Civaka Êzidî wê roja Rizgarkirina Şengalê bi coşek mezin pîroz bike

Civaka Êzidî û gelên Şengalê bi pêşengiya Rêveberiya Xweser, 13’ê Mijdarê roja rizgarbûna Şengalê wekî cejnekî pîroz dikin. Şahiyên pîrozkirina roja azadiyê, bi hêza jin û ciwanên Êzîdxanê 9’ê Mijdarê destpêkir û wê bi şahiya mezin a gel 13’ê Mijdarê bi dawî dibe.

Navenda Şengalê ku di fermana 3.8.2014’an de bi îxaneta PDK’ê teslîmî DAIŞ’ê hate kirin, 13’ê Mijdara 2015’an bi pêşengiya gerîlayên HPG-YJA Star’ê, hêzên YPG-YPJ’ê û şervanên YBŞ’ê ji destê çeteyên DAIŞ’ê bi temamî hate rizgarkirin. Piştî rizgarkirina Şengalê, pêvajoyeke nû ji bo civaka Êzidî û hemû pêkhateyên Şengalê destpêkir. Di nav 8 salên borî de bi sedhezaran Êzidî vegeriyan ser cih û warê xwe, tevlî sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser bûn û Şengalê ji nû ve geş kirin.

13’ê Mijdarê roja azadiyê!

Bi taybet civaka Êzidî 13’yê Mijdarê wekî roja azadiyê binav dike û wekî cejneke nû li cejnên xwe yên qedîm zêde dike. Di 8’emîn salvegera rizgarbûna Şengalê de, bi pêşengiya Rêveberiya Xweser a Şengalê û bi beşdariyeke xurt a tevgera jin û ciwanan şahî û pîrozbahiyên berfireh têne lidarxistin.

Starta pîrozbahiyan hate dayîn

Di çarçoveya plansaziyê de, ciwanên Êzidxanê starta pîrozbahiyên rizgarkirina Şengalê 9’ê Mijdarê li Duholayê da. Wê îro jî ciwanên Şengalê, li komelgeha Dugirê şahiyekê lidarbixin û roja azadiya Şengalê silav bikin.

Heya 13’ê Mijdarê her roj bernameyek

Plansaziya pirozbahiyan heya 13’ê Mijdarê wê berdewam bike. Gelê Şengalê wê 12’ê Mijdarê serdana Şehîdgeha Ş.Dilgeş û Ş.Berxwedan bike û şehîdên pêngava rizgarkirina Şengalê bibîr bîne. Piştî serdana şehîdgehê, heman rojê wê li Baxçeyê Serokatî şahiyek were lidarxistin û li ser Çiyayê Şengalê agir bên pêxistin.

13’ê Mijdarê şahiya girseyî

13’ê Mijdarê roja rizgarbûna Şengalê wê bi şahiyeke girseyî were pîrozkirin. Bi pêşengiya Rêveberiya Xweser a Şengalê û bi beşdariya gel wê li ber Meclîsa Gel a Şengalê pîrozbahiyeke girseyî were lidarxistin. Rêveberiya Xweser a Şengalê û Yekîtiya Ciwanên Êzidxanê banga beşdarbûna pîrozbahiyan li gel û ciwanan kirin. Di bangawaziyê de hate gotin, 13’ê Mijdarê rojeke pîroz e di dîroka Êzidxanê de ku roja çirandina tarîtiyê û rizgarbûna ji qirkirinê ye. Wê komên dengbêj û dîlanê jî beşdarî vê şahiya girseyî bibin.

Piştî şahiyê, heman rojê dane êvarê wê gelê Şengalê bi karwanê wesayîtan li nav Şengalê bigere, roja azadiyê silav bike.

ROJNEWS/ ŞENGAL

Show More
Back to top button