Ji bo jinên Şengal û Afganîstanê pêngavek hat destpêkirin

Rêxistin û Tevgerên Jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêngavek ji bo pişgirî û alîkariya jinên Şengal û Afganîstanê bi daxuyaniyek çapemeniyê eşkere kirin.

Qamişlo- Çeteyên DAIŞ’ê di 3’yê Tebaxa 2014’an de êrîşî Şengalê kir û di encamê de komkujî û qirkirin li dijî gelê resen ên Êzîdî pêk anîn. Bi hezaran jinên Êzîdî hatin revandin û di sûkan de hatin firotin. Her wiha heta niha jî çarenûsa pir jinên Êzîdî ne diyar e. Di heman wextê de di Tebaxa 2021’an de Talîbanî hat ser desthilatdariya Afganîstanê û piştî wê êrîşên pir mezin li dijî jin, nasname û hebûna jinan pêk hat ku heta roja îro dewam dike. Rêxistin û Tevgerên Jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêngavek ji bo pişgirî û alîkariya jinên Şengal û Efganîstanê îro bi dirûşma ‘Em li dijî qirkirina jinan, jiyanê diafrînin’ dan destpêkirin.

Pêngav îro bi beşdariya 129 jinên ji Rêxistin û Tevgerên Jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyek çapemeniyê li navenda Çand û Hunera Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo-Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate destpêkirin. Her wiha jin bi cil û bergên xwe yên gelêrî beşdarî pêngavê bûn.

‘Di 3’yê Tebaxê de bi hezaran jin û gelê Êzîdî hatin qetîlkirin’

Daxuyaniya ku ji aliyê Berdevka Rêxistina Kongra Star, Rihan Loqo ve hate xwendin wiha bû: “9 sal li ser êrîşên li dijî Şengalê derbas dibe. Komkujiya ku bi êrîşa çeteyên DAIŞ’ê li ser gelê Şengalê di 3’yê Tebaxa 2014’an de destpêkir li pêşiya çavê cîhanê bi hovitî û barbariyeke mezin li dijî gelê Êzîdî hate kirin. Bi hezaran, jin û gelê resen ên Êzîdî hatin qetîlkirin, bi deh hezaran hatin koçberkirin ji cih û warê xwe hatin derxistin. Bi hezaran jin û zarok hatin revandin li sûkên koledaran hatin firotin. Zarok rastî qirkirina çand, nasname û ol hatin. Di nava çeteyên DAIŞ’ê de di şerê çetecîtiyê û terorê de hatin bi kar anîn. Li ber çavê tevahî cîhanê, kuştin, kiryarên dermirovî, tundî û hemû rengên qirkirina siyasî pêk hat û bi hezaran jinên ku hatine revandin heta niha çarenûsa pir ji wan ne diyar e.”

‘Heman siyaseta qirkirinê li dijî jinên Afganîstanê pêk hat’

Di dewama daxuyaniyê de rewşa jinên Afganîstanê wiha hate nirxandin: “Heman siyaseta qirkirin û hovitî li dijî jinên Efganîstanê di Tebaxa 2021’an de bi riya Talîbanê ku piştî vekişandina Emerikayê ji Efganîstanê hate kirin. Pîlana teslîmkirina jinên Afganîstan ji terora Talîbanê re û teslîkirina jinên Şengalê ji DAIŞ’ê re siyaseta qirkirina sîstematîk ku bi pîlanên qirêj ji hêzên hegemon li ser jinê tê meşandin û dixwazin vîna jina azad bi kirasê tarî bipêçin û jinê vegerînin serdema koledariyê.”

‘Em li dijî qirkirina jinan jiyanê diafrînin’

Di daxuyaniyê de hate gotin ku ew pêngava xwe ji bo jinên Şengal û Afganîstanê dane destpêkirin û wiha hate gotin: “Bi dirûşma “Em li dijî qirkirina jinan jiyanê diafrînin”, bi nave Rêxistin û Tevgerên Jin li Rojavayê Kurdistan û Bakur û Rojhilatê Sûriyê şehîdên berxwedana Şengal û Afganîstanê bi bîr tînin. Jinên Şengal û Afganîstanê hêviya xwe di şoreşa jin ya Rojavayê Kurdistan û Bakur û Rojhilatê Sûriyê de dibînin, em ê bi hemû hêza xwe bibin bersiv ji hêvî û daxwazên wan re. Di çerçoveya pişgiriya kampanya ku Komeleyên Jinên Kurdistanê (KJK) di navbera 3-15’ê Tebaxê de destpê dike bi rêze çalakî û xebatên pişgiriyê li beramberî hemû siyasetên qirkirin û dijîtiya ku bi jinan re di sedsala 21’an de tê kirin, wê jin bi berxwedanî û têkoşînê dîroka xwe bi tîpa zêrîn binivîsîne û hemû pîlanên qirkirinê ku li ser jinê tên li dar xistin vala derbixîne. Bijî berxwedan û têkoşîna jinan û jin jiyan azadî.”

Plansaziya pêngavê

Di roja 2’yê Tebaxê danê êvarê dê find li hemû kolanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi pêşengtiya jinan, bê pêxistin. Li 7’ê Tebaxê li bajarê Reqayê bi nave Rêxistin û Tevgerên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji ber ku bi hezaran jin û zaroên Êzîdî ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve li bajarê Reqayê hatin firotin, di heman cihê de dê formek bê li dar xistin. Herî dawî jî dê di 10’ê Tebaxê de bi amadebûna bi hezaran jinan li her herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hilgirtina alên pêkhateyên ku di çalakiyê de amade bin û çalakiyek bê li dar xistin.

NÛJÎNHA

Show More
Back to top button