‘Hêza me ya leşkerî û xwerêvebirinê heye, em ê bi hêza xwe bi ser bikevin’

Endamên Şaredariyên Şengalê bi wesîleya 9’emîn salvegera fermana 3’ê Tebaxê gotin, “Hêza me ya leşkerî heye, YBŞ'ê,YJŞ û Asayîşa Êzidxanê me diparêze. Em ê bi hêza xwe bi ser bikevin.”

Di 9’emîn salvegera Komkujiya Şengalê de êşa Êzidiyan ji nû ve teze dibe. Di 3’ê Tebaxa 2014’an de çeteyên DAÎŞ’ê êrîşî navçeya Şengalê ya Mûsilê ya ku Kurdên Êzidî lê dijîn kirin, bi hezaran Êzidî qetil kirin û bi hezaran jî ku piraniya wan jin û zarok bûn, revandin. Bi sed hezaran Êzidiyên ji ber êrîşê reviyan û xwe li Çiyayê Şengalê, Herêma Kurdistanê û Rojava ragirtin. Hîna jî bi hezaran Êzidî li kampan dijîn. Komkujiya Êzidiyan li ber çavê hemû cîhanê pêk hat. Her çendî gelek sazî û welatan ev komkujî weke ‘Qirkirin’ qebûl kiribe jî, lê hêj hikûmeta Iraqê rojek jî nekiriye rojeva meclîsa xwe.

‘DIVÊ HIKÛMETA IRAQÊ KOMKUJIYÊ WEKE ‘QIRKIRIN’ QEBÛL BIKE’

Endamê Rêveberiya Şaredariya komalgeha Zorava Dilşad Biro destnîşan kir ku, heta hêz nebe yek ew ê nekaribin çeteyan darizînin û got, “Ji nan û avê bêhtir hewcedariya civaka me bi rêxistin û tifaqê heye. Heta niha hikûmeta Iraqê fermana 3’ê Tebaxê mîna ‘Qirkirin’ qebûl nekiriye. Em ê ji hikûmeteke wiha çi hêvî bikin? Em jî hemwelatiyên vir in, dibe ku baweriya me cuda be. Eger hebûna me nas nekin, wê demê em ê jî wan bi tiştekî nehesibînin.”

PDK’Ê LI PÊŞIYA XWESERIYA ŞENGALÊ ASTENGÎ YE

Dilşad Biro da zanîn ku PDK’ê ji bo ku pêşî li avabûna xweseriya Şengalê bigire, gelek dek û dolap kirine û wiha got, “Hinek berpirsên me yên Êzidî xwe bi pereyan firotin hin partiyan. Hikûmeta Başûrê Kurdistanê gelek muxtar û kesên ku baweriya Êzidiyan bi wan dihat kişand aliyê xwe. Ev kes li hember avakirina Şengalê disekinin û vegera Êzidiyan a ji bo Şengalê asteng dikin. Divê gelê me yên li kampan dijîn guh nedin van siyasetên derew. Di dema êrîşan de PDK’ê bi plan dev ji civaka Êzidiyan berda. 25 hezar kes bêparastin li hemberî DAÎŞ’ê hate hiştin. Ne parastin kirin û ne jî çek dan gel ku xwe pê biparêzin. Êrîşê gelê Zorava kirin, 3 kes ji Komelgeha me qetil kirin.”

‘EM ÎRO GELEK BI HÊZTIR IN’

Biro destnîşan kir ku ew îro hem di warê leşkerî û hem jî di warê rêxistinî de gelek bi hêz in û ev tişt gotin, “Em niha di milê leşkerî û xwe rêvebirinê de ne muhtacî tu kesî ne. Hêza me ya leşkerî heye, YBŞ,YJŞ û Asayîşa Êzîdxanê me diparêze. Em jî serê xwe rehet datînin û radizin. Bila ji îro pê ve kes nebêje civaka Êzidî bê pişte. Em îro gelek bi hêztir in.”

‘EM Ê BI HÊZA XWE BI SER BIKEVIN’

Berpirsê Şaredariya Komalgeha Dihola, Îdo Reşo jî diyar kir ku ger îro hikûmeta Iraqê nikare çeteyek DAÎŞ’ê jî darizîne, ew hevkar e û wiha got, “Hikûmeta Iraqê ji bo Şengalê heta niha 9 sal derbas bûn, ti gav neavêtiye. Di rewşek wiha de wê çawa ew çeteyên ku destê wan di xwîna Êzdiyan de hebe darizîne yan jî mehkeme bike. Gelek welat û saziyên cîhanî fermana Şengalê weke ‘Qirkirin’ qebûl kirine û destek dane Êzidiyan. Ji bo ku Êzidî bikaribin xwe ji nû ve avabikin, gelek piştgiriyên aborî jî çêbûn. Lê PDK’ê û desthilatdariya Başûr ew pere xwarine û nehiştine ku bigihêje civaka me.”

Reşo da zanîn ku Şengal hebûna Êzidiyan e û wiha dewam kir, “Şengal man û neman e. Ger Şengal nebe em jî nabin. Mezinên me her dem digotin, ‘Şengal Şama Êzidiyan e.’ Em ê jî li gorî wê li ber xwe bidin. Bêyî ku em xwe bispêrin tu hêzî em ê bi hêza xwe bi ser bikevin.”

  • ARGEŞ ŞENGALÎ-ŞENGAL ANF

Show More
Back to top button