Fermandariya Operasyonên Iraqê: Li Şengalê de ti diyardeyek çekdarî nine

Berdevkê Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê diyarkir, Şengal di warê  ewlehî de di jêr kontrolê de ye û ti diyardeyeke çekdarî li nava Şengalê de nine. Her wiha da zanîn karûbarên ji bo asê kirina sinorê Iraq-Suriyeyê jî ber bi temambûnê ve diçe.

Berdevkê Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê Lîwa Tehsîn Xefacî, di daxuyaniyek ji bo ajansa fermî ya Iraqê de got, “Hêzên ewlehiyê ku ji artêş û polîsên navxweyî yên Iraqê pêktên, li nava Şengalê hatine belavkirin. Hemû rêyên ketin û derketina Şengalê di jêr kontrola wan de ye û ti diyardeyek eşkere ya çekdarî li Şengalê nine.”

Derbarê tedbîrên li ser sinorê Iraq û Suriyeyê jî Tehsîn Xefacî got, Karûbarên ji bo asêkirin û ewlehiya sinorê Iraq û Suriyeyê kêm mane wê temam bibin.

Xefacî diyarkir ji bo temamkirina karûbarên ewlehiyê bi şev û roj hemû wezaret ji wezareta parastinê ta wezareta çavkaniyê avê û Heşda Şeebî di xebitin.

ROJNEWS-NAVENDA NUÇEYAN

Show More
Back to top button