Meclîsa Gel a Sinunê: Armanc qirkirina gelê Êzidiye, lê wê Êzidî xwe radestî wan nekin

Li ser navê Meclîsa Gel a Sinunê û TAJÊ têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ku îro li ser Sinunê çêbûn, daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat gotin, “Hedefa wan qirkirina civaka Êzidî ye, lê ev gel xwe teslîmi wan nake. Bila vêna baş bizanibin. Emê ji kesên ku ji Erdogan re dibin hevkar û piştevan hesab bipirsin.”

Balafira bêmirov û biçek ya dewleta Tirk avahiya Meclîsa Gel a Sinûnê ya Şengalê bombebaran kir. Di encama êrîşê de birîndar û şehîd hene. Di êrîşê de Meclîsa Gel a Sinûnê û dukanên welatiyan jî rasterast hatin hedef girtin.

Li ser êrîşê ji aliyê Hevserokê Meclîsa Gel ya nahiya Sinûnê Xwedêda İlyas û Endama Koordînasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Dayê Şemê ve daxwuyaniyek hate dayîn.

Hevserokê Meclîsa Gel ya nahiya Sinûnê Xwedêda İlyas bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk ya dagirker ku ji 2014’an ve her berdewam kiriye û wiha got; “Çawa 2014’an bi çeteyên DAIŞ xwest çiyayên Şengalê dagir bike, îro jî Iraq dixwaze dagir bike. Şengalê hedef digre. Sedem çiye? Avabûna hêza me ye. Em bang li qada navnetewî dikin ji bo ku zilma dewleta Tirk li ser Şengalê bi dawî bibe, zextan bikin. Heta kengê emê di fermanan re bêne derbas kirin. Me saziyên ku mafê mirovahiyê bilêv dikin jî nedît ku mafê mirovan diparêzin. Heger wê kirîbana yê qada hewayî ji dewleta Tirk re qedexe kirîban. Em terka karê xwe nakin, emê her bidin meşandin. Em vegerin axa xwe. ji qirkirinê re, ji fermanan re, siyaseta gemar re,  îxanetê re, zilmê re êdî bese. Hedefa wan qirkirina civaka Êzidî ye, lê ev xelk xwe teslîmi wan nake. Bila vêna baş bizanibin. Emê ji kesên ku ji Erdogan re dibin hevkar û piştevan hesab bipirsin. Bimre ixanet.”

Endama Koordinasyona TAJÊ Dayê Şemê jî bal kişand ser ku cihê êrîş pêkhatî meclîsa gel e û wiha axivî; “Ev êrîş ji ber ku peymana 9’ê cotmehê pêknayê, pêktên. Em îro vê lêdanê, êrîşan bi zextên pêkanîna peymanê ve girêdidin. Em dizanin ku Erdogan û Kazimî hewil didin peymanê pêk bînin. Ev rêxistin heya heye emê biparêzin, em serî natewînin. Ev rêxistin bi xwîna şehîdan hatiye ava kirin û xwîna şehîdan ji ti kesî re namîne. Yên tirsonek 3, 4 heya pênc caran reviyan e û me wiha hiştine re em ti demî nahêlin. Îro jî Şengal firotin. Kazimî dibêje min Şengal daye Erdogan, yanî firotine. Bimre xiyanet.”

Daxuyanî bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana Şengalê” û “Bimre xiyanet” bi dawî bû.

ROJNEWS-ŞINGAL

Show More
Back to top button