xwedî derketina li jinên dibin zilma dewleta Tirk de li tevahî jinan kir.

‘Dewleta Tirk hovîtiyê li pêş çavê saziyên ‘Mafê Mirovan’ pêktîne’

Îro di saetên nîvro de TAJÊ li şehîdgeha Şehîd Dilgeş-Şehîd Berxwedan ya Serdeşta çiyayê Şengalê daxuyaniyeke çapemeniyê da. Endama Kordînasyona TAJÊ Neam Bedel axivî. Neam Bedel diyar kir, dewleta Tirk li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku dagirkiriye hovîtî pêktîne û got: “Ji Efrînê bigire heya Serêkaniyê dewleta Tirk kiryarên ne mirovane dijî xelkê herêmê pêktîne. Ev kiryarên çeteyên Tirk li pêş çavê saziyên qaşo mafê mirovan e tê kirin. Ev dide nîşan ku tiştek bi navê ‘mafê mirovan’ nemaye. Sûcên derveyî mirovahiyê taybet li beramber jinan têkirin. Çeteyên dewleta Tirk divê ji aliyê NY’ê ve werin darizandin, lê jinên li herêmên dagirkirî ji aliyê dewleta Tirk ve tên girtin, tên zîndanîkirin û cezayê girtîgehê li wan tên birrîn. Em bang li herkesê dikin, li beramber hovîtiya dewleta Tirk sînorek ji dewleta Tirk re deynin. Divê yên dagirker bên darizandin, ne jin bên darizandin.’

Banga li rêxistinên jin: Xwedî li jinên Efrînê derkevin

Endama Kordînasyona TAJÊ Neam Bedel bang li tevahiya saziyên parastina mafên jinan û rêxistinên jinan kir xwedî li jinên Efrînê derkevin û got: “Saziyên parastina mafên jinan dikin, divê li beramber vê hovîtiyê bêdeng nemînin, piştgirî bidin jinên Efrînê. Ti cûdahî navbera Erdogan û DAIŞ’ê de nîne. Kiryarên çeteyên Erdoğan û DAIŞ’ê yek in. Emê weke jin ti carî dest ji têkoşîna xwe bernedin û serî li ber zordariyê netewînin.”

Daxuyanî bi dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û ‘Şehîd Namirin’ bi dawî bû.

ŞENGAL-ROJNEWS

Show More
Back to top button