MXDŞ: Yekane rêya parastina Êzidiyan naskirina ‘Xweseriya Şengalê’ ye

ŞENGAL/ROJNEWS Sazî û Rêxistinên Şengalê, li gel Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), bi boneya 9’emîn salvegera avakirina Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê daxuyaniyek hevpar dan û bang li hemû saziyên navnetewî û Iraqê kirin, ji bo parastina Êzidiyan ‘Xweseriya Şengalê’ nas bikin. Îro 9 sal li ser Avabûna Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê re derbas dibin ku di 9’ê Çileya sala 2015’an de hatibû îlankirin. Ji wê demê ve heya niha civaka Êzidî, li gel sazî û rêxistinên xwe yên fermî bang li saziyên navnetewî û Hikûmeta Federal a Iraqê dikin, Rêveberiya wan a Xweser bi awayeke fermî nas bikin. Tevî di destûra Iraqê de mafê pêkhateyên etnîk û baweriyan a xweserî an jî federalîzmê heye, Iraq ji ber zextên dewleta Tirk û PDK erênî bersiva daxwazên Êzidiyan ne daye. Video Player 00:00 00:00 Bi boneya salvegerê nûnerên hemû sazî û rêxistinên Şengalê yên girêdayî Rêveberiya Xweser, Komîteya Malbatên Şehîdan, PADÊ, li gel TAJÊ li goristana Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan a çiyayê Şengalê kom bûn û daxuyaniyeke hevpar dan çapemeniyê. ‘Damezrînerên Meclîsa Avaker hîn jî li ser erkên xwene’ Destpêkê salvegera ragihandina Rêveberiya Xweser a Şengalê li hemû şehîdan, civaka Êzidî û dostên wê hate pîrozkirin û bi navê Rêveberiya Xweser, Hevserokê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Nayîf Şemo axivî. Şemo avakirina meclîsê ji bo Êzidiyan weke rojeke dîrokî binav kir û got: “Em îro di rojeke wiha pîroz û dîrokî de bi boneya salvegera damezrandina Meclîsa Avaker a Şengalê civiyan e. Ev meclîs li ser daxwaza civaka Êzidî ya wê demê hate avakirin. Ji ber ev, rêya tekane ya li ser piyê xwe mayîn û li berxwedanê bû. Damezrînerên meclîsa avaker heya roja me ya îro bê dûdilî li ser erkên xwe ne.” Şemo da zanîn tevî hemû êrişan jî heya niha ev meclîs li berxwedaye û got: “Gelek car êriş li dijî civaka me pêkhat. Li hember her cûre êrişê meclîs sekinî, ji gelê xwe û civaka xwere bû bersivek.” ‘Ji saya cangoriyan ala Êzidxanê li Şengalê hildaye’ Nayîf Şemo daxuyakirin destkeftiyên Şengalê ji saya şehîdanên Êzidxanê ye û got: “Em îro ser bilindin ku bi saya serê wan cangoriyan ala Êzîdxanê li serê çiyayê Şengalê li baye, hemû sazî û dezgehên Şengalê li bin banê wê dene. Em bi vê yekê serbilindin û soz didin gelê xwe yê bi rûmet ku emê heya dilopa xwîna xwe ya dawî bibin pirek di navbera gel û hêzên xwede. Bi armanca parastina civaka Êzidî Xweserî hate ragihandin û meclîs jî weke parlementoya wê be.’ ‘Xwerêvebirin mafê meye’ Hevserokê MXDŞ’ê Nayîf Şemo di dawiya axaftina xwede bang li dewleta Iraqê kir, Rêveberiya Xweser a Şengalê nas bike û got: “Em bang li dewleta Iraqê dikin di çarçoveya qanûna bingehîn de mafê me yê xweseriyê nas bike. Şengal di vê xaknîgariyê de xwedî taybetmendiyeke. Mafê meye xwe bixwe birêve bibin, ev daxwaza civaka Êzidî ne ji bo parçekirina Iraqê ye. Berovajiyê wê dema Rêveberiya Xweser hate naskirin, dê ji bo giştî Iraqê û hemû gelên li Iraqê dijîn jî bibe modelek.” ‘Bi şehîdxistina heval Zerdeşt xwestin em gav bipaş ve biavêjin’ Her wiha ji Saziya Malbatên Şehîda Berdevka Saziyê Pakîze Celal şehîd Zerdeşt Şengalî bibîranî û got: “Sibe salvegera fermandar Zerdeşt û hevalên wiye, em wan lehengan bi rêzdarî û hurmet bi bîr tînin û bejna xwe li ber bîranîna wan de ditewînin. Di salvegera Meclîsa avaker de, di sala 2019’an de heval Zerdeşt û hevalên wî hedef girtin. Sedema hedefgirtina wan ew bû, em gav bipaş ve biavêjin. Lê li hember hemû êrişan me li berxweda û em bihêztirbûn. Em di salvegera damezrandina Meclîsa Avaker ya Şengalê de di şexsê Mam Zekî de hemû şehîdan bibîrtinin, vê rojê li wan û li hemû malbatên wan pîroz dikin. Şehîd na mirin, Şehîd rêberên tekoşîna me ne.” ‘Ji saya lehengan meclîs avabû’ Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Kinê Xidir jî tevahî lehengên di avakirina Şengala Xweser de rol lîstine bibîranî û got: “Ger ne ji ev leheng û cangoriyan ba ku serê xwe di rêya şerefêde dan, me dê nekarîba meclîsê ava bikin û heya roja îro werin. Dilê me diwest ew jî niha di nava me de ba.” ‘Jinên Êzidî di avakirina meclîsê de roleke girîng lîstin’ Kinê Xidir da zanîn gelek kes dijberê avakirina meclîsê derketin û got: “Gelek kes dijî avakirina meclîsê derketin, lê me bihêz û îradeya gelê xwe van pîlanan têkbir û heya roja îro bûn mertal. Jinên Êzidî di avakirina meclîsê û pêkanîna xweseriyê de roleke sereke lîstin. Em jî li ser navê TAJÊ careke din salvegera damezirandina Meclîsa Avaker li her kesên li vir amade û li tevahiya şehîdên xwe pîroz dikin.”

Sazî û Rêxistinên Şengalê, li gel Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), bi boneya 9’emîn salvegera avakirina Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê daxuyaniyek hevpar dan û bang li hemû saziyên navnetewî û Iraqê kirin, ji bo parastina Êzidiyan ‘Xweseriya Şengalê’ nas bikin.

Îro 9 sal li ser Avabûna Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê re derbas dibin ku di 9’ê Çileya sala 2015’an de hatibû îlankirin. Ji wê demê ve heya niha civaka Êzidî, li gel sazî û rêxistinên xwe yên fermî bang li saziyên navnetewî û Hikûmeta Federal a Iraqê dikin, Rêveberiya wan a Xweser bi awayeke fermî nas bikin. Tevî di destûra Iraqê de mafê pêkhateyên etnîk û baweriyan a xweserî an jî federalîzmê heye, Iraq ji ber zextên dewleta Tirk û PDK erênî bersiva daxwazên Êzidiyan ne daye.

Bi boneya salvegerê nûnerên hemû sazî û rêxistinên Şengalê yên girêdayî Rêveberiya Xweser, Komîteya Malbatên Şehîdan, PADÊ, li gel TAJÊ li goristana Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan a çiyayê Şengalê kom bûn û daxuyaniyeke hevpar dan çapemeniyê.

‘Damezrînerên Meclîsa Avaker hîn jî li ser erkên xwene’

Destpêkê salvegera ragihandina Rêveberiya Xweser a Şengalê li hemû şehîdan, civaka Êzidî û dostên wê hate pîrozkirin û bi navê Rêveberiya Xweser, Hevserokê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Nayîf Şemo axivî. Şemo avakirina meclîsê ji bo Êzidiyan weke rojeke dîrokî binav kir û got: “Em îro di rojeke wiha pîroz û dîrokî de bi boneya salvegera damezrandina Meclîsa Avaker a Şengalê civiyan e. Ev meclîs li ser daxwaza civaka Êzidî ya wê demê hate avakirin. Ji ber ev, rêya tekane ya li ser piyê xwe mayîn û li berxwedanê bû. Damezrînerên meclîsa avaker heya roja me ya îro bê dûdilî li ser erkên xwe ne.”

Şemo da zanîn tevî hemû êrişan jî heya niha ev meclîs li berxwedaye û got: “Gelek car êriş li dijî civaka me pêkhat. Li hember her cûre êrişê meclîs sekinî, ji gelê xwe û civaka xwere bû bersivek.”

‘Ji saya cangoriyan ala Êzidxanê li Şengalê hildaye’

Nayîf Şemo daxuyakirin destkeftiyên Şengalê ji saya şehîdanên Êzidxanê ye û got: “Em îro ser bilindin ku bi saya serê wan cangoriyan ala Êzîdxanê li serê çiyayê Şengalê li baye, hemû sazî û dezgehên Şengalê li bin banê wê dene. Em bi vê yekê serbilindin û soz didin gelê xwe yê bi rûmet ku emê heya dilopa xwîna xwe ya dawî bibin pirek di navbera gel û hêzên xwede. Bi armanca parastina civaka Êzidî Xweserî hate ragihandin û meclîs jî weke parlementoya wê be.’

‘Xwerêvebirin mafê meye’

Hevserokê MXDŞ’ê Nayîf Şemo di dawiya axaftina xwede bang li dewleta Iraqê kir, Rêveberiya Xweser a Şengalê nas bike û got: “Em bang li dewleta Iraqê dikin di çarçoveya qanûna bingehîn de mafê me yê xweseriyê nas bike. Şengal di vê xaknîgariyê de xwedî taybetmendiyeke. Mafê meye xwe bixwe birêve bibin, ev daxwaza civaka Êzidî ne ji bo parçekirina Iraqê ye. Berovajiyê wê dema Rêveberiya Xweser hate naskirin, dê ji bo giştî Iraqê û hemû gelên li Iraqê dijîn jî bibe modelek.”

‘Bi şehîdxistina heval Zerdeşt xwestin em gav bipaş ve biavêjin’

Her wiha ji Saziya Malbatên Şehîda Berdevka Saziyê Pakîze Celal şehîd Zerdeşt Şengalî bibîranî û got: “Sibe salvegera fermandar Zerdeşt û hevalên wiye, em wan lehengan bi rêzdarî û hurmet bi bîr tînin û bejna xwe li ber bîranîna wan de ditewînin. Di salvegera Meclîsa avaker de, di sala 2019’an de heval Zerdeşt û hevalên wî hedef girtin. Sedema hedefgirtina wan ew bû, em gav bipaş ve biavêjin. Lê li hember hemû êrişan me li berxweda û em bihêztirbûn. Em di salvegera damezrandina Meclîsa Avaker ya Şengalê de di şexsê Mam Zekî de hemû şehîdan bibîrtinin, vê rojê li wan û li hemû malbatên wan pîroz dikin. Şehîd na mirin, Şehîd rêberên tekoşîna me ne.”

‘Ji saya lehengan meclîs avabû’

Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Kinê Xidir jî tevahî lehengên di avakirina Şengala Xweser de rol lîstine bibîranî û got: “Ger ne ji ev leheng û cangoriyan ba ku serê xwe di rêya şerefêde dan, me dê nekarîba meclîsê ava bikin û heya roja îro werin. Dilê me diwest ew jî niha di nava me de ba.”

‘Jinên Êzidî di avakirina meclîsê de roleke girîng lîstin’

Kinê Xidir da zanîn gelek kes dijberê avakirina meclîsê derketin û got: “Gelek kes dijî avakirina meclîsê derketin, lê me bihêz û îradeya gelê xwe van pîlanan têkbir û heya roja îro bûn mertal. Jinên Êzidî di avakirina meclîsê û pêkanîna xweseriyê de roleke sereke lîstin. Em jî li ser navê TAJÊ careke din salvegera damezirandina Meclîsa Avaker li her kesên li vir amade û li tevahiya şehîdên xwe pîroz dikin.”

ŞENGAL/ROJNEWS

Show More
Back to top button