Sibê Şêwira Jinên Êzidî û Ereb li Şengalê tê lidarxistin

Dê bi pêşengiya TAJÊ Sêwira Jinên Êzidî û Ereb bi diruşma “Yekîtî û Têkoşîna Jinan Misogeriya Parastina Jinê ye” li Til Izêra Şengalê bê lidarxistin û du rojan bidome. Berdevka TAJÊ Sebîha Sebrî têkildarî şêwira ku  dê sibê di saet 9’an de despêbike agahî da û got: “Armanca me ji vê şêwirê ewe ku wek jin em bikarin bi hev re ji hemû netewên ku di Iraqê de dijîn bên ba hev û bi tevnek rêxistinê ya berfireh bikarin pêşiya qirkirna jin û civakan bigrin.”

Di hemû şer, qirkirin û êrîşên ku dewletên desthiladar ên xwedî zihniyeta zilam perest li ser civakan pêk tîne, jinê dikin qurbaniya yekem. Jin di aliyê deronî, bedenî û çandî de qirkirnekî pir kur dijîn. Dikare bê gotin ku fatoreya şerên heyî li ser jinê tê ferzkirin, ev yek civakê ber bi şikandin û bê nasnamebûnê ve dibe. Di her şer an jî qirkirina li ser jinê tê meşandin de hewldan û têkoşîna jinan ji bo ku bibin hêzekî li hember siyaseta xwedî zihniyeta zilamperest, bilintir û mezintir dibe. Mînaka vê jî jinên Êzidî yên ku piştî fermanê xwe ji xweliya xwe ava kirin û bûn xwedî hêzekî bi bandûr ku li pêşiya êrîşên li ser nasnemya civka Êzidî disekinin.

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ’ê xwe li ser bingeha parastin, rêxistinkirin û bihêzkirina jinên Êzidî avakiriye. Di heman demê de rakirina tola jinên Êzidî yên ku bi destê çeteyên DAÎŞ’ê ru bi ru yê hovîtiyek mezin hetine ye. TAJÊ bi bawerî û hêviya ku jin bi rêxsitinkirina xwe dikare bibe mertal li pêşiya ferman û qirkirnan. Sibê li ser mijara ferman û bandora wê li ser jinan bi jinên ji hemû pêkahateyên ku li Iraqê dijîn Şêwira Jinên Ereb û Êzidî bi diruşma “Yekîtî û Têkoşîna Jinan Misogeriya Parastina Jinê ye” li navçeya Til Izêr a Şengalê bê lidarixtin. Berdevka Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Sebîha Sebrî têkildarî şêwira ku dê sibê bê lidarxistin û du rojan dom bike de agahiyên giring da.

“Bi qasî jinên Êzidî jinên Ereb jî li ser vê axê êş kêşane”

Sebîha Sebrî li ser armanca lidarxistina Şêwira Jinên Êzdî û Ereb got: “Bi pêşengiya TAJÊ me xwest bi jinên Iraqê yên ji hemû pêkhateyan re şêwirekê li darbixin. Armanca me ji vê şêwirê ewe ku wek jin em bikarin bi hev re ji hemû netewên ku di Iraqê de dijîn bikarin pêşiya qirkirna jin û civakan bigrin. Weke jinên Êzidî me gelek êş dît. Di êrîşa 3’ê Tebaxa sala 2014’an de ne tenê jina Êzidî jina Ereb jî ru bi ru yê kuştin û qirkirnê hatin. Ji bûn wê em dixwazin bi vê şêwirê bibin bersiv û çareseriya ji pirisgirêkên ku di Iraqê de heyî re bibînin.”

“Emê li ser rêyên çareseriyê nêrînên hevbeş bigirin”

Sebîha Sebrî di dirêjahiya axaftina xwe de bal kişand ser şêwira jinên Ereb û Êzidî ku yekem car dê li Şengalê bêlidarxitin û wiha domand: “Ev yekem care li Şengalê jinên Êzidî û Ereb bi hev re wê şêwirekê lidarbixin. Hemû jin wê bi çand û baweriya xwe tevlî vê şêwirê bibin. Wek jin em heman pirisgirêk dijîn. Hemû êrîşên li ser me bi yek armancê tên kirin, ji ber viya hatina me wek jinên Ereb û Êzdî li gel hev xwedî gavekî girînge ku em bi hêzekî hevbeş çareseriyê ji pirisgirêkan re peyîdabikin. Hêviya me ewe ku ev şêwir bibe bersiv ji nakokiyên ku di Iraqê de heyî, di heman demê de bibe hêz û moral ji jinên Iraqê re ku em bikarin bi hev re gavên bi hêz û rêxistinkirî ber bi çaerseriyê ve bavêjin.”

EVÎN ZENDA-ŞENGAL

Show More
Back to top button