Êrîşên dewleta Tirk yên ser Şengalê birin NY yê

4 kesên ku ji êrîşa dewleta Tirk ya balefirên bê mirov di sala 2021’an de li dijî nexweşxaneya Şengalê bi saxî rizgar bûn, giliyê êrîşên dewleta Tirk yên hewayî li ser Şengalê birin Netewên Yekbûyî (NY). Ev cara yekeme êrîşên dewleta Tirk li NY ye.

Dewleta Tirk di Tebaxa 2021’an de li dijî nexweşxaneya Şengalê bi balefirên bê mirov êrîşa hewayî pêkanî. Di êrîşê de 8 kesan jiyan xwe ji dest dan. 4 kesên ku ji vê  êrîşa dewleta Tirk bi saxî rizgar bûn giliyê vê êrîşê birin konseya Mafê mirovan ya Netewên Yekbûyî (NY).

‘Mafê me ê jiyanê hate binpê kirin’

4 kesên ku ji êrîşa hewayî ya dewleta Tirk sax rizgar bûn diyarkirin ku Tirkiye peymana navnetewî ya der barê mafê siyasî û sivil madeya 6 ku mafê jiyanê dixe garantiye binpê dike. Dozdaran destnîşan kirin ku dewleta Tirk ku bi îdeaya li dijî noqteyên Yekineyên Parastina Şengalê (YBŞ)  êrîşa hewayî pêkaniye, li wê herêmê tu noqteyek yê tîmên bi çek nîne û hemû kesên ku hatin qetilkirin personelên Nexweşxaneyê bûn. Bi bîr xistin ku piştî êrîşê qetilkirina sivîlan jî nehate lêkolînkirin û tu rêbazek bi bandor û zagonî pêşkêşî mexdûran nekirin.

Êrîşên dewleta Tirk cara yekeme li NY ye

Giliyê êrîşên dewleta Tirk  cara yekeme birin NY, giliya mijara gotinê, ji aliyê parêzavana mafê Êzidiyan ya rêxistina civaka sivil ku navenda wê li Almanya ‘Women for Justice’ ve hate amadekirin.  Seroka Yekineya hesab dayînê ku Navenda wê Îngiltere ya piştgirî dayîna saziyên civaka sivil Aarif Abraham diyarkir ku doz dozek kirîtîk û sembolik ku mafê bingehîn yê Êzidiyan ji aliyê Tirkiye ve bi awayek vekirî tê binpêkirin e.

‘Tu hêcetek ya zagonî nîne’

Aarif Abraham der barê êrîşên dewleta Tirk ên li ser Şengalê de wiha got: “Di nava 30 kêliyan de sê caran ser hev li Şengalê nexweşxaneyek ya sivîlan hate hedefgirtin, qetilkirina 8 sivîlan û zêdeyî 20 kesan bi giranî birandar bûn tu hêcetek vê ya zagonî nîne. Tirkiye ev demeke ji derveyî xaka xwe mirovan qetil dike û dikuje û ji bêdengiya civaka navnetewî  tamê digre. Encumena Mafên Mirovan yekane sazî ye ku hêviyên rasteqîn ên hesabpirsîna Tirkiyê û dayîna tazmînata bi wate ji mexdûran re heye..”

 ‘Metirsiya herî mezin ya ewlehiyê êrîşên dewleta Tirk yên hewayî ye’

CEO ya Women for Justice Leyla Ferman wiha got: “Li Şengalê piştî serkeftina bi destxistina destekeftiyan li dijî DAÎŞ’ê. Metirsiya herî mezin ya ewlehiyê êrîşên hewayî yên dewleta Tirk e.”

Navenda Nûçeyan-NÛJÎNHA

Show More
Back to top button