YBŞ û YJŞ’ê bi merasîmekê şehîdên meha Tebaxê bibîr anîn

YBŞ û YJŞ’ê bi merasîmeke bi heybet di kesayeta Mam Zekî Şengalî, Seîd Hesen de, şehîdên Sikeniyê û şehîdên meha Tebaxê bibîr anîn û ji bo parastina keda şehîdan bang li her kesê hate kirin ku ji bo Şengaleke azad û Iraqeke demokratîk têbikoşîn û bixebitin.

Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) bi merasîmeke leşkerî ya bi heybet di kesayeta Mam Zekî Şengalî, Seîd Hesen de, şehîdên Sikeniyê û şehîdên meha Tebaxê bibîr anîn û ji bo parastina keda şehîdan bang li her kesê hate kirin ku ji bo Şengaleke azad û Iraqeke demokratîk têbikoşîn û bixebitin.

Di merasîmê de li ser navê Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) Xelîl Ereb axivî. Xelîl di şexsê Mam Zekî, Seîd Hesen Seîd û şehîdên nexweşxaneya Sikeniyê de hemû şehîdên meha Tebaxê bibîr anîn. Herwiha qala wan rojên giran û xemgîn yên ku civaka Êzidî û Ereb têde derbaz dibe û got: “Em pêşwaziya gelek komkujî û şehadetên giran dikîn. Di meha Tebaxê de, çeteyên DAIŞ’ê êrîşî gelê me yên li Şengalê kir. Bi taybet êrişî gelê me yê Êzidî kir. Ev gelê ku di dîrokê de di 73’ê fermanan re derbas bûye û bi fermana 74’an ya ku ji aliyê çeteyên faşîst yên DAIŞ’ê ve temam bu.”

‘Mam Zekî pireke xurt ya di navbera pêkhateyên Êzidî û Ereb de bû’

Herwiha bal kêşand ser rol û mîsyona Mam Zekî ya di nava civaka Êzidî û Ereb û got: “Di 15’yê Tebaxa 2018’an de, destên xiyanetê dirêjî Mam Zekî Şengalî bû. Di şexsê Mam Zekî de sembola şoreşê hat hedefkirin û ew şehîd kirin. Ev sembola ku li dijî fitne û nakokiyên ku DAIŞ’ê di nava civakê de ava kiribû, têkoşiya û ji bo jinûve avakirina tevna civakî ya ku DAIŞ’ê û hevkarên wî hilweşand bûn, pir ked û hewildan da. Mam Zekî ji bo avakirin û vegera gelê Şengalê, çi ji pêkhateyên gelê me yê Êzidî û çi jî yê gelê me yên Ereb bu xwedî rolekî girîng. Bu pireke xurt di navbera pêkhateyên Êzidî û Ereb de. Ji bo wê bi keda hevalê Zekî û şehîdên me yên din divê em ve pirê hîn xurtir bikin.”

‘Berdêl çi dibe bila bibe, em gav paş ve navêjîn’

Xelîl Ereb diyar kir ku ew bi xemgînî fermandar Seîd Hesen Seîd bibîr tînin û wiha pêde çû; “Ev fermandarê dilwêrêk ku di pêşîlêgirtina fermanê de û ne koçberkirina gel de rolekî sereke leyist. Ew jî wekî Mam Zekî ji aliyê dewlata Tirk ve hate hedef girtin. Em îro hîn li ser şopa wan dimeşîn. Berdêl çi dibe bila bibe, emê tu caran jî vê rêye gavekî paş ve ne avêjîn. Berovajiyê wê emê her roj bi pêş ve biçîn.”

Di dewama axaftina xwe de wiha got; “Em wekî YBŞ’ê û YJŞ’ê Ji bo gihiştina armanc û xeyalên şehîdên wekî Mam Zekî, Seîd, Dijwar, Zerdeşt, Mahîr Teyawî û şehîdên ku bi balafirên şer yê dewlata Tirk ya dagirkir di nexweşxaneya Sikeniyê de şehîd bûyîn, li ser vê xaka pîroz têdikoşîn. Ew ronahiya rêya me ne û meşaleya azadiyê ne. Eger îro em hene bi saya navên wan qehramanan, têkoşîn û ruhê wan yê fedayî em hene. Em ji bo ku tola wan ji dijminan hilînîn, çi ji îstixbarata bejahî ve û çi ji dewleta faşîst be emê tola wan hilînin û têkoşîna xwe berdewam bikîn.”

‘Dijmin dixwaze desthilatdariya xwe ya salên berê nû bike’

Xelîl da zanîn ku dijminên gelê Kurd û bi taybet dijminên civaka Êzidî dixwaze desthilatdariya xwe ya salên berê li ser gel nû bike û axaftina xwe wiha domand; “Hevalên me yên hêja, dijmin di van rojan de me tim dike hedef. Ji bo ku di 15’yê Tebaxê de, roja vejînê, roja Pêngava 15’yê Tebaxê ya ku Mahsûm Korkmaz li hemberî sîstema faşîst daye despêkirin. Bi vê wesîleye em vê roja mezin û hemû şehîdên xwe bibîr tînin. Herwiha em spasiya û silavên xwe yên germ ji bo gerilayên azadiyê, yên ku ji çiyayên azad bi hewara gelê me ve hatin û em ji komkujiye xelas kirin dikin. Ev şervanên azadiyê yên ku em ji DAIŞ’ê xelas kirin, ax û şerfa me parastin. Bi saya fedekariya wan, em îro xwe bi xwe rêve dibin, bêyî ku hewara xwe bigîhinin kesekî. Tevî hemû êrîş û balafirên keşfê yên dewleta Tirk jî me li ber xwe da û li ber xwe didin û îro jî di bin wan rewşan de em van şehîdên xwe bibîr tînin û soza tolhildanê didin. Emê têkoşîna xwe bi hemu pêkhateyên Şengalê mezin dikin. Tu cudahî di navbera ol û mezheb de nîne, em hemû pêkhateyan di bin fikir û felsefeya Rêber Apo de diparêzîn. Dijminê me dixwaze li ser xwîna gelên me bijî û desthilatdariya xwe ya salên berê nû bike. Lê em wekî hêzên xweparastinê qet rê nadin ve tiştî.”

‘Divê her kes ji bo Şengaleke azad û Iraqeke demokratîk têbikoşe’

Di dawiya axaftina merasîma leşkerî de li ser navê Fermandariya YBŞ û YJŞ Xelîl Ereb wiha got; “Di serî de em wekî YBŞ’ê û YJŞ’ê û hemû gelê me,ji bo parastin keda van şehîdan, divê her kes ji bo Şengaleke azad û Iraqeke demokratîk têkoşîn bike û bixebete. Careke din em dibêjîn ku dewletên ku dixwazin destek û alîkariya Şengalê bikin em spasdarin, lê yên ku êrişî Şengalê dikin em ji wan re dibêjin ku tu kes nikare tava azadiyê asteng bike. Ji bo pêkanîna hedef û armanca şehîdên xwe, emê her tim li ser ve rêyê bimeşîn û ji armancên şehîdên xwe em tu caran gav paş de navejîn. Carekî din hemu şehîdên fermanê û bi taybet şehîd Mam Zekî, Şehîd Seîd û şehîdên Nexweşxaneya Sikeniyê bibîr tînin. Di dawiyê de em dibêjin şehîdên me nemirin, şehîdên me di dilê me de ne.”

Merasîm bi berzkirina dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’’ bidawî bû.

LALEŞ ZERDEŞT-ŞENGAL

Show More
Back to top button