Dixwazin hikumeta nû ya Iraqê nîştimanî be, lê destwerdan dewam dikin

Îran bi rêya PDK’ê dixwaze Şîeyên nêzî xwe, di nava hikumeta nû ya Iraqê de bicih bike. Ji bo vê jî Barzanî cîgirê xwe şand gel Sedir. Duh li Necefê trafîka dîplomasiyê hebû, di peyamên hatin dayîn de behsa avakirina hikumetek nîştimanî hate kirin. Dixwazin hikumetek nîştimanî ava bikin, lê wê ev hikumet bikare rê li ber destwerdana derve, taybet jî ya Tirkiyeyê bigre yan na, cihê pirsyarê ye.

Di 10’ê Cotmeha 2021’ande li Iraqê hilbijartinên pêşwext pêkhatin, piştî wê di 30’ê Kanuna 2021’an bi biryara ku serokkomarê Iraqê Berhem Salih dayî, parlamentoya Iraqê di 9’ê Çileyê de civiya.

Di civîna parlamentoyê de ku alozî jî çêbibû di dengdana ji bo serokê parlamentoyê de Mihemed Helbûsî 200 deng bi dest xist. Mihemed Meşhedanî jî 14 deng anî û 14 deng jî vale bûn. Mihemed Helbusî bi piraniya dengan cara duyemîn bû Serokê Parlamentoya Iraqê.

Di hilbijartina serokatiya Parlamentoya Iraqê de Hakim Zamlî bû cîgirê yekem ê Serokê Parlamentoya Iraqê. Parlamenterê PDK’ê yê Kerkûkê Şaxewan Abdullah jî bû cîgirê dûyem yê serokê parlamentoya Iraqê.

15 roj jî çûn lê nehatiye hilbijartin

Li gorî yasaya Iraqê, divê di nava 15 rojan de serokkomarê Iraqê ji nûve were hilbijartin. Piştî rejîma Baasê, li gorî peymana di navbera Iraq û Herêma Kurdistanê de, divê serokkomar ji Herêma Kurdistanê were hilbijartin. Heya niha bi sirê ve, Celal Talabanî, Fuat Mahsum û herî dawî jî Berhem Salih bûne serokkomarên Iraqê. Li Herêma Kurdistanê jî li gorî lihevkirina di navbera PDK û YNK’ê de, divê serokkomar ji YNK’ê be. 15 roj derbas bûne lê hîn jî serokkomar nehatiye hilbijartin. Li gorî biryara Desteya Serokatiya Parlamentoyê, divê 7’ê Sibatê de serokkomar were hilbijartin. Duh navê 25 namzetên ji bo serokkomartiya Iraqê hatin eşkere kirin.

Piştî ku di nava 15 rojan de serokkomarê Iraqê hate hilbijartin, wê serokkomar koma herî mezin ya parlamentoyê ji bo avakirina hikumetê wezîfedar bike.

Trafîkek din a dîplomasiyê û Îran

Fermandarê Hêzên Qudis ên Îranê Îsamîl Qaanî di 30’ê Çileyê de li Hewlêrê bi serokê PDK’ê Mesud Barzanî re, civiya. Li gorî agahiyan Qaanî ji Mesud Barzanî xwestiye ji bo hêzên Şîe tevlî hikumeta nû bibin, Sedir razî bikin.  Li gorî agahiyan Îran dixwaze ji bo ku hemû hêzên Şîe tevlî hikumeta nû Iraqê bibin, bi rêya PDK’ê Muqteda El Sedir razî bike. Li ser vê daxwazê Mesud Barzanî xwest cîgirê serokê PDK’ê Nêçîrvan Barzanî bi Sedir re bicive.

Pêşniyara Îranê

Li gorî agahiyan dema Qaanî bi Mesud Barzanî re civiyayî, xwestiye YNK û PDK namzetên xwe yên ji bo serokkomartiyê paşde bikşînin. Qaanî ji Barzanî xwestiye kesek ku YNK û PDK qebûl bike, bikin serokkomar.

Sedir, Barzanî û Helbûsî

Piştî Qaanî di 30’ê Çileyê de li Hewlêrê bi Barzanî re civiya, vê carê, cîgirê Serokê PDK’ê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbusî, duh li Necefê bi serokê Tevgera Sedir, Muqteda El Sedir re civiyan.

Peyamên hikumetek nîştimanî

Serokê parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî piştî civîna bi Sedir re ev peyam da; “Ji bo pêkanîna hikumetek Iraqî ku hemû nîştimanî be, em çûn Necefê.  Ne hikumetek Rojavayî, ne jî Rojhilatî. Êdî serdema destwerdana derve ya di pêkanîna hikumetên Iraqê de derbas bûye.” Nediyare bê ka Helbûsî behsa destwerdana Îranê, yan jî welatekdin kiriye.

Hikumetek nîştimanî, lê êriş dewam bikin…

Helbûsî behsa hikumetek nîştimanî kir, yanî bi temamî ji Iraqiyan pêkwere û dewletên derve jî destwerdanê neke. Lê Helbûsî heya niha behsa destwerdana Tirkiye, Îran û welatên din ya di avakirina hikumetê de nekiriye. Helbûsî dixwaze hikumetek nîştimanî ava bike, lê destwerdana ji derve ya li ser Iraqê dewam dike. Bi taybet dewleta Tirk rojane xaka Iraqê bombebaran dike û xelkê sivîl dike hedef.

Sedir jî dixwaze hikumet nîştimanî be

Muqteda El Sedir jî duh piştî civîna bi Helbûsî û Barzanî re peyamek belavkir; “Teror û tundiya li dijî gel û hevkarên me bisekinînin. Em bi pêkanîna Hikumetek ku piraniya xwe nîtştimanî rene û amadene danûstandinê bi muxalefeta nîştimanî re bikin.” Sedir jî weke Helbusî xwest hikumetek nîştimanî were avakirin. Lê ger ku hikumetek nîştimanî were avakirin, wê ew hikumet çend bikare rê li destwerdana derve bigre jî cihê pirsyarê ye.

PDK û YNK

PDK û YNK jî ji bo serokkomartiyê ketine qirika hev, tevî li gorî peymana di navbera her dû aliyan de, divê serokkomar ji YNK’ê be lê PDK’ê jî namzetê xwe diyarkiriye. Ji bo vê jî duh  YNK di asta bilind de civiya. Di civînê de Berhem Salih jî amade bû. Piştî civînê ti daxuyanî nehatine dayîn.

Helwesta Şîeyan

Aliyên Şîe yên di nava Çarçoveya Hemahengî de jî duh bi şev ji nişkave li Bexda civînek li darxistin. Tê gotin di civînê de helwesta Şîeyan ya li ser egera tevlînekirina hikumeta nû, diyar bûye. Heya niha daxuyaniyek fermî nehatiye dayîn.

Li gorî medya Iraqê serokê Eniya Sedir Muqteda El Sedir û aliyên din yên Şîe, bi serokkomartiya Berhem Salih razî bûne.

Trafîka dîplomasiyê ya ji bo avakirina hikumetek nû ya Iraqê û hilbijartina serokkomarê Iraqê dewam dike. Bi vî awayî biçe, wê Kurd nekaribin li Bexdayê jî bibin yek. Kurdan heya niha jî li ser serokkomartiya Iraqê lihev nekirine, ev jî metirsiyê dixe ser erkê serokkomartiya ji bo Kurdan. Liv û tevgera siyasî dewam dike, bi taybet Îran ji bo avakirina hikumetek nû ya Iraqê û hilbijartina serokkomarê Iraqê, rolek aktîf dileyîze. Dewleta Tirk a dagirker ku rojane serweriya xaka Iraqê binpê dike, bi rêya Sunî û PDK’ê dixwaze hikumetek nêzî wan ava bibe.

ROJNEWS-NAVENDA NUÇEYAN

Show More
Back to top button