Rêveberiya Xweser a Şengalê sersaxî ji malbata Şêx Himêdî Deham re xwest

Rêveberiya Xweser a Şengalê bi boneya koça dawî ya hevserokê herêma Cizîrê şêx Himêdî Deham El Hadî peyameke sersaxiyê weşand.

Rêveberiya Xweser a Şengalê bi boneya koça dawî ya hevserokê Herêma Cizîrê a Rojavayê Kurdistanê Şêx Himêdî Deham El Hadî peyamek sersaxiyê belavkir.

Rêveberiya Xweser a Şengalê sersaxî ji Himêdî Deham re xwest û wiha hate gotin; “Şê Himêdî yek ji wan kesan bû ku di dema êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya li ser Şengalê de, bi hemû derfetên xwe û eşîra Şemer ji bo rizgarkirina Êzidiyan ji qirkirinê, mil bi milê şervanê YPG û YPJ’ê sefer ber bibû. Rolek wan ya sereke hebû di rizgarkirina xelkê me de. Civaka Êzidî yek ji dostên xwe ên giran ji dest da. Em bi navê gelê Şengalê sersaxî ji malbata Şêx Himêdî Deham El Hadî, Rêveberiya Xweser yaRojava û tevahiya eşîre Şemer re dixwazin.”

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button