‘Rêveberiya Xweser a Şengalê ji bo vegera gel çi ji dest were dike’ 

Endamê Mekteba Siyasî ya PADÊ Silêman Hecî da zanîn ku koçberên li kampên Başûrê Kurdistanê ruxmê hemû rêgiriyên PDK’ê jî vedigerin Şengalê û got: “Rêveberiya Xweser a Şengalê ji bo vegerê çi ji dest were dike.”

Civaka Êzidî ku piştî fermana 3’ê Tebaxa sala 2014’yan bi avakirina Rêveberiya Xweser a Şengalê bersiva fermanê da, niha jî ji bo statuya Şengalê were zelalkirin têkoşîna xwe digihîne merheleyeke nû. Her wiha di 9’emîn salvegera fermanê de civaka Êzidî ruxmê hemû rêgiriyên PDK’ê jî bi hewldanên Rêveberiya Xweser a Şengalê vedigerin ser cih û warê xwe.

Endamê Mekteba Siyasî ya PADÊ Silêman Hecî di salvegera fermanê de pêşketin û guherînên ku bi pergala Rêveberiya Xweser re bi dest ketine nirxandin.

Silêman Hecî pergala xweseriyê ji bo civaka Êzidî û gelên Şengalê weke gaveke girîng nirxand û got: “Xweseriya Şengalê ji me re weke nan û av girîng e, ger di 3’ê Tebaxê de pergala xweseriyê hebûna, YBŞ-YJŞ û Asayîşa Êzîdxanê di dema fermanê de hebûna keç û jinên Êzidî nediketin destê DAIŞ’ê.”

‘Mafê xweseriyê di destûra Iraqê de jî heye’

Silêman Hecî destnîşan kir ku ger îrade û pergala xweseriyê ya civakek nebe, ew civak nikare xwe birêvebibe û wiha berdewam kir: “Di destûra bingehîn a Iraqê de jî heye, her kêmenetewek, her ol û çandek dikare xwe birêvebibe, ev mafekî qanûnî ye. Ger îro careke din ferman bi ser me de were, em bi hêzên xwe yên parastinê bawer in. Ew hêz ne tenê berevaniya civaka Êzidî dike, em dixwazin bi hemû pêkhateyên Şengalê re parastina Şengalê bikin.”

‘Li hemberî DAIŞ’ê Şengal bû kelha berxwedanê’

Silêman Hecî siyaseta Iraqê û Herêma Kurdistanê ya li ser Şengalê jî bi van gotinan rexne kir: “Ne beriya fermanê ne jî piştî fermanê, ne hikumeta Iraqê ne jî Herêma Kurdistanê ji bo Şengalê tiştek nekirine. Her yek li gorî berjewendiyên xwe nêzî civaka Êzidî bûne û em weke Iraqî nedîtine. DAIŞ’ê ji nîvê bêtir a Iraqê bir, ma tenê Şengal û Çiyayê Şengalê. Civaka Êzidî bi çekên sivik li ber xwe da, gerîlayên PKK’ê ji Qendîlê bi tensîqa bi Parlamentoya Iraqê re hatin Şengalê parastin. Me bi vî awayî şerê DAIŞ’ê kir. Erdogan ji xwe re fikrê Osmanî girtiye ku ev fikir ji dîrokê ve ferman anîye serê Êzidiyan. Dewleta Tirk bi hezaran sal in dijminê Çiyayê Şengalê û civaka Êzidî ye. Civaka Êzidî çanda herî resen a Rojhilata Navîn e, çi dagirkerî hatibe ser me, me li ber xwe daye. Çiyayê Şengalê kelha berxwedanê ye. Şengal ti caran ji îradê nakeve.”

‘Rêveberiya Hewlêr û Duhokê astengî çêdikin’

Endamê Mekteba Siyasî ya PADÊ Silêman Hecî da zanîn ku tenê dinav çend mehên dawî de derdora 500-600 malan vegeriyane Şengalê û wiha pê de çû: “Gelê me yê li kampên Başûrê Kurdistanê xwe amade kirine ku vegerin Şengalê, lê Rêveberiya Hewlêr û Duhokê astengî çêdikin. PDK dixwaze rê li ber vegera malbatan bigire.”

‘Rêveberiya Xweser ji bo vegera gel dixebite’

Silêman Hecî her wiha ji bo vegera koçberan behsa kar û xebatên saziyên Rêveberiya Xweser jî kir û ev agahî dan: “Şarederiyên me ji bo vegerê xizmetê dikin, rêya gundan çêdikin. Rêveberiya Xweser a Şengalê ji bo vegerê çi ji dest were dike. Ji ber tifaqa 9’ê Cotmehê naxwazin gel vegere ser axa xwe. Dixwazin Şengalê vegerînin beriya 2014’yan. Lê îro îradeya Şengalê heye, gelên Şengalê qebûl nakin ku yek ji derveyî Şengalê hikmê li ser Şengalê deyne. Daxwaza me ji Iraqê û hêzên navneteweyî heye ku mafê me neyê xwarin.”

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button