Jinên Ereb û Êzidî: Emê bi mezinkirina rêxistin û parastinê xwe biparêzin!

Komxebata ‘Jin û Parastin’ ya bi pêşengiya TAJÊ li navenda Şengalê birêve çû, bi peyamên bihêz û coşeke mezin bi dawî hat. Di komxebatê de peyamên girîn ên weke: ‘Fikra netewa demokratîk a Rêber Apo niha jinên Êzidî û Ereb aniye gel hev. Divê em bihevre li dijî her cûre pîlanan bisekinin. Hîn jî metirsî li ser jinan û civakê heye. Lewma divê em xwe bi fikrê Rêber Apo biçek bikin û têkoşîna xwe li dijî êrîşên DAIŞ, dewleta Tirk û PDK’ê mezin bikin. Her wiha li hember tundiya mêr jî divê jin xwe zana bikin û bikarin biparêzin.’ hatin dayîn.

Komxebata ‘Jin û Parastin’ ya bi pêşengiya TAJÊ li navenda Şengalê birêve çû, bi peyamên bihêz û coşeke mezin bi dawî hat.

Danê piştî nîvro sê semîner ji aliyê Hêza Şengalî, Ferîde Şengalî û Fatîma Mistefa ve hate dayîn.

‘Êşa me divê veguhere hêz û zanabûnê’

Hêza Şengalî
Hêza Şengalî

Di semînera yekemîn de fermandara YJŞ’ê axivî. Hêza Şengalî diyar kir, di fermanê de di şexsê jinên Êzidî de hewl dan îradeya jinên Êzidî tune bikin û wiha axivî: ‘Di şexsê jinên Êzidî de tunekirina îradeya jinê hedef girtin. Civakekî bêparastin wê ji her tiştê xeberbe. Civaka me bi banga Rêber Apo ji tarîtiyê rizgarbû. Şehîd Gulçîn ku ji Rojhilatbû û dayîka du zarokan bû xwe ji bo me feda kir. Hevala Arîn, Bêrîvan, Rosyar û Nûjiyan gelek hevalên din pêşengî ji jinên Êzidî re kirin û xwe ji bo me fedakirin. Êşa 2014’an bi me dan kişandin, divê veguhere hêz û zanabûnê. Divê em xwedî li xewn û xeyalên şehîdan derkevin. Em soza xwe ya tolhildan û rizgarkirina jinên Êzidî yên di destê DAIŞ’ê de mane nû dikin. Têkoşîna YJŞ’ê ne tenê li dijî DAIŞ’ê li dijî hevkarê wê PDK’ê û dewleta Tirke jî. Ji 2014’an ve êrîş li ser êrîşê li dijî me çêdibin. Hinek derdikevin, ji me re dibêjin, hun ne rewane! Erê em pirs dikin, yên 2014’an ji Şengalê reviyan, hêzên rewane?’

Hêza Şengalî di dewama axaftina xwede îşaret bi van xalan kir: ‘Rêber Apo jî dibêje, ‘Parastin ji nan û av girîngtire. Emê hêza xwe mezin bikin û bersiva hemû êrîşan bidin. Em dizanin me çek ji bo çi hilgirtiye. Helbet çek bê fikir nabe. Eger fikir nebe, wê careke din di dema pêwîst de pişta xwe bidin civakê. Kî êrîşê baweriya me bike, emê bersivê bidin û xwe bi parastin û rêxistinkirinê mezin bikin. Ji bo em ji jinên dîl re bibin bawerî me xwe rêxistin kir. Emê pîlanên qirêj yên li ser Şengalê vala derbixin. Ez rizgarkirina Şengalê li Rêber Apo û hemû şehîdan, jinan û hemû gelê me pîroz dikim.’

Fatîme Mistefa
Fatîme Mistefa

‘Tenê YJŞ me diparêze’

Piştî Hêza Şengalî bi navê jinên Ereb yên Şengalê Fatîme Mistefa jî semînerek bi zimanê Erebî da. Fatîme Mistefa diyar kir, tenê YJŞ’ê wan diparêze û got: ‘YJŞ’ê parastina vir dike. PDK dixwaze civaka Êzidî bixapîne. Li beramber vêya divê jinên Êzidî û Ereb hev bigirin.

Divê em bihevre parastina xwe û welatê xwe bikin. Ev ne tenê karê zilame, kare jine jî. Jin dikare roleke mezin bilîze. YJŞ hêza me ya parastinê ye û wê ti kes nekare têk bibe.’

 

Ferîde Şengalî
Ferîde Şengalî

Piştî wê Endama Komîteya Dîplomasiyê ya TAJÊ Ferîde Şengalî jî semînerek da. Ferîde Şengalî wiha axivî: ‘Ne yên xiyanet kirin ne jî yên ronahiyê anîn, wê neyên ji bîr kirin. Ji b parastina xwe nabe, em pişt bi Iraqê germ bikin. Asayîşa me û YJŞ’ê heye, lê divê gelê me tev parastina xwe bike û em bihevre pêşî li fermanan bigirin. Yên li Şengalê man û li berxwedan, dikarin li ser navê Êzidiyan biaxivin. Divê em Êzidî doza xwe biparêzin. Em nehêlin kes xwe li ser xwîna şehîdan bide jiyankirin.’

Piştî semînerê TAJÊ ji ber parastina jinên Êzidî wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan diyarî YJŞ’ê kir. Dayîkên Şengalê diyariya TAJÊ dan fermandara YJŞ’ê Hêza Şengalî.

Cîhan Celo: Peyam têkoşîn û xweparastinê ji komxebatê derket

Cîhan Celo
Cîhan Celo

Piştî diyariyê Hevseroka Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Cîhan Celo axaftina girtinê kir. Cîhan Celo destpêkê balêkêşa ser peyamên di komxebatê de derketin pêş û got: ‘Peyama ji vir derket, têkoşîn, xweparastin û li dijî dijmin rabûnbû. Hêza me jinan heye û îradeya me heye. Êdî wê nekarin weke berê li ser me pîlanan bimeşînin. Hem hêza me ya civakî hem jî ya parastinê heye. Ne tenê li dijî êrîşên dijmin, divê em xwe ji êrîşên mêran jî biparêzin û têkoşîna li dijî wê jî bikin. Di dîrokê de timî jinên Êzidî li ber xwedane. Niha em û jinên Ereb bihevre li vir li ser fikra netewa demokratîk kom bûne. Berê me kiribûn dijminê hev, lê me bi netewa demokratîk van pîlanan vala derxist. Emê li dijî tecrîd, zordarî û pîlanan bihevre bisekinin. Em deyndarên Rêber Apo ne. Emê xweseriya xwe bi berxwedan û têkoşînê mîsoger bikin. Eger em xweseriya xwe mîsoger nekin, wê timî pîlan li ser me birêve bibin. Em niha ji saya fikrên Rêber Apo li vir kombûne. Ji ber vêya di serî de rizgarkirina Şengalê û vê komxebatê li Rêber Apo, li şehîdan, li hemû gelê me û jinan pîroz dikin.’

Piştî axaftinan dirûşmên, ‘Jin jiyan Azadî’ û ‘Bijî Rêber Apo’ hatin gotin û govend hate gerandin.

ROJNEWS/ŞENGAL

Show More
Back to top button