‘YJŞ ji bo parastin û tolhildana jinên Êzîdî ye’

Şervana Yêkîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) Hêza Şengalî ku di fermana 2014’an de ketibû destê çeteyên DAIŞ’ê û niha ji bo tolhildana jinên civaka me di nava refên YJŞ’ê de ye, dibêje, fikrê Rêber Ocalan hişt ku civaka me û jin ji qirkirinê rizgar bibe

https://www.youtube.com/watch?v=MvvqCYx2nA8&feature=emb_logo

Hêza Şengalî ji rojnews re wiha got: “Me hêz ji YJA-Star û fedaiyên Rêber Apo girt. Niha YJŞ bi wê hêza ku girtiye, dikare hem xwe hem jî civaka Êzîdî û jinan biparêze.”

Di sala 2014’an de dema DAIŞ êrîşê Êzîdiyên Şengalê dike, ji ber bê parastin hate hiştin û hêzên PDK’ê Şengalê terk kirin, bi hezaran jin û zarok ketin destê çeteyan. Bi hezaran kes jî bi komî hatin qetilkirin. Hêza Şengalî jî di temeneke biçûk de wî demî dikeve destê çeteyên DAIŞ’ê û wê dibin Reqayê. Di dema dîl ketinê de her cûre hovîtî li dijî Hêza tê kirin û dixwazin ku ola xwe biguhere. Li hember van ferzkirinan Hêza du caran jehr vedixwe ji bo xwe bikûje. Herî dawî bi hewldana xwe ji destê çeteyan rizgar dibe û xwe digihîne hêzên Rojavayê Kurdistanê. Piştre jî wê derbasî Şengalê dikin. Hêza Şengalî ew yekser berê xwe dide nava refên YBŞ-YJŞ’ê û sonda rizgarkirin û tolhildana jinên Êzîdî dide.

Hêza Şengalî niha şervaneke pêşeng a Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) ye. Têkildarî rola YJŞ’ê ya di civaka Êzîdî de ji ajansa rojnews re axivî.

Hêza Şengal dibêje, berê jî civaka Êzîdî ji ber baweriya xwe di fermanan re hatine derbaskirin, lê fermana 2014’an bi temamî bi mebesta qirkirina Êzîdiyan û tinekirina jina Êzîdî bûye.

Hêza Şengal diyar kir ku yek ji qûrbaniyên herî mezin ya fermanê dîsa jin bûn û vêya jî bi nebûna hêza parastin û zanabûnê ve girê dide û dibêje; “DAIŞ’ê bi hevkariya ew hêzên ku Şengalê teslîm kirin, xwestin ola Êzîdîtiyê ji holê rakin. Di van êrîşan de herî zêde jin bûn qûrbanî, destdirêjî li wan hate kirin. Yek ji armanca wan jî ji holê rakirina jinên Êzîdî bû.”

Şervana YJŞ’ê Hêza dibêje, eger wê demê têgihîştin û zanabûneke jinên Êzîdî heba, wê bikarîna xwe biparêzin û wiha pêde çû; “Beriya fermanê zêde zanabûneke me nebû, jin timî di nava malê de bû, parastina xwe jî teslîmê hinek din kiribûn. Ew hêza ku digot, em parastina Şengalê dikin, xiyanetê li me kirin û civaka Êzîdî teslîmê DAIŞ’ê kirin. Dixwestin me bikin, misilman. Ji ber vê jî dema êrîş pêkhat, ji vir revîn.”

Hêza Şengalî di berdewamiya nirxandina xwede tîne ser ziman ku wan hêzeke mezin ji fedaiyên Rêber Ocalan girtine û wiha dirêjî bi axaftina xwe da, “Berovajiyê wan, hinek jî berê xwe dan agir û xwestin civaka Êzîdî rizgar bikin. Gerîlayên HPG-YJA Star yên perwerdeya fikrê Rêber Apo dîtine, canê xwe ji bo Şengalê fedakirin. Ew hatin civaka Êzîdî ji qirkirinê rizgar kirin. Fedaîyên Rêber Apo ji bo Êzîdiyan bûn hêvî û kirin ku baweriya xwe biparêzin.”

Şervana YJŞ’ê da zanîn ku tenê fikrên Rêberê Gelên Bindest Abdullah Ocalan bûye çavkaniyeke mezin a bawerî û hêz girtinê ji bo jinên Şengalê û wiha pêde çu; “Tenê fikrên Rêber Apo û hewldanên şervanên azadiyê hiştin ku jinên Êzîdî bibin xwedî îrade û xwe birêve bibin. Bi rêya perwerdeya ku dan jinan, îradeya xwe naskirin, dîtin ku dikarin xwe bixwe biparêzin. Êdî li ser vê bingehê dikarin li her derê xwe û civaka Êzîdî ji dijmin biparêzin. Me hêza sereke ji gerîlayên YJA-Starê girt, ji ber vê niha bawerî bixwe tînin.”

Hêza Şengal di dawiya axaftina xwede diyar kir armanca sereke ya YJŞ’ê parastin û tolhildana jinên Êzîdiye û bi van gotinan axaftina xwe bi dawî kir, “Armanca YJŞ’ê parastina jinên Êzîdi û tolhildana jinên Êzîdî ye. YJŞ niha xwe berfireh û mezin kiriye, dikare li herderê xwe biparêze. Piştî wê jî timî êrîş dijî Şengalê çêbû, lê ji ber êdî YJŞ heye, nikarin îradeya jinên Êzîdî bişikînin. Niha YJŞ hem dikare xwe hem jî civaka xwe biparêze. Berê jin bawerî bixwe ne dianîn tiştek bikin, lê YJŞ niha bûye nimûneyek ji bo jinên ciwan da ku bixwe her tiştê xwe bikin.”

ÇAVKANÎ: ŞENGAL-ROJNEWS

Show More
Back to top button