Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê: 15’ê Tebaxê bû hêviya azadiyê

Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê bi daxuyaniyek Pêngava 15’ê Tebaxê pîroz kir û got: “15’ê Tebaxê ji bo hemû gelên herêmê û me wek civaka Êzidî hêviya azadî û li hember dijmin jiyan ji nû ve rexistinkirine. Eger tekoşîn û hêza 15’ê Tebaxê li şengalê geş nebûya wê di 3’yê Tebaxa 2014’an de gelê Êzidî di qirkirna herî mezin re derbas bibûya.”

Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê bi boneya salvegera 39’an a Pêngava 15’ê Tebaxê daxuyaniyek nivîskî belav kir.

Daxuyaniya Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê wihaye;

“15’ê Tebaxê ji bo hemû gelên herêmê û me wek civaka Êzidî hêviya azadî û li hember dijmin jîyan ji nû ve rexistinkirinê ye. Li ser vê esasî em Cejna Vejînê wek pêngava ji nûde jiyankirinê ji bo xwe dibînin. Eger tekoşîn û hêza 15’ê Tebaxê li şengalê geş nebûya ewê di 3’ê Tebaxa 2014’an de gelê Êzidî di qirkirna herî mezin re derbas bibûya, lê bi wê hêz û îradeyê rê li ber hedefa dijminê dagiker hate girtin.

15’ê Tebaxê çawa ku ji bo gelê me rojek pîroze, di heman rojê de de jî dewleta Tirk êrişî pêşeng û zarokên me kiriye. Di 15’ê Tebaxa 2014’an de li gundê Koço komkujî hatin kirin. Dîsa di 15’ê Tebaxa 2018’an dewleta faşîst bi êrişekî namerdane Mam Zekî şehîd xist. Ji fermandarê tevger û pêşengê me, Seîd Hesen jî bi heman rêbazê di 16’ê Tebaxa 2021’an de şehîd xistin. Dîsa roja 17’ê Tebaxê li gundê Sikêniyê bi êrişek hovane li ser nexweşxaneyê qetlîam çêkir. Em wek saziya malbatên Şehîdan di serîde ji Rêber Apo , malbatên şehîda û tevahiya gelê xwere sersaxî dixwazin.

Bi van êrîşa heya nehe dijmin nekariye ola me ya kevnar tine bike, ji îro û şûnde jî emê ji bo parastina bîr û baweriya xwe bedel bidin. Ji ber ku parastina vê ola kevnar ne hêsane. Ji bo dijmin bigehe hedefa xwe hêzên herêmî mîna PDK’ê li dijî gelê me bikartîne û dixwaze me bi destê wan tine bike. Bila her kes bizane êdî Şengal bi keda şehîda ber bi xweserî û azadiya xweve dimeşe û ev meş wê bigehe serkeftinê.”

ŞENGAL-ROJNEWS

 

Show More
Back to top button