Sozdar Avesta: Xweserî mafê Êzîdiyane, divê Iraq qebûl bike

Endama Serokatiya Konseya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta peyameke nivîskî ji bo kongreya Meclîsa Xweser a Şengalê de şand û diyar kir, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Êzîdiyên Şengalê emanetê wan kiriye û dazanîn, ewê her timî di xizmeta civaka  Êzîdî de bin. Avesta her wiha diyar kir xweserî mafê Êzîdiyane û divê Iraq jî vê yekê qebûl bike

4’emîn Kongreya Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê, li Salona Azadî ya Şengalê bi peyam û axaftinan berdewam dike. Hevseroka Desteya Rêvebir a Şengalê Riham Hico di axaftina vekirinê de balê kişand ser armanca esasî ya kongreyê û got “Armanca me ne tenê çareserkirina pirsgirêka Şengalê, çareserkirina hemû pirsgirkêkên Iraqê ye.”  Hico, Kongreya 4’emîn a MXDŞ’ê wekî pêngaveke siyasî, civakî, çandî û perwerdehî ya ji bo civaka Êzidî pênase kir.

Piştî axaftina vekirinê, sînevizyoneke ku derbarê fermana 2014’an, berxwedana parastin û rizgarkirina Şengalê û xebatên avakirina pergala xweseriya demokratîk hatibû amadekirin, hate temaşekirin. Piştî sînevîzyonê peyamên ku ji bo kongreyê hatine şandin, hatin xwendin. Gelek kesayet û sazi peyamên serkeftinê pêşkeşî kongreyê kirin. Namzeta Parlamentoya Iraqê Merwa Mirad Şêxkalo, Qeymeqamê Şengalê Fehed Hemîd, namzetê PADÊ ya Parlamentoya Iraqê Şêx Semir, li ser navê fermandariya YBŞ’ê Dijwar Feqîr, li ser navê Êzidiyên Rûsyayê Mamoste Ezîz di peyamên xwe de bang li civaka Êzidî kirin ku ji bo parastin û mîsogerkirina Xweseriya Şengalê kar û xebatan mezin bikin.

Her wiha Mala Êzidiyan ya Kantona Cizîrê, Meclîsa Şengalê ya Derveyî Welat û Meclîsa Eşayîrî ya Şengalê jî ji kongreyê re peyam şandin.

Yek ji peyamên herî girîng a ji kongreyê re hate pêşkeşkirin, peyama Endama Serokatiya Konseya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta ye. Avesta di peyama xwe de balê kişand ser girîngiya lidarxistina vê kongreyê û got divê hemû pêkhate tevlî Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê bibin û herkes vê meclîsê wekî îradeya xwe bibîne.

‘Xebata esasî Xweseriya Demokratîk e’

Avesta di peyama xwe de giraniyê da mijara Xweseriya Şengalê û ev nirxandin kir: “Xebata esasî xebata Xweseriya Demokratîk e, pêşengiya wê jî jin û ciwan dikin. Jin û ciwan xwedî li xweseriyê derdikevin û pêşengiyê dikin. Divê di meclîsê de cih bigirin û pêşengiya xebatên avakirinê bikin.”

‘Em dikarin Xweseriya Demokratîk a Şengalê mîsoger bikin’

Avesta di berdewamiya peyama xwe de balê kişand ser kar û xebatên ji bo Xweseriya Şengalê û wiha pê de çû: “Gelê Êzidî doza mafê xwe yê rewa dike. Ji bo bidestxistina xweseriyê ev rojên girîng in. Fermana Êzidiyan li cîhanê wekî jenoside tê qebûlkirin. Parlamentoya Belçika û Holandayê biryara jenosîdê dan. Lê bi vê tenê têrî nake. Divê ev biryar bikeve meriyetê. Divê bi taybetî em ji xwe bawer bin. Em dikarin Xweseriya Demokratîk a Şengalê mîsoger bikin.”

‘Êzidî rêveberiya xwe teslîmî kesî nakin’

Avesta balê kişand ser qirkirina li ser gelê cihû û encamên wê û got armanca civaka Êzidî ne avakirina dewletê lî jiyana azad a li ser axa pîroz e. Avesta ev bang û hişyarî ji her kesî re kir: “Xweserî mafê me ye. Divê herkes zanibe, civaka Êzidî êdî xwe biparêze. Parastina xwe, rêveberiya xwe nikare teslimi kesî bike. Di qanûna Iraqê de jî ev heye. Dewleta faşîst a Tirk dixwaze rê li ber vê bigire. PDK jî bi heman awayî.”

‘Divê Iraq mafên Êzidiyan nas bike’

Avesta diyar kir ku eger bi dewleta Iraqê re ev mijar baş were nîqaşkirin Iraq ji vê yekê re ne girtî û bi xebat û diyalogeke baş dikare ev pirsgirêk çaresere bibe. Avesta bang li dewleta Iraqê kir ku mafên gelê Êzidî nas bike û got: “Tu zirara Êzidiyan ji Iraqê re çênabe. Berevajî vê jiyana hevpar misoger bike û modeleke nû pêş bixe.”

‘Gelê me li kampan dîl hatiye girtin’

Avesta di peyama xwe de her wiha bang li Êzidiyên koçber û penaber jî kir da ku vegerin ser axa xwe ya pîroz û ev nirxandin kir: “Gelê me li kampan dîl hatiye girtin. Ji dîlgirtina Êzidiyan re bes e. Hemû bi têlan ve hatine dorpêçkirin, her roj konên wan dişewitin. Îradeya wan ji destê wan hatiye girtin. Em bang li gelê xwe dikin êdî vegerin ser axa xwe. Cih û warê xwe ava bikin. Encax bi vî rengî dikarin xwe azad bikin.”

Avesta her wiha destnîşan kir ku ev kongre ji hemû Êzidiyên li Êzîdxan, Ewropa, Rûsya û welatên din ên cîhanê divê biryaran bigire û herkes, bi taybet jî civaka Êzidî ya li Ewropa ji bo Xweseriya Şengalê kar û xebatan mezin bike.

‘Divê Êzidî yekîtiya xwe pêş bixin’

Avesta bang li hemû ciwanên Êzidî jî kir tevlî YBŞ, YJŞ û Asayîşê bibin û jinên berxwedêr ên Şengalê jî ji Êzîdxana xweser a demokratîk re pêşengiyê bikin û bi van gotinan bang bi giştî civaka Êzidî kir: “Ez bang li hemû eşîr û bavikan dikim. Divê xwe xurt tevlî vê pêvajoyê bikin. Ev pêvajoyeke girîng û dîrokî ye, divê yekitiya xwe xurt bikin û berjewendiyên civaka Êzidî esas bigirin.Bang li hemû oldaran dikim, divê ew jî di meclîsê de cih bigirin. Pêşengiya çandî, olî bikin.”

‘Rêber Apo civaka Êzidî emanetê me kir’

Avesta, di dawiya peyama xwe de bal kişand ser helwest û nêzîkatiya Rêber Apo ya li hemberî civaka Êzidî û wiha bi dawî kir: “Em wek civaka Êzidî minetdarê Rêber Apo ne. Rêber Apo civaka Êzidî emanetê me kir. Cara din soza me ji bo Rêber Apo, emê ji her demê zêdetir di xizmeta civaka Êzidî de bin.”

Peyama Avesta bi dirûşmeya “jin jiyan azadî” ya beşdarvanên kongreyê bi dawî bû.  

Kongre dê du rojan berdewam bike û xwedî bernameyeke têr û tijî ye. Di roja yekemîn a bernameya kongreyê de; axaftina Hevserokên Desteya Rêvebir a Şengalê, pêşandana sînevizyonê, axaftin û peyamên mêvanan, peyama Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta, nirxandin û peyamên Rêber Apo yên ji bo civaka Êzidî cih digire.

Piştî peyam û axaftinan dê kongre piştî nîvro bi xwendina rapora Hevserokatiya MXDŞ’ê, rapora Desteya Rêvebir a Xweseriya Şengalê berdewam bike. Piştî xwendina raporan nîqaş û nirxandinên rêxistinî werin kirin û di dawiya rojê de pêşnûme-biryarên ji bo kongreyê were pêşkeşkirin.

Di roja duyemîn a kongreyê de jî dê hilbijartina Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê were kirin û her wiha Hevserokatiya Dîwana Meclîsê were çêbibe.

 ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button