Esnafên Dugurê: Zextên PDK’ê bandorê li bazarê dike

Esnafên Dugurê diyarkirin ku piştî êrişa artêşa Iraqê ya li ser Şengalê, çûyîn û hatina wan ya ji bo Musilê jî zehmet bûye. Esnafan da zanîn ku zextên PDK’ê bandorek nerênî li bazarê jî dike.

PDK bi hevkariya Tirkiye û Hikumeta Kazimî dixwaze carek din Şengal were valekirin û Êzidî koçber bibin. Herî dawî artêşa Iraqê ji bo dagirkirina Şengalê êrişek berfireh dabû destpêkirin, lê ji ber berxwedana hêzên parastina Şengalê û xelkê Şengalê, şer rawestiya. Vê carê PDK bi planên nû dixwaze di nava Şengalê de tevlîhevî derbixe û xelkê bide koç kirin.

Artêşê destpêkê êrişî nehya Dugurê ya Şengalê kir, li Dugurê artêşa Iraqê çekên giran, tank û top bikaranî. Gelek xaniyên xelkê hatin xirabkirin, roj bi roj nerazîbûna xelkê Şengalê ya li hemberî van zext û gefan zêdetir dibe.

Li Dugurê rewş niha arame, şênî vegeriyane ser mal û milkê xwe. Lê dibêjin êriş, gef û zextên PDK’ê yên li ser Şengalê bandorê li ser bazarê dike, ji bo wê jî ew nikarin debara jiyana xwe bikin.

Esnafên Dugurê dibêjin, ji roja êrişê ve ew nikarin biçin pêdiviyên dikanên xwe pêkbînin. Esnafan gotin, di çûna Musilê de jî pirsgirêk hene.

Esnafek dibêje, tevî hemû zextan vegera ji bo Şengalê dewam dike, xelk vedigere ser mal û karê xwe. Esnafan bang li hemû xelkê Şengalê kir da ku vegerin ser malên xwe û divê leşkerên Iraqê jî ji bajar û gundar erkevin.

ROJNEWS-ŞINGAL

Show More
Back to top button