Li Şengalê pêşangeh, semîner û sînevîzyona Rêber Ocalan 

Li Şengalê di çarçoveya pêngava “Dem dema azadiyê ye” de, pêşengeha wêneyan hat vekirin û têkildarî tecrîda girankirî ya liser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan semînerek hat dayîn. Her wiha sînevîzyonek hat pêşandan

 Pêşengeh bi pêşengiya jin û ciwanên Êzidî, li avahiya Meclîsa Gel a Gûndê Dohla hat vekirin. Di pêşengehê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên şehîdên têkoşîna azadiya Kurdistanê, wêneyên jin û zarokan ku bi dest hatine çêkirin hatin pêşandin. Piştî merasîma vekirinê, welatiyên bajarokên Sinunê, Xanesorê û komelgeha Dugurê bi girseyî li pêşengehê geriyan.

Di nava pêşengehê de semîner

Li heman avahiya ku pêşengeh hatiye vekirin, li ser fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, her wiha derbarê tecrîda liser Rêber Ocalan, semînerek hat dayîn.

Yek ji fermadarên Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) Axîn Entîqam semîner da û bibîr xist ku ev 23 sale Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nava çar dîwaran de ye. Axînê destnîşan kir ji bo ku fikrên Rêber Ocalan negihîjin civakê, tecrîd tê girankirin, lewma divê dijî tecrîdê têkoşîn were bilindkirin û wiha dom kir: ‘Dewleta Trik a dagirker dixwaze me jî dorpêç bike, lê gel êdî viya qebûl nake. Ev dorpêçî ne tenê li ser civakekê ye, li ser tevahiya civakên ku li ser axa Kurdistanê jiyan dikine. Tirkiye dixwaze xeyalên xwe yên nûjenkirina dewleta Osmaniyan pêk bîne. Ji bo vê yekê jî bi hemû hêza xwe êrîşî çiyayên Kurdistanê û gerîla dike. Gelek hêzên navnetewî jî destek didin wan. Lê berxwedaniya gerîla nehişt ew bigihîjin armanca xwe. Lewma divê her deverê têkoşîn were bilindkirin.”

Piştî semînerê jî, li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sînevîzyonek hat pêşandan.

Tê payîn ku îro jî  gelê navenda Şengal, bajaroka Til-Izêr û devera Serdeştê jî seredana pêşengehê bikin.

ROJNEWS-ÎBRAHÎM ÊZÎDÎ

Show More
Back to top button