Hêz û Pêkhateyên Şengalê: Em konferansa 18’yê Çile ya li Almanyayê red dikin

NAVENDA NÛÇEYAN Biryare 18’yê Çile li Almanyayê konferansek di bin navê ‘Pêkvejiyana aştiyane ya Misilman û Êzidiyên Herêma Kurdistanê’ bê lidarxistin. Koordînasyona Hêz û Pêkhateyên Şengalê ev konferanse bi tundî red kir û bang kir ku tu kes tevlî vê konferansê nebe. Koordînasyona Hêz û Pêkhateyên Şengalê têkildarî redkirin û nerazîbûna xwe ya li hemberî konferansa ku wê di 18’yê Çileyê de li Almanyayaê di bin navê ‘Pêkvejiyana aştiyane ya Misilman û Êzidiyên Herêma Kurdistanê’ bê lidarxistin de daxuyaniyek da. Daxuyanî wiha ye; “Em weke Koordînasyona Hêz û Pêkhateyên Şengalê konferansa ku wê di 18’yê Çileyê de di bin navê Pêkvejiyana aştiyane ya Misilman û Êzidiyên Herêma Kurdistanê’ li Almanyayê bê lidarxistin de bi tundî red dikin. Ji ber ku armanca vê konferansê îmzekirina mîsaqa siyasî ye ku di bin navê pêkvejiyana aştiyane ya Misilman û Êzidiyên Herêma Kurdistan û Ewropayê wê bê lidarxistin. Em soza xwe ya xurt ya ji bo nirxên biratî û jiyana hevbeş ya aştiyane ya di navbera civakên cuda yên Şengalê de dubare dikin. Di heman demê de, em bi tundî her siyasîkirina pirsgirêka Êzidiyan û bikaranîna wê ji bo armancên şexsî, hizbî û komî red dikin. Em tekezî li ser giringiya parastina mafên kêmnetewan, bi taybetî yên Êzidiyan dikin. Em bi fikarin ku hin aliyên siyasî di vê çarçoveyê de behsa toleransa navbera olan û tevlêkirina Xirîstiyantî û Cihûtiyê bikin. Ev jî daxwaza hin aliyan ya ji bo berfirehkirina ferqa di navbera civakan de nîşan dide. Em tekezî li ser girîngiya ji hev têgihiştina hemû ol û çandan dikin, em her hewldanek ku bandorek neyînî li ser vê têkiliyê bike, bi tundî red dikin. Em careke din diyar dikin ku beşdar an jî alîgirên konferansê nûnertiya civaka Êzidî nakin. Di şûna wê de, ew nûnertiya aliyekê peywendîdar dikin. Pirsgirêk ji bo afirandina alozî û bêhurmetiya li xwîna şehîdan û mafên qurbaniyan tê siyasîkirin. Ji ber vê yekê em weke Koordînasyona Hêz û Pêkhateyên Şengalê bang li hemû kesên birûmet dikin ku beşdarî vê konferansê nebin ku ev yek dikare bibe sedema zêdebûna aloziyan û têkdana jiyana hevbeş ya aştiyane li Herêmê û derveyî wê. Ji bo bilindkirina asta hevtêgihiştinê û parastina yekîtî û aştiyê divê her kes bibin yek.”

Biryare 18’yê Çile li Almanyayê konferansek di bin navê ‘Pêkvejiyana aştiyane ya Misilman û Êzidiyên Herêma Kurdistanê’ bê lidarxistin. Koordînasyona Hêz û Pêkhateyên Şengalê ev konferanse bi tundî red kir û bang kir ku tu kes tevlî vê konferansê nebe.

Koordînasyona Hêz û Pêkhateyên Şengalê têkildarî redkirin û nerazîbûna xwe ya li hemberî konferansa ku wê di 18’yê Çileyê de li Almanyayaê di bin navê ‘Pêkvejiyana aştiyane ya Misilman û Êzidiyên Herêma Kurdistanê’ bê lidarxistin de daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye;

“Em weke Koordînasyona Hêz û Pêkhateyên Şengalê konferansa ku wê di 18’yê Çileyê de di bin navê Pêkvejiyana aştiyane ya Misilman û Êzidiyên Herêma Kurdistanê’ li Almanyayê bê lidarxistin de bi tundî red dikin. Ji ber ku armanca vê konferansê îmzekirina mîsaqa siyasî ye ku di bin navê pêkvejiyana aştiyane ya Misilman û Êzidiyên Herêma Kurdistan û Ewropayê wê bê lidarxistin.

Em soza xwe ya xurt ya ji bo nirxên biratî û jiyana hevbeş ya aştiyane ya di navbera civakên cuda yên Şengalê de dubare dikin. Di heman demê de, em bi tundî her siyasîkirina pirsgirêka Êzidiyan û bikaranîna wê ji bo armancên şexsî, hizbî û komî red dikin. Em tekezî li ser giringiya parastina mafên kêmnetewan, bi taybetî yên Êzidiyan dikin.

Em bi fikarin ku hin aliyên siyasî di vê çarçoveyê de behsa toleransa navbera olan û tevlêkirina Xirîstiyantî û Cihûtiyê bikin. Ev jî daxwaza hin aliyan ya ji bo berfirehkirina ferqa di navbera civakan de nîşan dide. Em tekezî li ser girîngiya ji hev têgihiştina hemû ol û çandan dikin, em her hewldanek ku bandorek neyînî li ser vê têkiliyê bike, bi tundî red dikin.

Em careke din diyar dikin ku beşdar an jî alîgirên konferansê nûnertiya civaka Êzidî nakin. Di şûna wê de, ew nûnertiya aliyekê peywendîdar dikin. Pirsgirêk ji bo afirandina alozî û bêhurmetiya li xwîna şehîdan û mafên qurbaniyan tê siyasîkirin.

Ji ber vê yekê em weke Koordînasyona Hêz û Pêkhateyên Şengalê bang li hemû kesên birûmet dikin ku beşdarî vê konferansê nebin ku ev yek dikare bibe sedema zêdebûna aloziyan û têkdana jiyana hevbeş ya aştiyane li Herêmê û derveyî wê. Ji bo bilindkirina asta hevtêgihiştinê û parastina yekîtî û aştiyê divê her kes bibin yek.”

NAVENDA NÛÇEYAN-ROJNEWS

15/01/2024

Show More
Back to top button