“Belgefîlma “Hêza” belgeya parastina mafên jinên Êzidî ye”

Hêza ya ku ji bo tolhildana xwe têkoşîna mezin hilbijartiye dibêje: “Ev belgefîlm ne tenê çîroka jiyana min e, rastiya ku hatiye jiyîn e, lewma belgeyek ji bo qebûlkirina fermanê ye di hemû cîhanê de.”

Şengal – Di fermana 3’ê Tebaxa 2014’an de di encama êrîşa çeteyên DAIŞ’ê de, civaka Êzidî rûbirûyê fermaneke hovane hat. Bi hezaran zilam, kal û pîr hatin kuştin û bi hezaran jin û  zarok hatin revandin. Bi derbasbûna 8 sal di ser fermanê de bi riya Hêzên Parastina Jin (YPJ), Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi hezaran jin û zarok ji destên DAIŞ’ê hatin rizgarkirin. Yek ji wan jî “Hêza” ye ku bi hemû kîn û nefreta xwe piştî rizgarbûnê çeka xwe danî ser milên xwe û li hember DAIŞ’ê ji bo tola bi hezaran jinên Êzidî bigre, şer kir.

Hêza tişta ku bû sedema fermanê, tiştên ku di destên DAIŞ’ê de jiyaye û hêzên ku piştî fermanê ji bo ser qirêjiyên xwe bigirin xwestin hemû rastiyan berovajî bikin, dîtibû û tenê bi xwe re sînordar nehişt. Bi riya belgefîlma Hêza ya ku bi derhêneriya Derya Denîz hat çêkirin Hêza xwest rastî bê parastin û weke belgeya fermanê be. Heya niha belgefîlma Hêza 9 xelat girtine û weke belgefîlma herî baş tê dîtin. Belgefîlma Hêza rastiya bi êş û hovana ya ku jinên Êzidî pê re rûbirû mane vedibêje her wiha têkoşîn û berxwedana jinên Êzidî ji bo tolhildanê jî bi wêrekî hatiye vegotin.

Ji bo naskirina Hêza, hest û nêrînên wê yên piştî girtina 9 xelatên belgefîlmê me hevpeyvîneke taybet bi fermandara Yekîneyên Jinên Êzidî (YJŞ) Hêza Şengalî re çêkir.

Hemû malbata wê dîl ketin destên çeteyan

Hêza bi xwe ji gundê Digûrê ye, ji eşîra Qîraniyan e, malbata wê ji 10 xwişk û birayan pêk tê. Weke hemû civaka Êzidî malbata Hêza jî para xwe ji êşa fermanê girtiye. Hêza di destpêka axaftina xwe de qala îxaneta PDK’ê kir ku bû sedema fermanê û wiha got: “Ev ferman di şexsê jinên Êzidî de pêk hatibû û bi îşkenceyan re rû bi rû man. Ez jî yek ji wan jinan im ku rû bi rûyê fermanê hatibûm û ketibûm destên DAIŞ’ê. Ev ferman bi îxanetek pêk hat, serkêşa vê xiyanetê jî PDK’ê ye her wiha hikumeta Iraqê jî ji vê bêpar nîn e. Di encama wê de malbata min hemû ketibûn destên DAIŞ’ê, tişta ku hat jiyîn ne mêjî ne jî wijdanê mirov dikare qebûl bike.”

Li hemberî pirsa me ya der barê biryara bûyîna fermandara YJŞ’ê û rakirina çekê li hemberî DAIŞ’ê de wiha bersiv da: “Ez bi desteka hêzên QSD’ê  rizgar bûm. Dema YJŞ ji bo tolhildana Jinên Êzidî hat avakirin, min bê dudilî  berê xwe da qada têkoşînê û çek hilgirt. Tişta ku bû sedema hilgirtina çekê ew bû ku ez bikaribim tola bi hezaran jin, dayik û zarokên Êzidxanê bigrim. Rast e ez rizgar bûm lê bi sedan jin hene hê jî di destên DAIŞ’ê de ne, vê yekê hişt ku ez hîn xurtir beşdarî qada têkoşînê bibim, lewma ez weke fermandara YJŞ’ê tevli hemleya rizgariya Reqayê bûm. Dîsa vegera li Reqayê û li heman bajarê ku min gelek êş tê de kişandin, gaveke bi zehmet bû. Hêzeke mezin dixwest, ev hêz jî min ji YJŞ’ê girt. Dema tu bi hêz û îrada bî, ne weke tu hatî revandin û bêçare dimînî, tu bi rext û çek derbasî bajar bibî tu dikarî xwe biparêzî, tu dizanî tu ne bêçare yî. Çeka te di destên te de parastina xwe û civaka xwe dikî.”

“Divê rastî werin dîtin”

Der barê biryara vegotina jiyana xwe û rastiya hatiye jiyîn bi riya belgefîlmê de Hêza wiha got: “Jinan di destên DAIŞ’ê de gelek êş kişandin, yek ji wan jî ez bûm. Bi destên QSD’ê gelek jinên Êzidî hatin rizgarkirin. Lê mixabin bi siyasetên qirêj ên hin dewlet û hîn hêzên ku bûn sedema vê fermanê berê hemû jinên rizgarkirî dan Ewropayê, dema min dît ku piştî ewqas êş û îşkenceyên ku me kişandin bi destên hinek hêzan tê normalkirin û dixwazin rastiyê berovajî bikin, min nikaribû weke temaşevanek li vê rewşê binêrim. Min biryar da ku rastiya jinên Êzidî, êş û îşkenceya ku dîtine nîşan bidim û ji bo winda nebe min çêkirina vê belgefîlmê qebûl kir.

“Kîna min hêza min xurttir kir”

Bêguman qalkirina kêliyên bi êş ên ku me jiyan gelek zehmet bû lê armanca min ew bû ku ez rastiya tiştên hatine jiyîn nîşan bidim. Vê yekê jî hêz da min û hişt ku ez van zehmetiyan hemû derbas bikim û li ser navê hemû jinên Êzidî tişta me jiya û hîs kir bi raya giştî re parve bikim. Me ev belgefîlm li ser bûyerên li Şengalê heya bi Reqayê kişand. Zehmetiyên wê gelek bûn. Dîsa vê êşê dûbare anîna bîra xwe jî bi xwe zehmetiyek bû lê dema min ji xwe re digot ez vê rastiyê eşkere bikim vê yekê dihişt ku kîna min li hemberî dijmin zêdetir bibe û hêza min xurtir bibe.”

“3 caran çûm Reqeyê”

Hêza yek bi yek merheleyên çûyîna xwe ya Reqayê ji me re wiha vegot: “3 caran ez  çûm bajarê Reqayê, yekem car ez di destên DAIŞ’ê de dîlgirtî û bêçare bûm, min nikaribû serê xwe rabikim lê cara duyemîn ji bo ez tola xwe û hemû jinên Êzidî bigrim bi çek û rext derbasê bajarê Reqayê bûm. Cara min a siyemîn jî ji bo ez van rastiyan hemû qal bikim û bînim ser ziman û ji raya giştî re ragihînim çûm. Ev gav hemû zehmetiyên wan hebûn. Dîsa li cihên ku îşkence hatiye dîtin careke din derbasbûna jê; çiqas sal jî derbas bibin jî birîn nû dibe û êşa hatiye kişandina kêm nabe.”

“Belgefîlm di asta fermî de pejirandina jenosîdê ye”

Hêza di berdewamiya gotinên xwe de da diyarkirin ku armanca wê bi belgefîlmê ne girtina xelatan e û wiha pêde çu: “Belgefîlma ku rastiya fermanê anî ziman û bi taybetî jî rastiya tiştên ku jinên Êzidî jiyane nîşan dide, gelek xelat girtin. Em spas dikin ji bo wan xelatan, lê armanca vê belgefîlmê ne girtina xelatan e, armanc nîşandana rastiyê ye ku her kes bi taybetî jî jinên cîhanê bizanibin me weke jinên Êzidî çi jiya ye. Her wiha ev belgefîlm weke belgeya fermanê ye ku hemû dinya bizanibe fermanek li dijî civaka me rabûye. Ev rastiya ku dixwazin veşêrin bi riya vê belgefîlmê dê eşkere bibe. Lewma ev belge ye ku hemû dewlet fermana li ser me weke jînosîd qebûl bikin.”

“Dixwazin şahidên fermanê tune bikin”

Hêza di dawiya gotinên xwe de bal kişand ser lîstikên PDK’ê yên li ser jin û keçên Êzidî û civaka Êzidî û wiha nirxand: “Hemû jinên Êzidî divê ku rastiya civaka xwe hemû nîşan bidin. Dema Nadiya Mûrad qala fermanê dike tenê bi Koçoyê sînordar dike ev êşeke ji hemû civakê re ye her wiha civakê ji hev vediqetîne. Ferman ne tenê li Koçoyê bû, li dijî hemû civaka me ya Êzidî bû. Nadiya Mûrad rast e keçeke Êzidî ye, lazim bû ji bo hemû civaka xwe kar û xebat bide meşandin lê mixabin ket bin bandora PDK’ê ya ku bi destên wê ferman li ser civaka me rabibû. Ev têrker nebû bi destê PDK’ê Nadiya Mûrad di salvegera Koçoyê de zewicî. Bêguman ev normalkirina fermanê ye. Her wiha ji lîstikên PDK’ê ye ku dixwaze ser kêmasiyên xwe bigre.”

“Em ê civaka xwe biparêzin”

Hêza herî dawî soz biryardariya xwe ya ji bo parastina civaka xwe bi van peyvan da: “Kesek ku êşa civaka xwe bizanibe û têbikoşe erka hemû ferdên vê civakê ye. Fermanên li ser me berdewam dikin lewma me soz daye hevalên xwe yên şehîd ku di oxira parastina vê axê de canê xwe dane; em ê vê civakê biparêzin û tu car teslîmê tu hêzê nakin. Niha hêzên YBŞ û YJŞ’ê hene ev hêz ji bo parastina vê civakê ne û wê parastina hemû destkeftiyên civaka me jî bikin. Di dawiyê de ez spasî ji hemû jinên cîhanê re dikim û spasiya her kesê ku ji bo vê belgefîlmê eleqedarî nîşan daye dikim. Hêvî dikim ku ev belgefîlm bibe belgeya fermanê û hemû dewlet, vê fermanê weke jenosîd qebûl bikin.”

SITÎ ROZ-NÛJÎNHA

Show More
Back to top button