Karayilan: Divê dewletên tevlî Qirkirina Êzidiyan bûne bêne darizandin

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan diyar kir ku biryarên hikumetên Belçîka û Hollandayê yên ji bo naskirina qirkirina li Şengalê erênî ne, lê têrê nakin. Karayilan got ku dewletên ku tevlî qirkirina Êzidiyan bûne divê werin darizandin

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan, têkildarî biryarên dewletên Belçîka û Hollandayê yên li ser naskirina Qirkirina Êzidiyan axivî. Karayilan anî ziman ku komkujiyên DAIŞ’ê li Şengalê kir, nabe ku ji dewleta Tirk cuda bê nirxandin û bi bîr xist ku bi saya destwerdana HPG’ê bi hezaran Êzidî ji qirkirinê hatin rizgarkirin.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan ji ANF’ê re axivî û têkildarî naskirina Qirkirina Şengalê ev nirxandin kir:

“Di destpêkê de hemû şehîdên fermana Şengalê û hemû şehîdên berxwedana Şengalê bi rêzdarî bi bîr tînim û serê xwe li hemberî bîranînên wan ditewînim. Ji bo xwîna wan li erdê nemîne tevgera me gelekî hewl da. Heta astekê hesab jî hate pirsîn. Lê belê hîna jî mayî ye. Gelek mirovên me yên keç, jin, zarok winda ne. Hîn bermahiyê vê qirkirinê weke êşekê di dilê gelê me de ye. Bêguman tişta ku hovîtiya DAIŞ’ê li Şengalê pêk anî qirkirin e, ango jenosîd e. Em bi Kurdî jê re dibêjin qirkirin.

Berê jî hinekan weke jenosîdê qebûl kirin û niha jî dewletên Belçîka û Hollandayê qebûl kirine. Bi derengî jî be tiştekî baş e. Lê belê ya girîng, tenê bi wê nemînin. Yanî tenê bi girtina biryarê nemînin. Eger li wir jenosîd hatibe kirin, wê demê li gorî wê divê nêzîkatiyên siyasî, aborî jî bê nîşandan. Beriya her tiştî ev berpirsyarê vê jenosîdê divê bên dadgehkirin. Dewletên li pişt kî bûn divê bêne zelalkirin.

Gelê me hîn jî perîşan e. Pêwîstiyên xwe bi alîkariyê heye, jinûve avakirina Şengalê hewceyî pê heye. Kesek alîkariyê nake, wisa sekinî ye. Alîkariya ji bo avakirinê pêwîst e. Ev dewletna madem van biryaran digirin divê li ser van mijaran jî bisekinin. Heta niha fermanên ku li ser gelê Êzidî yê Kurd rabûye hemû li aliyê kesên ji xwe re dibêjin ’em misilmane’ hatine kirin. 73 ferman bi vî rengî pêk hatin. Ji bo wê hewcehiya Êzidiyan bi parastina xwe bi xwe heye. Niha Êzidî dixwazin xwe bi xwe biparêzin û bi xwe sîstemeke xwe ya rêvebirinê çêbikin. Ev mafê wan e. Divê ev heq ji wan re bê dayin. Ev tiştekî rewa ye. Yanî divê ev xelk bi xwe karibe xwe bi rê ve bibe, bi xwe karibe xwe biparêze. Ev tiştekî mirovî û rewa ye û demokratîk e. Ji bo vê jî piştevanî pêwîst e.

Hîn jî dewleta Tirk her roj êrişî wir dike. Mesela kesek nabêje tu çima dike? Ma ne berê DAIŞ’ê xwest vê derê bi temamî ji holê rake. Bala xwe bidinê, cihên ku DAIŞ’ê êriş kiriye, niha dewleta Tirkiyeyê jî êrişî wê derê dike. Mesela Şengal, mesela Efrîn, tevahiya Rojava. Ma ne hedefa DAIŞ’ê bû. Çima niha hedefa dewleta Tirkiyeyê ye? Kes li vê napirse.

Komkujiyên ku DAIŞ’ê li Şengalê kir ji dewleta Tirk ne qut e. Projeyek bû xwestin bimeşînin. Wana ne ku dixwest wisa bikin, dixwestin Êzidiyan bi temamî ji holê rakin. Jenosîdeke sedsalê dixwestin bimeşînin. Eger ku destwerdan nebûya, wê ev yek pêk bianiya. Mesela ku nehata parastin, ev sed û pêncî hezar kesên ku derketin serê çiyayê Şengalê, ma ne ji çar aliyan ve êriş birin ser ku wan hemûyan qir bikin. Ew hatin parastin. Di vê mijarê de destwerdana ku ji aliyê HPG’ê ve hate kirin pêşî girt. Eger pêşî negirtibûya wê qirkirin hîn berfirehtir bûya. Ji ber ku armanca wan bi temamî jiholêrakirina civaka Êzidî bû. Ev wisa bû.  Lê belê destwerdanê pêşî girt, şer kir, rawestand, dûre jî zemîn ava kir ku wî gelî ji wir derxîne. Piştre jî hewldanên rizgarkirina Şengalê ketin rojevê.

Bi taybetî divê mirov fermandarê hêja Dilşêr Herekol bi bîr bîne. Weke tê zanîn ew tevî 11 hevalên xwe çûn wir ji bo alîkariyê, ku pêşî li êrişan bigirin. Roja 3’yê Tebaxê hîn saet derdora 9’an de bi telefonê hevalê hêja fermandarê bi rûmet hevrê Dilşêr agahî da biryargehê. Ku li wir çi qiyamet çêbûye. Wê çaxê jê hate pirsîn; eger em tabûran bi rê bikin hûn ê karibin pêşengiyê ji wan re bikin? We erazî hemû nas kiriye, hûn ê karibin serwer bin? Got; em amade ne. Ji xwe biryar hema di nava sê çar deqeyan de hate girtin ku divê tabûr bê rêkirin. Ji xwe 2 tabûrên me ji bo piştevaniya di wê xetê de amade bûn heman demê de ketin dewrê. Û ji çiyê jî tabûr bi rê ketin. Bi vî rengî pêşî li jenosîdeke mezin hate girtin. Bi keda fermandar Dilşêran, piştî wê Egîd Civyan çû, bi berxwedana Berxwedanan hevrê Berxwedan ewladê Şengalê bi xwe bû.

Wê demê gelek şehîd di wê pêvajoya berxwedana Şengalê de çêbûn. Ew fedakarî, ew qehremanî nebe ji xwe pêşî nedihate girtin. Ji ber ku DAIŞ nedihate sekinandin. Har bûbû. Ji her alî ve êriş dikir.  Lê belê wan hevalan sîng vegirt, ew gel parast. HPG’ê ev kir, PKK’ê kir. Çima? Ji ber ku Rêber Apo ji berê ve ferman dabû ku lazim e hûn gelê Êzidî biparêzin. Ji ber wê dema agahî hate girtin, yekser biryar jî hate girtin û yekser hêz ketin nava liv û tevgerê. HPG’ê dest li wir werda. Piştre ji bo gel ji wir bê derxistin, korîdor bê vekirin alîkarî ji YPG û YPJ’ê hate xwestin. Wan jî alîkarî kir. Wisa ye. Yanî destwerdan bi temamî ji aliyê hêzên HPG’ê ve hate pêkanîn. Piştre bêguman alîkariya YPG’ê bû, hem korîdor parast hem jî di dema rizgarkirina bajêr de ku wê demê pêşmerge jî hebû wisa bi giştî tevlîbûnek çêbû. Wisa hate rizgarkirin.

Bêguman ev destwerdana dîrokî bû û bi taybetî di wan zor û zehmetiyan de pêşî komkujiyê hate girtin. Ji ber ku li aliyekî hem tîbûn hem birçîbûn vana hemû xwe dane pêş, li aliyekî jî êrişên DAIŞ’ê. Li pêşiya van hemû hate sekinandin. Wisa jenosîd nebû giştî. Yanî li wir tişta dihate kirin jenosîd bû, qirkirinek mezin bû. Ev hatibû plankirin, lê belê pêşî li vê hate girtin. Wisa li hedekî hate hiştin.

Tiştê pêk hat jî bêguman jenosîd e. Di vir de rola dewletê tê de heye. Divê mirov bibîne. Tiştê niha dewleta Tirkiyeyê li Efrînê dimeşîne heman tişt e. Li Efrînê paqijiya miletî dimeşîne, xelkê Efrînê ji sedî 95 zêdetir Kurd bû. Niha ew bi ku ve çû? Dewleta Tirk ew gund bi gund vala dike û xelkê din li şûna wan bi cih dike. Ev ne qirkirin be, ne jenosîd be hingî çi ye? Em dinerin ev dewletên Ewropî, dewletên hegemonîk çavên xwe jê re digirin. Herî dawî dewleta Tirkiyeyê rezaletek çêkir. Li Bakur jî hemû şehîdgehên me dike hedef, li Efrînê jî şehîdgeh hemû dike hedef.

Şehîdgehek di rojên dawî yên berxwedanê de li nava bajêr, ji ber derfet nebû li wir çêkirine, 67 şehîd li wir veşartine. Dewleta Tirk destpêkê wir tasfiye dike, yanî navan filan radike. Dûre çi dike? Weke li Bakur kiriye, wan şehîdana derdixe û berevajî dike. Dibêje ‘li vir komkujî hatiye çêkirin, me gora komî dîtiye’. Yanî ewqasî berevajîkirin, ewqas derew tenê dewleta Tirkiyeyê dikare bike. Ev yek careke din rastiya dewleta Tirk li Efrînê raber dike. Dewletên Ewropayê jî, Rûsya jî, Emerîka jî çavên xwe ji sûcên dewleta Tirk ên li Efrînê digirin. Berpirsyariya wan tê de heye, lê çav jê re digirin. Lê belê ev li erdê namîne. Yanî îro tiştên ku dewleta Tirkiyeyê li Efrînê dike ji bo mirovahiyê rûreşî ye. Her kes çavê jê re digire, heta Elmanya destekê dide. Pereyan dide ji bo wan kesên tînin Efrînê bi cih bikin xaniyan çêbikin. Elmanya û Ewropa wan pereyan dide. Yanî ew jî bûne aliyekî jenosîda li Efrînê. Durûtiyeke wisa heye. Ev hesaba divê bê pirsîn, li erdê nemîne.

Hesabê qirkirina Şengalê jî ya Efrînê jî li erdê namîne, divê bê pirsîn. Ya girîng divê em weke Kurd bi xwe têkoşîna vê cidî bidin, bi rastî vê karibin di rojevê de bihêlin. Wekî din hovîtiya dewleta Tirkiyeyê di dîroka wan de jî diyar e çi hovîtî li ser van miletan hemûyan kirine, îro jî li ser gelê Kurd dikin. Li Şengalê dikin, li Efrînê dikin, li Serêkaniyê dikin. Dixwaze vê şêwazê li tevahiya Kurdistanê bike. Dixwaze bi vî rengî siyaseta xwe ya qirkirinê bi ser bixîne. Lê belê li hemberî vê têkoşîna me her roj diçe bilind dibe û wê ew têk biçin, gelê me wê bi ser bikeve.”

ROJNEWS-NAVENDA NÛÇEYAN

Show More
Back to top button