Merasîma bîranîna şehîdên Tebaxê: Ruhê 15’ê Tebaxê li Şengalê zindiye

Li Şengalê şehîdên meha Tebaxê bi merasîmekê hatin bibîranin, di merasîma li şehîdgeha Şehîd Dilgeş û Ş. Berxwedan pêk hat de, bi sedan kes amade bûn. Di merasîmê de hate diyarkirin ku 15’ê Tebaxê ji bo hemû gelên azadîxwaz roja vejînê ye, ji ber wê jî dijmin di vê rojê de pêşengan dike hedef û dixwaze roja wan tarî bike. Hate gotin ku ruhê 15’ê Tebaxê îro li Şengalê zindiye û ew li ser xeta Egîdan têkoşîna xwe dewam dikin.

Di 15’ê Tebaxa 1984’an de bi fermandariya Mehsum Kurkmez (Egîd) PKK’ê yekem çalakiya leşkerî li dijî artêşa Tirk a dagirker bi serkeftî kir. Ev jî ji bo gelê bindest  li her çar parçeyên Kurdistanê bû pêngavek şoreşgerî ya mezin û deng veda. Dengvedana vê çalakiyê îro li Şengalê geş dibe. Ji bo dewleta Tirk a dagirker ruhê 15’ê Tebaxê dinava civaka Êzidî de vemirîne, di meha Tebaxê de êrişî pêşeng, şervan û zarokên vê civakê dike. Di 15’ê Tebaxa 2014′ de DAIŞ’ê ku destek ji dewleta Tirk digirt, li Koço komkujî pêk anîn. Her wiha di 15’ê Tebaxa 2018’an de endamê Koordinasyona Civaka Êzidî Zekî Şengalî, di 16’ê Tebaxa 2021’an de fermandarê YBŞ’ê Seîd Hesen û di 17’ê Tebaxê de jî Nexweşxaneya Sikêniyê ji aliyê dewlet Tirk ve hatin hedefgirtin.

Bi minasibeta van roja ji aliyê Rêveberiya Xweser a Şengalê ve merasîmek bîranînê hate lidarxistin. Merasîm bi tevlîbûna bi sedan kesî  tevî endam û nûnerên partiyên siyasî, tevger û saziyên civaka Êzidî, serokeşîr û oldarên Êzidiyan pêk hat. Merasîm li goristana Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan a li çiyayê Şengalê pêk hat.

Hemed Bişar

‘Vegera li Şengalê xeyala şehîdan bû 

Piştî  deqeyek rêzgirtinê peyamên girîng bi boneya rojan hatin dayîn. Di serîde berdevkê Saziya Malbatên Şehîdan Hemed Bişar axivî û got: “Dijmin herdem xwestiye vê mehê li me reş bike. Lê bi ked û yekitiya xwe em dikarin vê rojê bikin roja serkefitê. Mam Zekî di roja hatî hedefgrtin, ji bo karibe bi yek dengî daxwaza mafê  gelê Şengalê bikin, berê xwe dabû Koço û şehîd ket. Hedefgirtina Mam Zekî ji bo ku kar û xebatên yekitiya gelên Şengalê lawaz bibe bû. Ev vegera gel a li Şengalê, rêxistin û kombûna li derdora Rêveberiya Xweser a Şengalê bi keda wan şehîda ye û lazime em li vê kedê xwedî derkevin.”

‘Ruhê 15’ê Tebaxê li Şengalê geş dibe’

Dilşêr Qîranî

Li ser navê Fermandariya YBŞ’ê û YJŞ’ê Dilşêr Qîranî jî axivî û da diyakirin ku ev roj di dîroka gelê Kurd  û hemû gelên bindest de xwedî wate ne.  Dilşêr got; “Di sala 1984’an yekemîn çalakî li dijî  dijminê me yê dîrokî hate encamdan. Lewma dewleta Tirk dixwaze di vê rojê de me tine bike û rê liber têkoşîna me bigire. Em dibêjin  her kesekî  pêşengiyê ji rêxistinbûna gelê mere bike, tê hedefgirtin û dixwazin gelê me bê pêşeng bihêlin. Di niha de em bi hezaran kes li ser xeta Mam Zekî, Seîd Hesen û Egîdanin.  Em ber bi xewn û xeyalên wa ve diçin. Em dizanin di vê rêde bedel hene û em amadene bedelan bidin,  jiber ku em dizanin ewqas şehadetên giran, ne ji lewaziya meye, belkû ji ber hêza meye. Dijmin ji vê  hêzê diditirse lewam êriş dike. Dema em têne hedefgirtin çiqasî ji mere berdel giran be û em pê bêşin jî, lê em di wijdan de kêfxweşin, ji ber ku em dizanin me rêya rast hilbijartiye. Eger em li ser rêyekî şaş ban, emê nehatibana hedefgrtin.”

‘Cihê îxanetkaran li Şengalê nîne’

Kindê Xidir

Li ser navê TAJÊ Kindê Xidir jî axivî û got: “Ji bo Şengal dest ji rêxistina xwe berde û  ji ser axa xwe koçber bibe, ev êriş pêk anîn. Lê bila dijmin baş zanibe ku bi êrişa emê dest ji axa xwe bernedin û li ser xeta  wan şehîda emê tekoşîna xwe berdewam bikin.  Cihê îxanetkara li ser vê axa ku bi xwîna şehîdan hatiye rizgarkirin nîne. Şengal a şehîda ye û emê li ser vê axê heya dawî jiyan bikin.”

‘Bi pilanên xwe nikarin me tine bikin’

Hisên Hecî

Li ser navê PADÊ’ê jî Hisên Hecî axivî û got; “Hevalên me ku şehîda ketine, di roja despêkê de şehadet dabûn berçavê xwe, ji ber ku pêşengî ji vî gelî re dikirin û hedefa wan ew bû ku Şengalek xweser û azad avabikin. Em jî dizanin ji bo gelê me xweser jiyan bike û bibe xwedî sîtema xwe ewê dijmin jî pêşengên vê pergalê bike hedef. Lê çiqasî dijmin êriş kirin û bi plana mîna peymana 9’ê Cotmehê xwestin em dest ji vê dozê berdin, wan nikaribû bi me gav paşde bidin avêtin û va îro em digihin xeyalên şehîdan.”

‘Xeta têkoşîn û azadiyê li Şengalê dimeşe’

Rîham Hesen

Hevseroka Desteya Rêveber a Şengalê Rîham Hesen jî got: “15’ê Tebaxê roja biriyar dayîna gelên bindeste. Me jî wek civaka Êzidî ji bo em karibin rê liber fermana bigrin, me bi ruhê 15’ê Tebaxê dest  bi têkoşna xwe kir. Ev têkoşîn ji bo me pîroze. Em dizanin ku avakirina xweseriya Şengalê bê bedel nabe, lê her kesekî di oxira têkoşîna Şengala xweser û azad de canê xwe bide, ew dikeve dîroka gelê me û keda wan nayê jibîrkirin. Niha ji bo em dest ji vê têkoşînê berdin, dijmin pilanên xwe dewam dike. Li Şengalê dû xet bi hevre dimeşin. Yek xeta têkoşîn û berxwedana ji bo azadiya vê civakê ye û ya din jî îxaneta dijmine, lazime tu kesekî Êzidî nekeve xizmeta dijmin û li dijî civaka xwe îxanetê neke.”

Piştî peyaman merasîm bi dirûşmeyên ‘Şehîd Namrin’ bi dawî bû.

 

ŞENGAL/ROJNEWS

Show More
Back to top button