‘Ji bo Rojava çi ji destê me were em amadene bikin’

Rêveberiya Xweser ya Şengalê û TAJÊ sûcên şer û dermirovahî yên dewleta Tirk dijî Rojava bi daxuyaniyeke hevpar şermezarkirin, sersaxî ji gelê Rojava re xwestin û vê peyamê dan: “Cîhan li beramber sûcên dewleta Tirk ên li dijî mirovahiyê bêdenge. Lê şoreşa Rojava ya xwe li ber gelek êrîşan girtiye, wê li beramber van êrîşan jî têk neçe. Li kuderê berxwedaneke bispêre îradeya xwe hebe, serkeftina wê mîsogere. Rojava me ji qirkirinê rizgar kir, çi ji destê me were emê ji bo wan bikin.”

Dewleta Tirk a dagirker ji destpêka meha Cotmehê ve dest bi êrîşên dijwar yên dagirkerî yên bi mebesta qirkirinê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kiriye. Di êrîşan de hem hêzên ewlekarî û parastina herêmê, hem jî xelkê sivîl, navendên tendûristiyê, navendên locîstîk, binesazî û kêlgehên petrol, santralên ceyran hedef dike. Di encama van êrîşan de di navê de jin û zarok bi dehan welatî şehîd û birîndar bûne, gelek hêzên parastina herêmê şehîd bûne. Ji ber êrîşa li ser akademiya leşkerî ya têkoşîna li dijî madeyên hişber Rêveberiya Xweser duh 3 roj şîn ragihand.

Rêveberiya Xweser a Şengalê û Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi armanca şermezarkirina sûcên şer yên dewleta Tirk û bêdengiya saziyên navnetewî daxuyaniyeke hevpar dan çapemeniyê û piştgiriya xwe bi berxwedana Rojava re ragihandin.

Daxuyanî bi amadebûna endamên sazî û rêxistinên Şengalê li ber Meclisa Gel a Xanesorê hate dayîn. Di daxuyaniya ku ji aliyê Endamê Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Hecî Hecem ve hate dayîn de îşaret bi hedegirtina çavkaniyên jiyanê yên gel hate kirin û  wiha hate gotin : “Li ser Rojava xeterî heye. Niha jî êrîş dewam dikin. Êrîşên van rojên dawiyê derbasê qonaxek nû bû. Dewleta Tirk li Rojava sûcê şer pêktîne û cîhan jî ji van sûcên dewleta Tirk re bêdenge. Çavkaniyên gel yên jiyanê yên mîna av, ceyran, dibistan û nexweşxane dikin hedef. Tişka ku DAIŞ li Şengalê kir, niha Erdogan dixwaze heman tiştî li Rojava bike.”

Banga li NY: Nebe şîrîkê sûcên dewleta Tirk

Di dewama daxuyaniyê de Hecem bang li Neteweyên Yekbûyî kir ku bêdengiya xwe ya beramber sûcên dewleta Tirk bişkîne û wiha dewam kir: “Li Rojava herkes di hedefa êrîşande ye, tiştek bi navê mafê mirovan nemaye. Ji bo ev bi dawî bibe, pêwîste herkes rabe ser xwe û piştgiriyê bide berxwedana Rojava.”

Hecî Hecem îşaret bi berxwedana gel ya dijî hovîtiya dewleta Tirk jî kir û got: “Îradeya gel heya niha li hember êrîşan serkeftiye. Li kuderê gel xwedî îradebe, li wir serkeftin mîsogere.”

‘Wê şoreşa Rojava li beramber van êrîşan jî têk neçe’

Her wiha Endama Koordinasyona TAJÊ Şemê Remo jî sersaxî ji gelê Rojava re xwest û got: “Sersaxî ji hemû malbatên şehîdan re dixwazim û berxwedana Rojava silav dikim. Em li gel wene û divê were zanîn şoreşa Rojava ku timî di hedefa dijmin de ye, wê beramber van êrîşan jî têk neçe.”

Dayê Şemê di dewama axaftina xwede îşaret bi bêdengiya saziyê navnetewî ya beramber êrîşên li ser Şengal, Mexmûr û Rojava kir wiha dom kir: “Cîhan beramber êrîşên li ser gelê me li Şengal, Mexmûr û Rojava bêdenge. Êrîşên tên kirin dijî hemû qanûnên mafê navnetewîne.”

‘Em xwedî derketina Rojava ya li civaka Êzidî ji bîr nakin’

Dayê Şemê îşaret bi piştgiriya jinên Êzidî ya bi berxwedana Rojava re kir û got: “Em xwedî derketina gelê Rojava ya li civaka Êzidî ji bîr nakin û me dît çawa xwedî li me derketin û me ji qirkirinê rizgarkirin. Çi dibe bila bibe, emê xwe ji Rojava qut nekin û çi ji destê me were emê bikin.”

Daxuyanî bi dirûşmên, ‘Bijî Berxwedana Rojava’ û ‘Bimre xiyanet’ bi dawî bû.

Show More
Back to top button